Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jina evîndara xwezayê

21/07/2018
in Uncategorized
A A
Jina evîndara xwezayê
Share on FacebookShare on Twitter

Jina kedkar û xwezahez Selwa Ehmed di nav zeviyan de pezê xwe diçêrîne û şivantiyê dike. Selwa dibêje xweza çavkaniya jinê ya herî girîng e.
Jina kedkar û xwezahez Selwa Ehmed ku 35 salî ye û ji Çiyayê Kizwanan e anî ziman ku jiyana wan girêdayî xwezayê ye û diyar kir ku ew kêfxweşî karê şivantiyê dike û bi vê yekê debara xwe dike.
Selwa Ehmed da zanîn ku hevserê wê li Lubnanê dimîne û ew ji zarokê xwe re dibe bav jî û wiha got: “3 zarokê min hene û hevserê min li Lubnanê dixebite. Ez ji zarokê xwe re hem dibim dê hem dibim bav. Ez dixebitim ku zarokên min hewceyî kesî nebe. Nêzî 50 pezên me hene û me zeviyek kirê kir ji bo em pezê xwe lê biçêrînin. Cihê me li gor çêrandina peza duguhere. Niha ez li gundê Tarûqê yê Til Temirê me.”
Selwayê da zanîn ku jiyan û debara wan bi xwezayê ve girêdayî ye û wiha dewam kir: “Dema ku baran bibare xweza bi bereket dibe û geş dibe. Lê dema ku baran tunebe em nikarin pezê xwe jî biçêrînin. Jiyana me her bi xwezayê ve girêdayî ye. Mast, penêr, rûn, toraq hemû bi saya pezê xwe em çê dikin û difiroşin.”
Selwayê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Çiyayên Kizwanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em li Çiyayê Kizwanan bûn me ji ber çeteyên DAÎŞ’ê nikaribûn ku pezê xwe biçêrînin. Wekî ku em di zindanê de bûn. Lê piştî ku YPG û YPJ’ê Çiyayê Kizwanan ji çeteyan paqij kirin em azad bûn. Piştre me dikaribû ku pezên xwe biçêranda…RonîdaHacî/Tiltemir

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.