Rojnameya Ronahî

’Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanc ji tecrîda giran ya li ser Rêber Apo têkbirina vîna gelê Kurd û tevahiya gelên azadîxwaz e. Herwiha dan xuyakirin ku ew ê bi bilindkirina asta têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Birûc Resûl \ Qamişlo

Di 15’ê Sibata 1999’an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Girtîgeha Îmraliyê ku Rêber Apo lê tê girtin, weke pergalake hovane û bêhiqûqî hatiye avakirin. Avakarên vê pergalê jî hêzên hegemon yên  navneteweyî ne. Dewleta Tirk a dagirker û bi hinceteyên cûda hevdîtina  Rêber Apo bi parêzer û malbata wî asteng dike. Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, parêzer û malbata wî bi 100’ê caran serlêdan kirin e, lê her dem bi hincetên vala û  ne rast  hatine redkirin û ev zêdeyî 2 sala ne ku tu agahî li ser Rêber Apo nehatiye girtin .

Derbarê Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo Ehmed Hemo û mamosteya wêje û zimanê Kurdî Yara Sarim ji rojnameya me re axivîn.

’Tecrîd li ser tevahiya gelê Kurd e’

Yara Sarim diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahiya gelê Kurd e û wiha got: “Rêber Abdullah Oclan ev 24 salan di bin tecrîdeke giran a dewleta Tirk de ye. Em wekî jin tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocelan şermezar dikin. Her wiha ev tecirîda ku tê meşandin li ser Rêber Abdullah Oclan , de heman demê de li ser tevahî gelê kurd e, ev sûcekî dijmirovî ye. Dewleta Tirk a dagirker herdem hewil dide ku belavbûna fikrê azad yê Rêber Apo asteng bike û kurdan qir bike. Lê em bi felsefeya Rêber Abdullah Oclan dijîn û li ber xwe didin.”

’Bêdengiya navnetyewî dewama komployê ye’

Yara da zanîn ku bêdengiya hêzên navnetewî, dewama Komploya Navnetewî ye û wiha domand: “Bêdengiya hêzên  navneteweyî li hemberî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo, tê wateya erêkirina tecrîdê û dewama komploya navnetewî ye. Her kes dizan e ku dewleta Tirk bê destekdayîna dewleteyên rojavayî, nikare tu biryarê bistîne, di dîlgiertin û tecrîdkirina Rêber Apo de jî, rola hêzên rojavayî sereke ye.”

’Armanc dagirkeriya Tirk têkbirina projeya Netewya Demokratîk e’

Yara Sarim bang li rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî kir ku li hemberî tecrîdê xwe bêdeng nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca dewleta Tirk ji tecrîda giran ya ser Rêber Apo têkbirina projeya Newteweya Demokratîk ku li ser bingeha xuşk û biratiya gelan pêş ketiye. Em wekî jin ku bi fesefeya Rêber Abdullah Ocaln tevdigerin, em dibêjin ku azadiya wî a fîzîkî wê bibe azadiya tevahiya jinên azadîxwaz. Em bang li rêxistinên hiquqî û yên mafê mirovan dikin ku bi erkê xwe rabin û li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.”

’Wê nikarbin fikrên Rêber Apo sînordar bikin’

Endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo Ehmed Hemo jî, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker wê nikarbin bi tecrîdê fikrên Rêber Apo sînordar bikin û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe tevahiya mirovahiyê ronî kir. Heta ku Rêber Ocalan fîzîkî azad nebe, em nikarin behsa azadiyê bikin, heta ku azadiya fîzîkî ya  Rêbertî misoger nebe, em qet naskinin, herwiha em ê asta berxwedanê bilind bikin.”

Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’

Ehmed Hemo da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê tunekirina gelê Kurd e û axaftiina xwe wiha qedand: “Armanca dewleta tirk ewa ku bi tecrîda li ser Rêber Apo gelê kurd tune bike. Bi taybet dixwaze hêza  jin û ciwanan lawaz bike. Rêber li Îmraliyê ye, lê giyanê me her dem bi wî re ye. Em bi felsefeya wî dijîn. Divê dijmin baş bizane ku kes nikare me ji felsefeya Rêber Apo qut bike. Heya ku Rêberê me azadiya fîzîkî bi dest nexe, em gelê kurd nikarin azad bibin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e.”