Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dosya ‘dijminatiya Kurdan’ wê radestî kê bikin?

24/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
1200 maskeyên gerîla
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de rojên zor û zehmet li pêş Komara Tirkiyê bûn. Li navendên Ewrûpa axa wan dihat dabeşkirin, lê ew vedigeriyan êrişî gelên Anatolyayê dikirin.

Ketibûn nav hewldanan ku li gorî nasnameya ‘Tirk û Sunî’ li ser bingeha netew-dewletê komarek ava bikin. Wisa kirin. Li ser vî esasî Ermen, Rûm, Asûr û Siryan tune kirin. Gelê Xirîstiyan jî ji Anatolyayê derxistin. Çerkez, Ereb û Laz ên Misilman jî di nav nasnameya Tirkbûnê de helandin. Anîn wê astê ku ev gel nikarin ji bo xwe tiştekî bixwazin.

Lê ji bo Kurdan li benda dawiya şer sekinîn. Şer bi dawî bû. Bi peymana Lozanê jî sînorê tişta ku xwestibûn bi destxistibûn û vegeriyan êrişî Kurdan kirin.  Dixwestin Kurdan jî tune bikin û bigihîjin armanca xwe ya nijadperest.

Ji wê rojê de dosyayek wan ya dijminatiya Kurdan heye. Dema ku desthilatî tên guhertin vê dosyê radestî hikûmeta nû dikin. Ev yek sed sala waha dewam dike û tê. Û ev yek bû çandek.

Ev dosya dijminatiya kurdan 20 sal e di dest Erdogan de ye. Ji bo desthelatdariya xwe bidomîne êrişî Kurdan dike. Di dagirkeriyê de, di talanê de, di girtin û zîndankirinê de, di guhertina demografiyê de, asîmîlekirina ziman de, tunekirina çand û hunerê de, li gor pîvanê wê dosyê tevdiger e. Gelek caran jî derdiket derveyî talîmatên vê dosyê û li gor xwe hin xal lê zêdedikir.

Di referandûma 28’ê Gulana 2023’yan de hilbijartina ‘ka em ê vê dosyê radestê kî bikin’ heye. Di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de, heroj di ekranên televîzyonên wan de pêşbirka qirkirina kurdan heye. Herkes sond dixwe û dibêje ezê li gor dosya dijminatiya kurdan tevbigerim û xalên nû jî ezê lê zêdekim.

Di şeva hilbijartinên 14’ê Gulanê de tiştek qewimî. Musteşarê MÎT’ê yê berê Şangal Atasagûn, bi Kiliçdaroglu û Erdogan digere derbarê aqûbeta hilbijartinan de bi telefonê sohbet dike. Dibêje “gel deng dide em jî encamê destnîşandikin. Me hilbijartin bire tûra duyem û kî ji we pîvanên vê dosya dijminatiya kurdan pêkbîne emê dosyayê-serokomartiyê bidin wî”

Û ji 15’ê Gulanê ve ji bo herdû kesan, kampanyaya xwe îspatkirinê dane destpêkirin. Kiliçdaroglu jî ji bo ku ev dosya carekdinan nekeve dest Erdogan peyvîn berê 14’ê Gulanê hîç bi kar nedanî îroj bi hêsanî bikartîne.

Erdogan kesek dijminê kurdan e, namzetê sêyemîn yê tura yekem, faşîst Sînan Ogan girt cem xwe. Ogan roja piştgirî dayina xwe ya Erdogan deklere kir, ev hevok bikaranî: Dive ku em partiyên kurdan ji siyaseta Tirkiyê paqijbikin.

Dema ku van gotin û peyvên dijminatiya kurdan bilindibûn Kurdan jî ji bo ku ev dosya nekeve dest Erdogan, xebatên hilbijartina 28’ê Gulanê dikirin. Kurd ne ji bo ku Kiliçdaroglu were desthilatdariyê wê li gor pîvanên dosya dijminatiya Kurdan tevnegerê. Kurd ji bo Kiliçdaroglu hîç nehatiye ceribandin, deng didin wî. Erdogan derveyê dosya dijminatiyê, dosyayek wî ya taybet a dijminatiya kurdan jî heye.

Heger Erdogan were bijartin, carekdinan bibe serokomar, seferên wî yên Kurdistanê wê dewambikin.

Lê ji bo Kurdan hilbijartin bi tenê encamek bû ku desthilatdariya Erdogan bi dawî bikin.

Kurdan hetanî roja me gelek qadên têkoşînê hilbijartin e. Nebû jî têkoşîna Kurdan ya azadiya Ocalan û Kurdistanê wê bê navber dewam bike. Di çanda kurdan de teslîmbûn tune ye. Di tu şertî de teslîm nebûne. Bila herin dîroka berxwedana zîndana Amedê bixwînin ew ê gotinin “teslimîyet dibe xiyanete” bibînin.

 

 

 

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.