Rojnameya Ronahî

Hilbijartinên Tirkiyê ji Sûriye û Rojhilata Navîn re jî girîng in

Zekî Bedran

Hilbijartinên Tirkiyê man tura duyemîn. Cara yekemîn e ku ev pergala vê hilbijartinê tê pêkanîn. Hewl didin rejîmek siyasî ya sosreta ya şêweyê Tirk ava bikin. Dixwazin pergala faşîst û otorîter ku Erdogan serkêşiya wê dike, hewl didin serwerî tevahî dewletê û mayînde bikin. Erdogan kampanyayek hilbijartinê ku ji dad û mercên wekhev dûr da meşandin. Partiyên muxalefetê ne tenê bi eniya faşîst a AKP-MHP’ê re şer kirin. Li hemberî muxalefetê heman demê de dewlet jî kete hilbijartinê. Erdogan tevahî hêza dewletê bikar anî. Di destpêkê de zagonên hilbijartinê guherandin, pergaleke ku dengê gel bidize ava kirin, bergiriyên jirêderxistina vîna gel girtin. Ji derveyî wê, di pêvajoya hilbijartinê de qasî ji destê wî hat derew, îftira û propogandaya reş da meşandin. Ragihandina ku desteser kiriye bi yekalî û bê însaf bikar anî. Li gel van tevahiyan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de biser neket.

Ji bo tura duyemîn a hilbijartinan jî dîsa tevahî derfetên dewletê bikartînin û kampanyayê dimeşînin. Demek kurt ji hilbijartinê re ma. Erdogan bi avantaja serkeftina tura yekemîn bidest xistî hewl dide muxalefetê biperçiqîne. Li gel vê eger muxalefet û yên dixwazin ji vê rejîmê xilas bibin, eger helwestek bi bandor nîşan bidin û gel bibin ser sindoqan dê bikaribin Erdogan derbas bikin. AKP li gorî hilbijartina beriya niha ji sedî 7 deng winda kiriye. Eger muxalefet baş bi kar bîne avantajên girîng hene. Eger Erdogan bêje ez bi ser ketime jî dê bi cudahiyek girîng winda bike. Wê demê kesekî ku nîva gel wî naxwaze nikare demek dirêj bi rihetî li ser desthilatiyê bimîne. Ji bo têkoşîna siyasî hertim dê derdoreke zindî hebe.

Erdogan di kampanyaya hilbijartinê de polîtîkaya êrişkar û xwe dispêre dagirkeriyê veneşart. Di daxuyaniya dawî de jî got ku leşkerên xwe ji Sûriyê nakişîne. Venekişandina leşkeran kêm zêde ketibû rojevê. Di hevdîtinên hevpar ên Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Rûsyayê de, hikûmeta Şamê bidawîkirina dagirkeriyê dianî ziman. Aliyê Tirk jî tu car vekişandina leşkeran nedianî ziman. Nedixwest ev mijar were rojevê jî. Bi awayekî li Sûriyê ketibû çiravekî. Nekarîbû bi çeteyên li dora xwe komkirî hikûmeta Şamê hilweşîne û di qirkirina Kurdan de jî tişta ku dixwest bi encam nekiribû. Penaberên Sûriyê jî bibûn pirsgirêk. Ji ber wê jî hewl dida bi hikûmeta Şamê re bibe hevkar, Kurdan, rêveberiya xweser têk bibe û ji penaberan xilas bibe.

Piştî ku rêveberiya Şamê li ser lingan man, welatên Ereb jî bertekên xwe guhertin. Herî dawî Sûriyê xistin nava Yekîtiya Ereban. Beşar Esad beşdarî civîna Yekîtiya Ereban bû û daxuyanî da ku tişta ji herêmê re herî zêde xeteriyê çêdike hişmendiya Osmanî ya ku dixwaze belav bibe. Eger rêveberiya Esad li gorî van nirxandinan tev bigere û hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya Sûriyê bidomîne, dê pêşiya Tirkiyê bê girtin. Ji ber ku Tirkiyê vê dizane, serî li lîstokên nû dide. Tirkiyê karî ku pêvajoya Astanayê veguherîne dijberiya Kurd û rêveberiya xweser. Niha jî hewl dide hevdîtinên çaralî li ser dijminahiya Kurdan bide rûniştandin.

 

 

 

 

Piştî hevdîtina çaralî, yek ji herêma rêveberiya xweser Minbicê êrişên SÎHA yan destpê kir. Di rojên dawî de êriş pêk hatin û hêzên QSD’ê hatin hedefgirtin. Ji derveyî wê hêzên leşkerî yên girêdayî Şamê jî hatin armancgirtin. Beriya niha li vê herêmê di encama lihevkirinên bi DYA yê re pirsgirêkên li vir çareser bibûn. Niha jî hêzên Rûsya û Sûriyê li herêmê bi cih bûne. Li Minbicê êrişên SÎHA’yan çênebibûn. Çi çêbû ku di carekî de ev cih evqas bû armanca êrişan? Eger ev yek ji berteka Rûsyayê cuda bê destgirtin dê ne rast be. Qada hewayî girêdayî Rûsyayê ye. Kobanê jî di venêrîna Rûsyayê de bû. Lê êrişên SÎHA’yan hertim berdewam kirin. Rûsyayê pejirandibû. Qasî tê fêmkirin niha ji bo Minbicê jî heman erêkirin heye. Jixwe plan û hewldanên wan ên ji bo Minbicê hebûn. Bi taybet jî hewl didin li vê herêmê rêveberiya xweser ji holê rabikin. Eger Tirkiyê bi xwe jî negire, dixwaze rejîma Sûriyê Minbicê bigire. Çavdêr tînin ziman ku ev plan bi Rûsyayê re hatiye danîn.

Erdogan di demeke ku bi hilbijartinê ve mijûl bû jî, êrişî Minbicê kir. Ev êriş dide nîşan ku tu niyeta Erdogan a bidawîkirina dagirkeriyê û avakirina aştiyê tune ye. Li hemberî vê em dibêjin ku daxuyaniya B. Esad a di civîna Yekîtiya Ereban de girîng e. Bêguman dê rêveberiya xweser destekê bide vê bertek û daxuyaniya Esad. Tirkiyê Sûriyê rûxand. Hîn jî destê xwe jê nakişîne û dixwaze tevlîhev bike. Ya girîng ew e ku rêveberiya Şamê rast nêz bibe û Rûsya destekê nede polîtîkaya êrişkar a Erdogan.