Rojnameya Ronahî

Salvegera Şoreşê bi heybet hate pîrozkirin

Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya Rojava û Bakurê Sûriyê bi rengekî heybet hat pîroz kirin. Bi deh hezaran kes tevî nûnerên partî û rêxistinan û şervan û fermandarên QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê beşdarî şahiya pîrozbahiyê bûn.

Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi awayekî heybet hate pîrozkirin.

KOBANÊ

Pîrozbahiya li Kobanê li meydana Şehîd Egîd pêk hat. Li gel bi hezaran kesî, rêveberên herêmên Reqa, Girê Spî, Tebqa, Minbic, Efrînê, nûnerên meclîsên leşkerî yên Cerablûs, Bab, Îdlib, Minbic û partiyên siyasî, Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Asya Ebdullah û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim tevlî bûn.

Alên YPG, YPJ, TEV-DEM’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û sembolên Şoreşa Rojava li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim axivî û salvegera şoreşê li tevahî gelên Bakurê Sûriyê pîroz kir û got, “Li dijî şoreşê gelek êrîş hatin kirin. Dijminan bi awayên cuda xwestin şoreşê têk bibin. Lê bi saya berxwedana gel bi ser ket û planên dijberan pûç bûn. Şoreşa Rojava bûye qibleya hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî got, “6 sal di ser şoreşê re derbas bûn. Di nava van salan li hemberî îradeya jinê êrîş hatin kirin. Xwestin ku gel azad nebe, jin û ciwan kole bimînin. Êrîşa herî dawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Efrînê hate kirin. Heta Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin wê têkoşîn bidome.

Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar jî got ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê hevgirtina gelan afirand û bi berxwedana gelên herêmên re şoreş gihaştiye vê astê.

RIMÊLAN

Şoreşa Rojava li bajarokê Rimêlanê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Stada bajarok bi tevlîbûna bi hezaran kesan, şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, nûnerên rêxistinên siyasî û leşkerî hate lidarxistin

Di şahiyê de nûnerên YPG, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û Kongreya Star axivîn.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd cangoriyên Şoreşa Rojava bi bîr anî û got, “Bi xwîna şehîdan serketinên mezin hatine bidestxistin. YPG û YPJ wê serketinên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin biparêzin. Hêzên me li şûna cîhanê şer terorê dikein. Li Efrînê jî destanên qehremaniyê dinivîsinin.  Çawa ku me şoreş bi ser xist em ê li Efrînê jî bi ser bikevin û mîmarê terorê Erdogan e û çeteyên wî ji Efrîn, Cerablus, Ezaz û Babê derxînin.”

ŞEHBA

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kampa Serdemê jî hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtinê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hacer Meho û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Remzî Şêxmûs axivîn.

Piştî axaftinan koma Şehîd Engîzek a girêdayî navenda Çand û Hunerê stranên şoreşgerî gotin, her wiha şanoyeke bi navê “bîranînên koçberekî” hate pêşkêşkirin.

Pîrozbahiya li Kampa Berxwedan jî bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seyîd Yûsif û Seroka Desteya Karûbarên Civakî Erîfa Bekir axivîn.

Koma stranên folklorî ya Şehîd Agirî û Koma Aram Tîgran a Şahoyê berhemên xwe pêşkêş kirin. Şahîd xelekên dîlanan bi dawî bû.

HESEKÊ

Gelê Hesekê, salvegera 6’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Serêkaniyê pîroz kir.

Şahî bi dirûşma “Bi ruhê salvegera 6.emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê em Berxwedana Serdemê silav dikin” li Stada Rustem Cûdî hate lidarxistin.

Di şahiyê de li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed salvegera 19’ê Tîrmehê li hemû gelê Bakurê Sûriyê, şervan û malbatên şehîdan pîroz kir û got, “Çirûska Şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir, li herêma Cizîrê û Efrînê belav bû, herî dawî mohra xwe li tevahî Bakurê Sûriyê xist. Bi destpêka şoreşê re, hişmendiya navendî ya rejîma Baas ji holê hate rakirin.”

Piştî axaftinan, Koma Şehîda Welat a dîlanan ya bajarê Qamişlo dîlanên folkolorî pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên koma Şehîd Zîlan a bajarê Dirbêsiyê û gerandina govendê qediya.

HELEB

Li Helebê jî pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Şêx Meqsûdê ya Tevgera Civaka Demokratîk ve li hewşa Nexweşxaneya Xalif Fecir pêk hat.

Bi sedan, welatiyên Kurd, Ereb, Tirkmen, endamên Kongreya Star, malbatên şehîdan, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî û şervanên YPG û YPJ’ê tevlî pîrozbahiyê bûn.