Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinan salvegera damezirandina meclîsê pîroz kir

21/07/2018
in Uncategorized
A A
Jinan  salvegera damezirandina meclîsê pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Di çalakiya pîrozbahiya salvegera yekemîn a damezirandina Meclîsa Jin a Tebqayê de hate gotin ku ne ji Şoreşa Rojava buya jinan mafên xwe bi dest nedixist.
Meclîsa Jinên Tebqayê bi boneya salvegera yekem a damezirandina meclîsê şahiyek lidar xist.
Şahî li hewşa avahiya meclîsê ya li taxa Sanî ya bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Hewş bi şirîtên renge reng, wêneyên şehîdên YPJ û YPG‘ê, dirûşmeyên “Jin, Jiyan , Azadî” û “Jina zana bingeha avakirina civakeke saxlem e” hatibû xemilandin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind Elî, Seroka Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.
Di şahiyê de Rêvebera Meclîsa Jinên Tebqayê Sûad Oso bi xêrhatina beşdaran kirin.
Sûad Oso got, “Ne ji Şoreşa Rojava buya em nedighiştin asta damezirandina meclîsan û jinan mafên xwe bi dest nedixist. Damezirandina Meclîsa Jin, serkeftina li hember zilm û kolekirina jinan e.”
Sûad Oso, her wiha karê ku meclîsê di nava salekî de pêk aniye bi bîr xist û destnîşan kir ku meclîsê giraniya karê xwe da ser perwerdekirina jinan û vekirina projeyên aborî.
Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Reşa Taha jî axivî û got “Jinên herêma Tebqayê soza şopandina xeta şehîdan dane da ku em bi azadî bijîn.”
Piştî axaftinan, Koma “Beraim Tebqa” ya girêdayî Komîteya Çandê dilanên gelêrî pêşkêşkirin. û li ser hovîtiya DAIŞ’ê helbest hatin xwendin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.