Rojnameya Ronahî

Îranê sê kes bi dar ve kirin

Rejîma Îranê bi îdiaya ku ‘tevlî şerê li dijî Xwedê bûne’ 3 kes dar ve kirin. Dezgeha dadweriya Îranê ragihand ku 3 kesên ku bi tohmeta kuştina 3 endamên hêzên rejîmê di dema serhildana Jîna Amînî de hatine cezakirin û sibeha 19’ê Gulanê hatine bidarvekirin.

Hate diyarkirin ku Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yaqûbî di xwepêşandana li Îsfehanê de bi hinceta ku çek bi wan re bûn û ‘tevlî şerê li dijî Xwedê (mûharebeh)’ bûne, cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn.

Sê kesên di Mijdara bihurî de hatibûn girtin, di Çileyê bihûrî de hatibûn mehkûmkirin. Dezgeha dadweriya Îranê, van her sê kesan sûcdar dike bi kuştina sê endamên hêzên rejîmê.

Li gorî rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya sala 2022’yan a derbarê bidarvekirinê de, Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de ye. Bidarvekirinên li Îranê di sala 2021’û de 314 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bûye 576. Tê diyarkirin bîlançoya rastîn ji vê hejmarê girantir e.

 

“Em komarek hatiye darvekirin naxwazin”

Li gelek deverên Îranê, gel li dijî darvekirina sê girtiyên siyasî bertekên tund nîşanî dan. Piştî ku sê girtiyên siyasî yên bi navê Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yakubî hatin darvekirin, xwepêşanderên Zahîdanê piştî nimêja înê daketin qadan û dirûşm berz kirin. Piştî nûçeya bidarvekirina sê xwepêşanderên ku li Îsfehanê hatin girtin welat ket rewşeke aloz û nebaş.

Gelê Belûcê bi tûndî darvekirina 3 girtiyên siyasî yê di doza Mala Esfehanê de şermezar kirin û careke din nerazîbûna xwe ya li dijî hikûmeta Îranê bi qîrîna dirûşmên “Em komarek hatiye darvekirin naxwazin” berz kirin.

Xwepêşanderên dirûşmên “Birayê min ê şehîd ez xwîna te digrim” li kolanên Zahedanê hilgirtina wêneyên 3 girtiyên hatin darvekirin li hev kom bûn.

Dewleta Îranê bi girtina beşek ji malbatên girtiyên hatin darvekirin hewl dide rê li kombûnên nerazîbûnê û şopandina xelkê bigire û dengê wan qut bike. Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, dezgehên ewlehiyê ji xizmên din re gotine ku girtina wan dê dirêjtir bibe û ger agahdar bin dê rewş dijwartir bibe.

Ji aliyê din ve piştî belavbûna nûçeya bidarvekirina van girtiyan, xelkê hêrsbûyî li navçe û taxên curbicur ên Tahranê dirûşmên dijî hikûmetê berz kirin.

Xelkê bajarokê Negîn, Şahzabe, Tahransar û Ekbatanê dirûşemeyên, “Bimre Xamineyî”, “Bimre dîktator”, “Bimre komara darvekirî” berz kirin.