Reşo Qamişlo/ Qamişlo
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû Bekir da zanîn ku beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye û got, tevahiya hêzên ku li ser xaka Sûriyê xwe bi cih kirin e ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.
Di 15’ê Adara sala 2011’an de, gelên Sûriyê ji bo pêkanîna demokrasiyê li dijî rêjîma Sûriyê rabûn ser piyan. Hikumeta Şamê jî li hemberî xwesteka gel, dest bi kuştin û binçavkirinê kir û aloziya Sûriyê dest pê kir. Herwiha ji ber destwerdana hêzên derve, kirîza Sûriyê roj bi roj kurtir bû. Yek ji hêzên ku ji bo armancên dagirkeriyê destwerdana kirîza Sûriyê kir, dewleta Tirk a dagirker bû. Dewleta Tirk xwest bi riya gurkirina kirîzê û dirêjkirina wê, armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka kirîza Sûriyê ve û heta niha, zêdetirî 200 hezar kes hatin kuştin, 1 meliyon jî hatin girtin û bi hezaran kes jî hatine işkencekirin. Herwiha bi melyonan welatiyên Sûrî cih û warên xwe hiştin e û koçberî derveyê Sûriyê bûn. Di heman demê de di encama şer de bi 10’ bajar, bajarok û gund hatin xerabkirin. Herwiha tevahiya binesaziya Sûriyê hat rûxandin û bi taybet di aliyên tenduristî û xezmetguzarî û mirovî de kirîzên mezin derketin holê.
Di nava şer û kirîzê de, di 19 Tîrmeha 2012’an de, Şoreşa Rojava dset pê kir. Gelên herêmê li hemberî tevahiya êrîşan xwe parastin û xwe rêxistin kirin, herwiha bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê hat damezrandin û roj bi roj pêş ket. Di 18’ê Nîsana 2023’an de, Rêveberiya Xweser ji bo çaresekirina kirîza Sûriyê beyannamek ji 9 xalan pêk tê, eşkere kir. Herî dawiyê piştî 11 salan, Sûriyê vegeriya Komara Erebî û Serokê hikumeta Sûriyê Beşar Alesed beşdarî civîna Komara Erebî bû.
Di derbarê vegera Sûriyê li komkara Erbî û bandora wê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û insyatîfa Rêvberiya Xweser ya ji bo çareserkirinê, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû Bekir ji Rojnameya Ronahî re axivî.
‘Civînên Estana, Cinêv, Sûtşî û niha jî lûtkeya komkara erban bê encam bûn’
Silêman Ebû Bekir diyar kir ku hemû civînên ku ji aliyê hevalbendên hikumeta Şamê û hêzên ku Sûriyê dagirkirine ve hatin çêkirin, tev jî ne di xizmeta gelên Sûrî de bûn û wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha hevalbendên hemû hêzên di Sûriyê de yên weke Rûsiya, Îran û dagirkeriya Tirk, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek civîn li dar xistin e; weke Estana, Cinêv, Sûtşî. Herwiha li gor hevalbendan, armanc ji van civînan qaşo çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê armanca wan ne wisa bûn; tevahiya wan hêzan ji bo berjewndiyên xwe û li dijî xizmeta gelên Sûriyê kar dikrin. Ji ber vê yekê jî me dît ku ev civîn tev bê encam derketin û bi destwerdanên bê ser û ber ji aliyê hevalbendan ve, alozî xerabtir bû. Herwiha piştî 11 salan ji dûrxistina Sûriyê ji Komkara Erban, di heftiya debasbûyî de, me dît ku Sûriyê vegeriya Komkarê û di civîna Komkarê de jî beşdar bû. Gelên Sûriyê û Civaka Erebî tev bi çareserkirina aloziya Sûryê dihizirîn û bala wan li helwsta dewletên Erebî bûn, lê mixabin ne hikumeta Şamê û ne dewletên din jî, ji bo çareseriyê tu gav neavêtin.”
‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’
Endamê PYD’ê Silêman Ebû Bekir, da zanîn ku beyannameya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo pirsgrêkên Sûriyê riya çareseriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê, di 18’ê meha derbasbûyî de, beyannameyek ji neh xalan eşkere kir û dikeve xizmeta gelên Sûriyê. Herwiha sîstema demukratîk ya ku Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşîne; ew e nimûneya jiyana ku azadî û wekheviyê di nav xwe de vedihewîne,ye. Hêjayî gotinê ku qebûlkirnek ji vê beyannameyê re, ji aliyê gelek hêzên navnetewî ve encam da, ji ber dîtin ku ev beyanname bi temamî çareserî ye ji aloziya Sûriyê re ye. Herwiha hikumeta Şamê divê baş bizane ku ji bilî insiyatîfa Rêveberiya Xweser ne pêkan e ku tu çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê bibîn e. Herwiha em bang li gelên Sûryê bi giştî dikin ku ew jî ji bo çareserkirina vê aloziyê bi Rêveberiya Xweser re bibin alîkar da ku maf û azadiya xwe bi dest bixin.”