Rojnameya Ronahî

Hawara Xwenasînê

Xecê Şen

Di heqîqeta dîroka gelê Kurd de gelek rojên bi wate û pîroz hene. Ji wan rojan yek jî roja cejna zimanê Kurdî ye. Ez roja cejna zimanê Kurdî di serî de li jinên ku bi salan in ji bo maf û azadiya zimanê Kurdî têdikoşin û li hemû gelên Kurd pîroz dikim.

Belê, 15ê Gulanê rojeke pir girîng û xwedî dîrokeke xwe ya pir kûr, dûr û hûr heye. Dibe ku gelek mirov vê rojê tenê weke roja cejna ziman bibînin û li gor ramana min jî divê were dîtin. Lê li gor baweriya min ev wê kêmpênase be. Her wiha dema mirov ji hêla dîrokî ve li ser vê rojê lêkolîn dike û di kûrahî û lêhûriya wê de diçe, mirov dibîne ku ev roj pêl bi pêl, li gor şert û mercên serdemî de hebûn û xwebûn domandiye û parastiye. Carînan li ser textên reş hebûna xwe nivîsiye, carînan li ser bedena laşên mirovan hatiye neqişkirin û carînan jî di rûpelên rojname û kovaran de bûye nivîs. Her bi awayekê hebûna xwe daye xuya kirin û xwebûna xwe parastiye.

Kovara Hawarê jî ji dîroka hebûna zimanê Kurdî yeke. Her wekû tê zanîn di 15’ê Gulana sala 1932an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Nêrîvan. Kamûran Bedirxan û her wiha dilsozên zimanê Kurdî Qedrîcan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û Seydayê Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl, Şakir Fetah, Lawê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Şîyar,Bişarê Sergman, Reşîd Kurd Goran, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, Hevîndê Sorî, Pîrot û Lawikê Kurd… Hawara Zimanê Kurdî anku Kovara Hawarê li Şamê dest bi weşanê kiriye. Her wiha Kovara Hawarê ji sala 1932 û heta sala 1943an anku 11 weşanên xwe domandiye. Ev zor girînge ku di şert û mercên herî zehmet yên sûrgûnê de û bi derfetên herî kêm Kovareke xwerû bi Kurdî bê derxistin û 11 salan jî weşana xwe bidomîne. Dema ku mirov li navên pêşengên Kovara Hawarê dinihêre mirov dibîne ku hemû ji welatên xwe sûrgûn bûne û çûne Şamê jiyana xwe bi hawara zimanê Kurdî berdewan kirine. Anku bûne hawara ziman, wêje û rewşenbiriya Kurdî.

Yek jî taybetmendiya Kovara Hawarê ew e ku cara yekemîn bi tîpên latînî zimanê Kurdî dest bi nivîs û weşangeriyê kiriye. Li gor ku me li ser elfabe û nivîsa Kurdî kiriye, beriya Hawarê hemû kar û xebatên ziman û wêjeya Kurdî bi tîpên aramî ku vêga wek (Erebî) tê zanîn hatine kirin. Îro jî zaravayên me yên Kurdî yên Soranî, Hewremanî, Kelhûrî û hwd. Ziman, wêje û perwerdehiya xwe bi tîp û nivîsa aramî dikin. Hêjayê gotinê ye ku bi derketina Kovara Hawarê ve bi tîpên wê yên latînî û bi dewlemendkirina wê ya ziman û wêjeya Kurdî ve nakokî û arîşeyên mezin jî di nav zimanê Kurdî û Kurdan de derdikeve holê. Ev jî rastiyeke. Lê ji ber ku mijara me ne li ser arîşeyên ziman in ez ê nekevim vê mijarê. Lewra mijara me li ser ziman û cejna zimanê Kurdî ye.

Di her dîrokeke Kurdan de heqîqetekê veşartî heye. Cejin jî pênaseya heqîqeta veşartiye. Di her serdemê de weku sembol ji bo jiyandin û jîweriya heqîqetê rojek tê dîyar kirin ku ew heqîqet her dem û dewran bijî û jîndewer bibe û di jiyanê de her bijî. Yek jî ji wê heqîqetê, heqîqeta Hawara Zimanê Kurdî ye. Ji bo ku her sal li ser vê heqîqetê şîkar û şîroveyên nû yên girîng bên kirin, ji bo ku kar û xebatên hîn mezintir ên pêşxitin û pêşdebirina zimanê kurdî bên kirin, pênaseyeke nû pêwîstbû û ew pênase jî bû 15ê Gulanê roja derxstina Kovara Hawar ê.

Di encama kar û xebatên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê weku Hawara Zimanê Kurdî di sala 2006 an de Tevgera Ziman û Pewerdehiya Zimanê Kurdî TZP Kurdî hat avasazkirin.

Dîsa di yêkemîn konferansa TZP Kurdî û Komîteya Zimanê Kurdî ya KNKê de 15ê Gulanê roja derketina Kovara Hawarê weku roja cejna zimanê Kurdî hat îlan kirin. Anku ji sala 2006 an û heta niha her sal li seranserê Kurdistanê roja cejna zimanê Kurdî bi çalakiyên cihêreng ve tê pîroz kirin.

Ez jî 15ê Gulanê roja cejna zimanê Kurdî vê roja pir girîng, pir bi wate û pir pîroz di serî de li jinên Kurd û hemû gelên me yên Kurd pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku ev cejin bibe wesîleya têkçûyîna dagirkeran û bibe wesîleya azadiya zimanê Kurdî û gelên Kurd.

15ê Gulanê Roja cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

Bijî Zimanê Kurdî!

Jin Jiyan Azadî!