Rojnameya Ronahî

Erdogan nekarî serkeftinê îlan bike

Zekî Bedran

Li Tirkiyê hilbijartin pêk hatin. Tevahî derdorên hindir û derve encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê temaşe kirin. Erdogan û Baxçeliyê faşîst, tevahî derfetên dewletê bikar anîn û kampanyaya hilbijartineke ne adilane dane meşandin. Ev hilbijartin li cîhanê weke yek ji bûyera herî girîng a sala 2023’an hat pênasekirin. Erdogan û Baxçelî ji bo zexte li muxalefetê bikin xwestin weke eniya terorîst û xayînan nîşan bidin. Kampanyayek mezin a parçekirin û dijminkirinê meşandin. Erdogan lijneya Bilind a Hilbijartinê jî weke saziyeke herî jor zagonî kir û bi cihkirina endamên wê jî Erdogan bi xwe pêk anî. Di vî alî de hilbijartin manîpule kir û bergiriya xebatan girt.

Ji bo Erdogan desthilat hertişt e. Heman demê de partiyeke bi navê AKP’ê jî tune ye. Eger Erdogan di hilbijartinan de binkeve partiyek bi navê AKP namîne. Ji ber ku Erdogan hertişt bi amûra desthilatê bidest xistiye, eger hilbijartinê winda bike dê hertiştî winda bike. Di vî alî de Erdogan kesek wisa ne ku dê ji bona ku di hilbijartinan de binnekeve her tiştî bike. Tu nirxek exlaqî, zagonî, wijdanî li cem wî tune ye. Kesek ewqas ketiye ku heta di mitîngan de vîdeoyên montajkirî bikar anî.

Ajansa dewletê AA tam weke saziyek a AKP’ê hat xebitandin. Di ser vê ajansê re encamên hilbijartinê manîpule kirin, pê xerîk bûn ku hewayek weke Erdogan serkeftiye ava bikin. Êvara 14’ê Gulanê çawa sindoq vebûn, di deqeyên destpêkê de Erdogan li pêş nîşan dan. Kanalên muxalefetê jî ji bo li benda vê yekê bûn, bergiriyên xwe girtin û encamên hilbijartinê li ser kanalên xwe parve kirin. Eger ev bergiriyên muxalefetê nebûna, dê encamên hilbijartinê bihatibûna dizîn û Erdogan bi ser bikeftiba.

Sibeha 15’ê Gulanê hîn jî encam zelal nebibûn. Lê Erdogan nekarî serkeftina xwe îlan bike. Di rastiyê de Erdogan dizanîbû ku bi ser nakeve. Eger hilbijartinê bidize baş e, eger nebe jî mayîna Tura 2’emîn ji bo wî serkeftin bû. Ji xwe muxalefet bêzar kiriye, plan dikir hêza dewletê bikar bîne hilbijartina piştî du hefteyan jî qezenç bike. Jixwe hêza muxalefetê ya herî dînamîk yanî Kurd, hertim di bin operasyon û êrişên şerê derûnî de bûn. Çend roj man ji hilbijartinê re giranî dan girtinan. Terzek rêveberiyê ku Kurdan diperçiqîne û vederdike hatiye avakirin. Wezîrê Karê Derve Silêman Soylu di kampanyaya hilbijartinê de got “Erdogan ferman da, min jî dest danî ser tevahî şaredariyên HDP’ê, qayûm avêtin”. Bixwe dibêjin ku zagon û hiqûqê nas nakin, di vegotina wê de jî tu pirsgirêkan nabînin.

Em dikarin bêjin partiyên muxalefetê kotûkêşek (badîre) mezin qevastin. Qet nebe serkeftina Erdogan asteng kirin. Hîn jî ev xeterî heye, lê wisa xuya dike ku ji bo vê lîstokê bilîzin dê herin Tura 2’emîn.

Piştî 21 salên ku Tirkiye pir xirab hat rêvebirin, hîn jî di parlementoyê de AKP û MHP piraniyê bi dest dixin. Ev rewşeke ku di aliyê zanista siyasetê ve pir balkêş e. Erdogan kîmyaya gel xirab kir. Bi çêkera civakî lîst, sermayê dest guherî. Şêlandin, dizî û çetetî asayî bû. Kesên ku nealîgirên desthilatê bûn hatin vederkirin, civak di astek bilind de parçe bû. Ol ji her demê zêdetir bû amûra polîtîkayê. Terîqet û cemaet zengîn kirin, bûn amûra desthilatê. Edalet û wijdan dan aliyekî. Ragihandin weke çekek kujer û jirêderketinê bikar anîn. Hindirê saziyan hatin valakirin.

Di demeke ku evqas wêrankariya civak û dewletê li holê ye, bêguman bendewarî hilbijartinek asayî nînin. Di dîmen de bûyer derneketin û hilbijartin hatin kirin. Lê mercên ji bo çêbûna hilbijartinek wekhev û adil ji holê hatin rakirin, hindirê pergalê hat valekirin. Pergala Erdogan ev bi salane ji bo hertişt bikeve destê kesekî dixebite. Li gel hertiştî nikarin bêjin tam serwer bûye. Ji ber ku gelê Kurd û hêzên demokratîk ên liberxwedidin hene. Ji bo vê berxwedanê jî bişkîne bê navber di nava şer de ye û êriş dike.

Tifaqa Ked û Azadiyê ku piranî ji Kurdan pêk tê, encama ku dixwest bi dest nexist. Pêwîste destkeftiyên wê kêm neyê dîtin. Lê hêz û potansiyela wê ji encama derketî pir zêdetir bû. Desthilata Erdogan hertim HDP di bin gefa girtinê de hişt. Her ku hilbijartin nêz bûn doza girtinê hat bilezkirin. Weke bergiriyekî HDP ne bi navê xwe, bi navê Partiya Çepên Kesk kete hilbijartinê. Niyet, coş û xwestek encama hilbijartinê diyar nakin. Di heman demê de hilbijartin li gorî hêjmaran e. Eger hûn girseya xwe nebin cihê qeyda wê û nebin ser sindoqan, deng pê nedin avêtin û sindoqan neparêzin hûn encam nagirin. Beşek girîng ê rêveberê xwedî tecrûbe û aktîf ên HDP’ê girtî ne, beşek jê hatine mişextkirin û girtin berdewam in. Li gel ku HDP di hilbijartinê de hêza diyarker bû, CHP û partiyên din nekarîn li dijî zexta li ser HDP’ê bisekinin. Dîsa li gel van hemû tiştan, Partiya Çepên Kesk dikarîbû encameke baştir bigire. Armanca wan derxistina 80-100 parlementerî bû. Di bin vê armancê de man. Bêguman ji bo encaman binirxînin û kêmasiyan derbas bikin pêwîste hîn zêdetir bixebitin. Dikarin di Tura 2’emîn de bibandortir bixebitin.