Rojnameya Ronahî

’Bi destpêkirina Şoreşa Rojava xwena min bû rastî’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Nivîskar Alan Ebdullah di temenekî biçûk de hewl da ku di warê nivîs û fêrbûna bi zimanê kurdî de xwe pêş bixe. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wî derfet dît ku di  parastin û pêşveçûna ziman û wêjeya kurdî rola xwe biîz e.

 

Li Rojavayê Kurdistanê gelek wêjevan û nivîskarên kurd hene ku xebat û kedeke berbiçav ji bo wêje û zimanê kurdî kirin e, navê xwe di pirrûkên dîroka xizmetkariya wêje û zimanê kurdî de nivîsandin e.

Nivîskar Alan Ebdella jî yek ji wan kesan e, ku ji temenekî biçûk de bûye hezkerê netew û zimanê xwe. Alan di sala 1987’an de li bajarê Qamişlo hatiye dunyayê. Ew di zaroktiya xwe de ji xwendinê hez nedikir, sedema wê jî ew bû (çima dibistanên bi zimanê me tune ne?).

Alan nêzîka salekê li Qamişlo ma lê tu kar bi dest nexist. Ji ber sedema rewşa aborî ya zehmet û ji neçarî, berê xwe da Şam û Libnanê. Di 1’ê Çileya 2022’an de tevlî dibistana şano ya girêdayî Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser bû. Piştî zêdeyî 9 sal û 7 mehan ku di xebatên ziman de kar dikir, di  12’ê Gulana 2022an ket nav xebatên Desteya Çandê û  derfetên nivîsandinê bêhtir li ber vebûn.

 

Xwendina wî

 

Alan Ebdullah refa nehan dubare xwendiye  û di wê demê de, helbest dinivîsandin û xwendina xwe ya amadayî li dibistana Alavên Çandiniyê xwendiye. Di zivistana 2012`an de vegeriya Qamişlo û  carekê, pirtûkeke kurdî di destê dostekî  dibîne, ji ber ku Alan şaş dixwend, jê re goti; ez dibînim tu dixwazî fêrî zimanê kurdî bibî, lewma berê wî dide Saziya Zimanê Kurdî ji bo xwe fêrî ziman bike. Di 1’ê Tebaxa 2012’an de, wî dest bi xwendina zimanê Kurdî kir.

Hêjayî gotinê ye ku di 11’ê  Îlûna 2012’an de, bi hevalên xwe re dibistanên kurdî vekirin û bê rawestandin du astên ziman bi dawî kirin.

 

Ji zaroktiya  xwe ve hezkiriyê şanoyê bû

HezkirinaAlan  ya şano ji zaeroktiyê ve bû, wî cilên dapîra xwe li xwe dikirin û henek bi malbatan re dikirin. Herwiha ev hesreta ku nivîsên şano di wêjeya kurdî de pir kêm in, ji 2014’an de bala wî kişand, ji xwe ev bû sedem ku ew hewil bide şano bi taybet ji bo zarokan binvîse ji bo ku zarokên kurdan bê par nemînin.

 

Ew di 19’ê Sibata 2014’an de, tevilî Akademiya Celadet Bedirxan ya ziman, dîrok û wêjeya kurdî bû. Êdî di wir de jî lîstikvaniya şano dike, herwiha dest bi nivîsa romanekê dike û di ber re jî sînaryo ji bo şano divîsand. Tiştên bala wî kişandibûn, nivîskarên romana kurdî kêm bûn, ji xwe yên sînaryovanên şanoyê li ber tunebûnê bûn. Di  akademiyê de jî sê sînaryo nivîsandin, 8’ê Adara 2015’an şanoyek li Kampa Newrozê de pêşkêş kir, 10 Adara 2015’an ji akademiyê derket û dest bi xebatên nava gel kir. Herwiha tevlî yekîtiya rewşenbîrên cizîrê bû.

 

Wêje û çîroknivîs

 

Alan gelekî li ser mijara çîroknivîsiyê rawestiya ye û bi zimanê kurdî  pir çîrok nivîsîne herwiha guh daye wêjeya zarokan, hêjayî gotinê ye ku 7 sirûd û 7 çîrok ji bo zarokan nivîsandiye. Wî ji wêjeya zarokan hez dikir, di nerîna wî de, zarok pêşeroja şaristaniya walatan e.

 

Hin mijarên wî yên ku  li ser sosiyal mediya

Qenatek li ser yûtiyûbê çêkir(Koma Stan) lîstikên xwe bi telefonan dikişandin û bi komek ji hevalên xwe li ser pêşkêş dikir, ji bilî hin skêtşan, 41 biwêjên kurdî kir wek kurtefilman û li ser qenatê weşandin, tevî alîkarî pê re nedibû lê li benda alîkariyê jî nedima, bi çi awayî ba xwe diqedand.

 

 

 

 

 

Berhem

Berhemên nivîskar Alan Abdullah wiha ne:

( Çar perde) ya şanoya zarokan, çar mijarên girîng tê de rave dike. (Dista pişaftinê, li ser şerê taybet e, derhênerî û lîstikvaniya wê li dibistanan kiriye).

(Gula pîroz), li ser wateya şehadetê ye, derhênerî û lîstikvaniya wê li akademiyê kiriye û di kovara şermola ya wêjeyî de hejmara 15an de hatiye weşandin)

(Newroz, çîroka Kawayê Hesinkar e, derhênerî û lîstikvaniya wê li dibistanan kiriye)

(Pêşeroja wendayî, li ser zarokên ku xwendina xwe berdidin û li kolanan kar û parsê dikin) ev pirtûk ji hêla Dîwana wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatiye nirxandin û di pirojeya ç apê de ye.

Romana bi serenavê Dergûşa Kalê Min, 7 salan pê re dirêj kir.

Şanoyek bi vavê (Refikên Rizyayî)şandiye kovara Şermola.

Bi Kurteçîroka bi navê (Dil Pîr Nabe) di pêşbirka yekîtiya Efrîn de beşdar bûye.

Kurteçîroka wî ya bi navê(Nêta zewacê) şandiye Kovara Sîwanê.

Di mihrîcana Rojava ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan de bi çîroka xwe ya bi navê(Liba dendikê) xwend û bi dibistana şano re bi şanoya ( Komeleya Wêjeyî ) beşdar bû.