Rojnameya Ronahî

Ji warê Doman û Xido şervanê tembûrvan

Nehîr Pale

Alan Hecî Ebdo sala 1996’an li gundê Şêranê yê dikeve başûr û rojhilatê Kobanê ji dayîk dibe. Dîroka gundê Şêranê vedigere sedsala 19`emîn BZ. Kokên hunermendên mîna Baqî Xido, Mihemed Dûman li xaka Şêranê ya Kobanê vejîn bûne, ew jî zarokên wê xakê ne. Gotinên hunermend Mihemed Dûman ku dibêje: “Em pirin, em gelek pirin teyrekî bazê hurin eger em hevdû bigrin qet çav me nabirin”. Bi riya hunerê berdewamkirina hebûna Kurdan îfade dike. Li pey Mihemed Dûman, Baqî Xido, Hafiz Kor, Mişo Bekbûr Berazî û hwd. Gelek keç û lawikên Kobanê niha li tembûr, Cimbiş û Ûdê dixin û hebûna Kobanê bi riya hunerê diparêz in.

Alan çawa fêrî tembûrê dibe?

Temenê wî 6 salî ye, bi riya televizyonê dema ku li awazan guhdar dike, hêdî-hêdî tovên hezkirina tembûrê di dilê wî de şîn dibin. Li gel kurê xaltîka xwe Amed bi qasî derfetên li gel wan hene, tenekeyên rûn, text û têla frêmê pisklêtan tembûrê ji xwe re çêdikin. Li çolê dûrî gund dirûnin û ji xwe re li tembûra xwe dixin. Heyanî 3 salan bê ku kesek wan fêr bike, ew xwe perwerde dikin.

Çîroka Alan a koçberiyê

Malbata Alan sala 2004`an ji gundê xwe derbasî bajarê Minbicê dibin. Rêwîtiya wî 11 salan di navbera xwendin, kar û hunerê de didome. Dema ku derfeteke biçûk dibîne xwe fêrî Cimbiş û Gîtarê jî dike. Ji bo kar derbasî Iraqê, Lubnan û Tirkiyê dibe û herî dawî sala 2015`an vedigere xaka xwe Kobanê.

Dibe şervan û sazbendê welatê xwe

Rêber APO ji bo hunerê dibêje: “Bê huner em nikarin behsa hebûna civakan bikin”. Eger sînordar be jî civak dikare bi riya hunerê jinûve xwe vejîn bike û nasnameya xwe îfade bike.`

Şervanê sazbend Alan Ebdo sala 2016`an li Kobanê tevlî YPG`ê dibe û perwerdeya xwe ya fêrkirina tembûrê dewam dike. Dema ku qeza derbas dike 6 mehan li erdê dimîne, lingên wî dişkin û ew di vê demê de li ser tembûrê dixebite û xwe kûr dike. Niha gihiştiye asta ku dikare hestê xwe bi riya tembûrê îfade bike, muzîkên kurdî yên berê vejîn bike.

Tûra fêrbûyîna tembûrê li Kobanê û gundewarên wê fereh dibe. Berê jî hezkirina tembûrê di dilê xelkê Kobanê de mezin e, ji bo fêrî lêdana tembûrê bibin dikarin bi kîlo metreyan bimeşin û ji vê yekê nawestin. Niha li Kobanê û gundewarên wê, li hemû gund û bajarên ku xelkên Kobanê lê hene, dibe ku li malbatên wan kesekî li tembûrê bide, hebe.

Bi taybet piştî şoreşa Rojava derî ji pêşketina hunerê vebû, TEV-ÇAND kom avakirin û dest bi perwerdekirina keç û xortan kir. Alan Ebdo jî kî jê bixwaze wî fêrî tembûrê bike bi wan re dibe alîkar û wan fêr dike. Hezkirina Alan a tembûrê mezin e, di şer û koçberiyê de jî dev ji tembûra xwe berneda, niha şervane û di nava hevalên xwe de li tembûrê dixe. Dengê tembûrê bi riya şervanê YPG`ê Alan Ebdo dighîje guhê mirovan û hezkirina wê dikeve dilê wan de. Alan parçeyek ji Kobana berxwedê re û tembûr jî bûye parçeyek ji canê Alan.