Rojnameya Ronahî

Zêdetir Jin Zêdetir Ziman

Xecê Şen

Xwînêrên hêja, min di nivîsên me yên beriya vê de li ser dîroka Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî û taybetmendiya wê nivîsî bû. Ez ê di vê nivîsa xwe de jî balê bikişînim ser zayendîperestiya Kovarê û nêrîna Celadet Bedirxan a zayendîperest.

Çima Celadet Bedirxan û çima zayendîperestî?

Her weku min di nivîsa xwe ya beriya vê de jî anîbû ziman, gelê kurd û taybetî jî saziyên zimanê kurdî û çapemeniya azad a kurdan, bi salan li ser rêz û rêçikên Kovara Hawarê ya ku Celadet Bedirxan pêşengtî dikir xebatên xwe dimeşandin û hê jî dimeşînin. Taybetî jî saziyên ziman ên ku hîndekarî û perwerdehiya zaravayên kurmancî û kurdikî (dimilkî-zazakî) yên zimanê kurdî dikin li ser esasê rêzimana Celadet Bedirxan diçin û ji bilî rêzimana wî heta niha tu rêziman ji aliyê saziyên hindekarî û perwerdehiyê nehatine pejiradin jî. Gelê kurd ewqas qedir û qîmetê didin Celadet Bedirxan. Li gor baweriya min divê were dayîn jî û jixwe îtîraza tu kesî ji vê yeke re tuneye. Lê li gor ramana min divê hêla wî ya zayendîperestî were dîtin û were rexnekirin. Ji dîroka mirovahiyê û heta niha pênaseya ku ji bo zimanê zikmakî anku zimanê dayîkê hatiye kirin, ew pênaseya “zimanê dayîkê” Celadet Bedirxan têk biriye û li şûna wê zimaneke li ser esasê “ZILAMEK Û ZIMANEK” pênaseyeke nû kiriye. Anku ramaneke nû li ser esasê mêrperestiyê ji bo ziman pênase kiriye. Mixabin ev pênaseya zimanê mêrperestî bi awayeke şênber di hemû rêz û rêzikên Kovara Hawarê de xwe ava kiriye. Ji bo ku mijar şaş neye fêm kirin, dixwazim ji bo şênberiya mijarê bi yek ser nivîsa ku Celadet Bedirxan bi xwe nivîsiye û di Kovara Hawarê de bi halê wê yê resen ve di vir de bidim xuyakirin.

ZILAMEK Û ZIMANEK’

 Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeke li saz bike û carîna zimaneke mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê diaxivin û mexsedên xwe pê eşkere dike.

 Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jinyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rilîber dizen, dijin û dimrin.

 Ji zimanên mirî hin hene warkor û ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserên mezin, kitêbên hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî tene xwendin. Lê ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devikî ne û tu kes bi wan napeyive. Lê Evropa latînî, li rohilatê nizing Îbranî zimanine miribûn. Latînî îro ji zimanekî miri ye. Lê herçi Îbranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.

 Belê, Celadet Bedirxan bi mijara xwe ya “ZILAMEK Û ZIMANEK ve ji bo pêşxistin û jîndeweriya zimanê kurdî û zimanên zindî ku di Kovara Hawarê de hatiye weşandin pênaseyekî bi vî rengî kiriye.

Lê ev pênase ji heqîqeta ziman û ji heqîqeta jinê ya hebûn û xwebûnê pir û pir “DÛR”e. Dema ku mirov li ser dîroka heqîqeta mirovahiyê û heqîqeta jinê lêkolîn dike û belgeyên dîrokî yên li ser ziman dixwîne, mirov dibîne ku fikir-hizr û hişmendiya civakbûnê li ser hîma herî bingehîn a felsefeya jinê û zimanê dayîkê hatiye avasazkirin.

Di serî de felsefe, zanyarî, mîtolojî, bawerî, çand-hûnerê û wêjeyê bigire heta hîndekarî û perwerdehî û hemû beşên civakê li ser binesaziya rêz û rêçikên zimanê zikmakî ya dayîkê hatine avasazkirin. Ev heqîqeta zimanê dayîkê taybetî jî herî zêde di qada Bizîşkî (TIPÎ) de xwedî pênaseyeke xwe ya şahane heye. Di qada bizîşkî ( TIPÎ) de ji ziman re jî zimanê zik-mak-î anku zimanê dayîkê tê gotin. Gotineke ya bizîşkî (TIPÎ) heye dibêjin; “Zimanê Zikmakî” anku zaroka ku hêj ku di zikê dayîka xwe de ye û nehatiye dinê re tê gotin. Her wiha li gor lêkolînên ku li zanîngeha Pasilif Lutheran hatine kirin, zarok hêj ku di zikê dayîka xwe de û di 10’emîn hefteyên xwe de ye, hînê ziman û dengê tîpan dibe. Lêkolîner Christine Moon dibêje; “Ev lêkolîn cara yekemîn e ku di derbarê ziman û zarokê ku ji beriya zayînê, anku hêj di zikê dayîka xwe de ye hatiye kirin.

Li gor lêkolînê, zarok hê ku di zikê diya xwe de ji %40 hînê ziman û dengên tîpan dibe.” Ev jî tê wê wateyê ku dayîkê bi hîs, hest, raman û lorîkên xwe û danûstandina ku bi zaroka xwe re datîne, zarok hê ku di zikê wê de ye tê perwerdekirin. Dema ku dayîk zarok tê dinê û şûnde,  bi qasî mijandina şîrê xwe, ew zarok hem hînê zimanê zikmakî yê dayîkê û hem jî hînê zimanê biyanî dibe. Bêguman tişta ku di vê lêkolînê de jî derketiye holê jî diyar dike ku  zanyara ziman û mamosteya ziman a yêkemîn jin-dayîk e. Ev rastiyek e û hemû felsefemedar û zanyarên cîhanê vê yekê piştrast dikin. Ji ber vê yeke mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku zimanê dayîkê îfadeya jiyana mirovahiyê ya herî azad e. Li gor baweriya min dê ev pênaseyeke ne şaş be û dê pênasekeye herî di cihê xwe de be. Her wiha ji ber heqîqeta felsefeya “Jin Jiyan Azadî” dibêjim ZÊDETIR JIN ZÊDEDIR ZIMAN Û ZÊDETİR JIN ZÊRDETIR JIYAN…..!

Her Bijî Zimanê Dayîkê!

Jin Jiyan Azadî!

Çavkanî: Kovara Hawarê ya weşanxaneya j&jyê. Hejmar 40/rp-757.