Rojnameya Ronahî

Zîlan Ereb: Rola jin di kar û xebatên Şaredariya Dirbêsiyê de sereke ye 

Hevseroka Şaredariya Gel ya Bajarê Dirbêsiyê Zîlan Ereb diyar kir ku wan gelek pirojeyên ji bo paqijkirina bajar pêkanîne û got, rola jin di kar û xebatên Şaredariya Dirbêsiyê de sereke ye, ji bo parastina paqijî û jîngehê jî, divê gel alîkar be û bi erkê xwe rabe.

Feraşîn Herekol / Qamişlo

Şaredariya Gel roleke pir girîng di parastin baqijî û afirandina jîngeheke esaxlemde dilîze, herwiha di avakirina binesaziyê û saziyên cûrbecûr yên xizmetguzariyê, pêşxistina bajaran, misogerkirina pêşketina bajarî ya hevseng, roleke bingehîn dilîz e.

 

Şaredariya bajarê Dirbêsiyê jî ji bo parastina paqijiya bajar û rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyên ku bi sedema nepaqijiyê çêdibin,  bi pêşengiya jinan û li gor derfetên xwe, kar û xebatên girîng dimeşînin.

Derbarê kar û xebatên Şaredariya bajarê Dirbêsiyê ,Hevseroka Şaredariya Gel ya bajarê Dirbêsiyê Zîlan Ereb  ji rojnameya me “Ronahî ” re axivî û karê xwe bi berfireh nirxand.

Hevseroka Şaredariya Gel ya bajarê Dirbêsiyê Zîlan Ereb diyar kir ku di kar û xebatên Şaredariya Gel ya bajarê Dirbêsiyê de rola jin sereke ye û wiha axivî: “Di civîna salane ya şaredariyan ya ku li bajarê Qamişli tê lidarxistin, me wek şaredariya bajarê Dirbêsiyê pêşniyar kir ku Şaredariya me bi navê jinê kar bike .Hemû karên ku têne kirin em wek jin cudahiyê di navbera xwe û hevalên din yên mêr de nabînin , ji ber ku beriya şoreşê em li her derê  wek kole dihatin bikaranîn û ji bo vê jî me xwest di milê karê şaredariyê de rola xwe bidin pêş û nebêjin ev ne karê me ye.”

 

‘Bi çandina daran em hewl didin jîngehê biparêzin’

 

Zîlan dazanîn ku ew bi çandina daran hewl didin ku jîngehê biparêzin û wiha domand: “Di despêkê de me xwest ku em pirojeyên paqijkirina bajar bidin pêş . Ji ber ku paqijî ji paqijiya jîngehê destpê dike, me dar li hin deverên bajar wek deriyê  bajar ji aliyê navçeya Amûdê ve , Parka Kurdistan , Goristana Şehîdan û Rêyên giştî yên bajêr ,herwiha li hin deverên ku milet çopên xwe lê davêtin jî, çandin. Di heman demê de jî xwediyên jenatorên bajarê Dirbêsiyê her yek ji aliyê xwe ve dar pêşkêş kirin û çandin, . Ji bilî vê jî her pêncşem em wek şaredarî bi rêya komînan pêngavên paqijiyê li bajên pêk tînin da ku etmosfêreke paqij ji gelê xwe re peyda biki, herwiha di bajareke paqij de bijîn”

‘Me gelek rêyên bajar û bajarokên Dirbêsiyê sererast kirin’

Zîlan destnîşan kir ku wan gelek rê yên bajar û bajarokên Dirbêsiyê yên ku zirar gihiştibûn wan sererast kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Pirojeyên me di paqijkirina bajar de nesekinî , me gelek rêyên ku zirar gihiştibûn wan çi li bajar, çi li gundan bi rêya şaredariyên xwe yên li bajarokên ‘ Xas , Sêgir ,Qêrewan ‘ sererast kirin. Lê me girîngî da rêyên gundan ji ber ku li bajêr derfetên çûn û hatinê zêdetir bûn,  ema li gundan welatiyan gelek astengiyan di milê çûn û hatinê, dibînin. Li Sêgir ji bo sererastkirina riyan gel jî bi me re bû alîkar. Me makîne ji wan re pêşkêş kirin û me karekî hevbeş bi hev re kirin . Di heman demê de jî li Xas ê , jenetorên me xirab bûn , bi alîkariya gel me karîbûn ji nû ve wan çêbikin û elektrîk herwiha avê ji gelê  xwe re peyda bikin . Em gelek kêfxweşiyê bi hevkariya gel ya bi şaredariyê re, ji ber ku bê alîkariya gelê xwe em nikarin bi serbikevin.”

‘Ji ber kevinbûna makîneyan em astengiyan dibînin’

Zîlan di heman çarçoveyê de balkişand ser  astengiyên ku derdikeve pêşiya kar û xebatên şaredariyê de û got: “Di her karî de astengî hene , astengiyên me jî kevnbuyîna mekîneyên me yên ku em pê karê xwe dikin, ji ber kevnbûna wan zêde xerab dibin. Ji ber wê jî di hin aliyan de jî em zehmetiyan dibînin û zext li me tê kirin. Lê em bi heman şêwazî û li gor derfetên xwe zehmetî û astengiyên xwe derbas dikin’

‘Em bi hêvî ne ku gel di her aliyî de ji me re bibe alîkar’

Hevseroka Şaredariya Gel ya bajarê Dirbêsiyê Zîlan Ereb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvîdar in ku gelê me di her aliyî de ji me re bibe alîkar. Ji ber ku bê alîkariya gel şaredarî jî nikare bi tena xwe kar û xebatê bike.”