Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanc belavkirina çanda pirtûkan e

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Armanc belavkirina çanda pirtûkan e
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina pêşangeha pirtûkan belavkirina çanda pirtûkxwendinê ye, her wiha ji bo bîranîna rewşenbîr Hisên Şawîş e.

Bi sponsoriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo û bi tevlêbûna weşanxaneyan û saziyên çandî li Rojava  pêşangeha duyemîn a pirtûkan bi dirûşma “Em bi xwendinê dijîn” hat  lidarxistin.

Pêşangeha duyemîn bi navê rewşenbîr Hisên Şawîş (Herekol) hatiye binavkirin. Gelek weşanxaneyên Rojava, sazî û rewşenbîr tevli pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de baskê taybet bi pirtûkan heye, her wiha wê semîner di nava 5 rojan de werin dayîn û pêşangehên wêneyan werin lidarxistin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina pêşangehê ewe ku tevgera belavkirinê û pêşxistina xwendinê li herêmên Rojava – Bakurê Sûriyê bi pêş bixin. Bêrîvanê diyar kir ku ji bo bîranîna şehîdê rewşenbîr Herekol ku rola wî di tevgera çandê li Rojava de heye, pêşangeha wan tê lidarxistin.

Bêrîvan destnîşan kir ku ev duyemîn pêşangehe tê lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû zehmetiyan jî pêşangeha destpêkê baş derbas bû. Pêşangehê çanda xwendinê bi pêş xist.”

Îsal wê weşanxane, saziyên çandî, Akademiyên Civaka Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Çandî ya Suryanî, kovara Sormê, Pirtûkxaneya Manîsa, nîviskar Salihê Heydo, weşanxaneya El-Tekwîn, weşanxaneya El-Zeman, weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Nîviskarên Kurd a Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê yên Sûriyê wê tev li pêşangehê bibin.

Bêrîvan diyar kir ku tişta di pêşangehê de balê dikişîne ku baskekî taybet a pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, her wiha wê pêşangehên wêneyan bi tevlêbûna şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê were lidarxistin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid rola jinan di aliyê çandî de û bi rengekî teybet di pêşangeha pirtûkan a salane de anî ser ziman û wiha berdewam kir: “Di pêşangeha yekemîn de jinan roleke pir girîng lîst û nivîskar Ronak Mûrad di sala borî de hate xelatkirin li ser pirtûkên ku pê beşdar bû û hejmara wan 10 bû. Hejmara jinan di pêşengeha yekemîn de pir zêde bû, ji ber wê jî ew bi hêvî ne ku hejmara wan di vê pêşangehê de jî zêde be.”

Pêşangeha duyemîn a pirtûkan li Rojava di 20`ê Tîrmeha 2018`an de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Pêşangeh dê 5 rojan berdewam bike û ji saet 10:00’an heta 20:00`an vekirî be.

Yekemîn pêşangeha pirtûkan li Rojava, di 20`ê Tîrmeha 2017`an de bi dirûşma “Xwendin asoya ramanên mirovan berfireh dike” hate lidarxistin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.