Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di hilbijartinan de ‘dergûşkîketin’

21/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek şîrove hatin kirin. Hinek hinekan serkeftî û hinekan jî binkeftî nîşan dide.

Li gorî tê xuya kirin, gelo mirov tu alî ne serkeftî û ne jî binkeftî bibîne rastir nîne?

Jiber ku di hemû hevbendiyan de, him aliyên serkeftî him jî yên binkeftî hebûn. Lewma, gelo mirov di zikhev de bêje “hemû hevbendî derkuşkî ketin” ne rastir e?

Ka em hinekî bala xwe bidin gotin û helwestên wan.

Hevbendiya MILET dibêje; hevbendiya CUMHUR bi ser neket. Ji bo xwe jî, hinek bi şermokî an bi delalî dibêje; em jî negihiştin armancên xwe, lê em ê di hilbijartina cara dudan de bi serkevin! Belê bahsa wê helwesta xwe ya xerab nakin a M.Akşenera ku ji masê rabû çû û paşê jî bi lîsteya navê xwe kete hilbijartinan.

Hevbendiya CUMHUR dibêje; hevbendiya MILET bi ser neket. Ji bo xwe jî dibêjî; erê me armanca xwe bi dest nexist, lê dîsa aliyê herî dengê zêde wergirt em in û di cara dudan de em ê serkeftî bin! Belê, behsa ji bo rêvberiya xwe bide meşandin dengên kêrhatî/têr nestandî nakin. Jixwe heke di rejîmek asayî/normal de bûna, ew rêveberî/hukûmeta wan hilweşiya bû.

Hevbendiya KED û AZADIYÊ jî dibêje; tu hevbendî negihiştin armancên xwe û ne serkeftî bûn. Erê em jî negihiştin armancên xwe, lê li Kurdistanê em partiya yekemîn bûn û di cara dûdan de em ê serkeftî bin! Belê behsa kêmasiya TIPê bi dengê bilind nakin, nabêjin; bû sedemên ku herî kêm em deh parlementeran ji dest xwe berdin.

Bêguman divê bêrêtî û bêexlaqî û kiryarên bêzagonî yên faşîzma AKP-MHPê, di pêvajoya hilbijartinan de da meşandin neyê paşguhkirin û jibîrkirin.

Bi taybetî jî van kiryarên xwe yên qirêj li Kurdistanê û li dijî Partiya Çepa Kesk(YSP) da birêvebirin. Hijmarek zêde dengên YSPê hildan, li ser navê MHPê dan jimartin. Bi vê kiryarê re xwest; di nava MHPê û YSPê de şerekî mezin rûbide. Lê bi hişyariyek hêja, ev lîska R.T.Erdogan negihişt mirazê xwe.

Jixwe êrîşên xwe yên qirker, li Başûr û Rojava jî bêrawestan û bênavber dewam dike.

Li gel vanan, du gumanên din jî yên balkêş hene.

Yek: Bi gurkirina van şerên dijwar, van hilbijartinan çêneke û dema hilbijartinan dûr bixe.

Dudu: Heke hilbijartin çêbibe jî, li gel lîstikan bi huner/sixtekariyên teknolojî ve jî, dengê xwe bilind nîşan bidin. Ger ku derfetên hundur û derve dest bide, bi radeyek dengê zêde serkeftina xwe ragihînin!

Wisa diyar dibe ku ji bo van kiryarên qirêj, derfet di destê faşîzma AKP-MHPê hebûn, lê guman heye ku ‘eqlê jor’ destûr neda û rê li ber van kiryarên wan ên genî û qirêjtir venekir. Bêguman ew ‘eqlê jor’, ne hetiriyê qenciya gelê me an jî gelên herêmê bûn. Belê bi tenê ew berjewendên dewletên xwe li ber çavan digrin.

Bêguman êdî gelê me û tevgera wê jî, dikare li goreyî van gumanan tevbigere û gihiştiye vê hişmendiyê! Her wiha dikare ji hilbijartina yekê dersan derxe û di hilbiartina  dûdan de serkeftî be.

 

 

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.