Rojnameya Ronahî

Bila Derba 28 Gulanê Mekintir Be

Fener…

Idrîs Henan

Hilbijartinên 14’ Gulanê jî li dar ketin. Tevî rêjeya bilind a beşdariyê, diyar bû çiqas çanda hilbijartinê li vî welatî lawaz maye û mirovên li dora civakbûyîna desthilatdariyê civiyane, esîrê tijekirineke cemawerî ya vala ne. Herdû aliyên hevrikên desthilatê; (itîfaqa gel – itîfaqa cimhûr), bê ku guh bidin çareseriya bingehîn a pirsgirêkên cidî yên welat, bi rêbazên windakirin û jirêderxistinên siyasî yên kûr, bi veşartina rastiyan û xapandina raya giştî re, dengên gel xistin rewşeke şîlo ku êdî nema dikare dengê xwe bi awayekî azad bi kar bîne. Ji xwe tirsandin, terorkirin, serdegirtin û oparasyonên qirkirina siyasî li her derê berbelav bibûn.

Pirsên çavdêriya biyanî ev yek zelaltir dikirin. Raya giştî ya cîhanê jî têgihaşt ku hilbijartinên 14’ Gulanê him yekparebûna xwe û him jî belansa wekhevî û edaletê ji dest dabûn. Erdogan, partiya wî, itîfaqa wî, saziyên dewletê û îmkanên wê bi awayekî keyfî ji bo xwe bi kar dianîn. Lew re; kampanyaya Kilîçdaroglu ji aliyê medyaya Tirkiyê ve hatibû paşguhkirin. Mirov digot qey Kilîçdaroglu namzêtê serokkomariya “Mozembîq e”? Lê ya Erdogan û MHP, kêlî bi kêlî, nefes bi nefes dişopandin. Ji ber vê jî me dît ku berî encamên fermî derkevin, çawa xwe serkeftî nîşan dan û raya giştî tevlîhev kirin. Vê yekê bi hatina ser sindoqan re isbat kir ku siyaseta Tirkiyê kirîzeke kûr jiyan dike.

Tevî hemû hewldanên li jor me rêz kirine û çewsandina desthilatdariyê ji îmkanên dewletê re, ajîtasyon û propagandayên medyayê, encamên derketine vê yek isbat dikin. Ne ol û ne jî netewperestiyê, serketina mutleq jê re anîn. Di bingeh de ne li benda encameke wisa bûn. Ne hilbijartinên serokkomariyê û ne jî yên parlamantoyê bi ser xistin. Herdû jî di bin zexta koalisyonan de man. Aliyek din ve; herdûyan jî hêza xwe ya referandûmê wenda kirin û hêza jin û ciwanan a ji sûcên desthilatdariyê re gotiye “Êdî Bes  e” derket pêş. Êdî kîjan alî jî bi ser keve, wê hedê wî sînordar be.

Aliyê xwe ve Kurdan û kîtleya demokratîk isbat kirin ku; yekîtiya gelan dikare rê li ber projeyên faşîzmê bigire û çendîn asta hovîtiya ku tê meşandin bilind be, fedekariya gel dikare rê li ber bigire û ji nav bibe. Carek din eşkere bû ku di helwesta gelê Kurd de guhertin çênebûye. Tevî hemû hewldanên qirkirin, zindanîkirin, zilm û zordariya bilind, diyar bû ku gelê me li Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya xwe tawîz nedaye û faşîzm li Kurdistanê bi biryardarî têk biriye. Berovajî analîz û gotinên helwest û nêzîkatiya gelê me lawaz dibînin, gelê me di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de gav paş ve neavêt û Kurdistan ji projeyên dagirkeriyê re kire goristan. Girîngî û dirustbûna sekna gelê me piştî çend roj di ser hilbijartinan re derbas dibin, xwe didin der. Ango; helwesta gelê me, bersiva pêşwext ji gotinên wezîrê faşîzmê Soylo re bûn ku carek din li ser ekranan projeya xwe ya millî rêz dikir û weke sedsalên navîn, belgeyên hemwelatîbûnê li xelkê belav kirin. Gelek eşkere projeyên xwe vedibêjin, lew re, pêwîste di 28 Gulanê de jî, helwesta li dijî faşîzmê hê zelaltir, bihêztir, û mekintir be ku seradên fena Erdogan û Soylo bi yek derbê ji nav bibin.