Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku di vê merheleya dîrokî de, divê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, pir reng û ne navendî hewldan bên pêşxistin û gav bên avêtin. Lîna wiha got, “Di pêvajoya şoreşê de jin bi releke girîng rabûn. Pêwîste jin beşdarî foruma destura nû ya Sûriyê bibin:”
Lîna Berekat diyar kir ku divê berjewendiyên gel di ser berjewendiyên herêmî û navdewletî re werin girtin û li xalên ku bikarin li ser li hev bikin, peyda bikin. Lîna Berekat her wiha bang li jinan kir ku beşdarî foruma destûra nû ya Sûriyê bibin.
Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ser girîngiya lidarxistina Kongreya Sêyemîn a Meclisa Sûriya Demokratîk axivî û wiha got: “Li seranserî Sûriyê rojane bûyerên nû diqewimin, bi taybet li bakur û başûr. Di demên dawîn de guhertinên xeternak derketin pêş, jê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve heta guhertina demografyaya herêmê. Lihevkirin û nelihevkirin jî aliyekî girîng ji hevsengiyên siyasî ne, lewre lidarxistina kongreyeke di vê qonaxa dîrokî de pir girîng e.”
Lîna Berekat li ser nêrînên Meclisa Sûriya Demokratîk ku di kongreyê de derket pêş, got: “MSD‘ê nêrîna xwe ya siyasî û mekanîzmaya çareseriya rast ji hêzên siyasî, partî, kesayetên serbixwe yên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dixebitin re pêşkêş kir. Di vê merheleya dîrokî û girîng de, divê hewldan were kirin da ku em nêrîna xwe bikin yek û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, pirreng û nenavendî gav biavêjin. Ev sîstem çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye. Em naxwazin rêjîma navendî ya ku bingeha wê yek reng û yek netewe, vegere.”
Lîna Berekat têkildarî danûstandinên Sûrî-Sûrî ev nirxandin kir: “Divê em ji bîr nekin ku em sûrî ne, tu cudahî di navbera me de nîn e. Divê em li ser maseya diyalogan rûnên. Di van danûstandinên niştimanî de divê hemû pêkhateyên sûrî tê de beşdar bibin.”
Lîna Berekat bal kişand ser girîngiya derbaskirina paşguhkirina rola jinan di siyasetê de û got: “Di pêvajoya şoreşê de, jinan di qadên siyasî û doplomasî de rola xwe ya pêşeng diyar kir û nêrîna xwe bi azad anîn ziman û daxwaza mafê xwe kirin, her wiha ji bo projeyên çareserkirina aloziyê pêşkêş kirin.”
Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêwîst e jin beşdarî foruma destura nû ya Sûriyê bibin…ANHA






