Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, bi dirûşmeya “Xwendin Hebûn e” 2`e mîn Pêşangeha Pirûtkên Kurdî li bajarê Qamişlo, vekir. Di pêşengehê de zêdtirî 12 hezar û 140 pirtûkên kurdî hatin e pêşandan.
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, 2`mîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî, li hola Zana ya bajarê Qamişlo, vekir û wê 2 rojan dewam bike. Di pêşangehê de zêdetirî 12 hezar û 140 pirtûkên Kurdî hatine pêşandan.
Di pêşengehê de Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî û zêdetirî 32 Weşanxaneyên li Rojava beşdar bûne. Li gorî Desteya Çand û Hunerê, armanca wan ji pêşangehê nîşandana berhemên wêjeyî yên nivîskarên Kurd û derxistina wan ji bo nifşên nû yên ku li dibistanên Rojava bi zimanê dayîkê perwerdeyê dibînin, herwiha ji bo ku karîbin zêdetir bi zimanê kurdî binvîsênin û pirtûkên kurdî werin belav kirin.
Di derbarê pêşengihê de, li ser navê Rêveberiya xweser Tehet Yunis axivî û vekirina pêşengehê li9 gelê Kurd pîroz kir û got: “Vekirina pêşengehê serkeftieke mezin e, dewletên dagirker dixwestin kudan û nasnemeya wan tune bikin, lê îro nivîskar, rewşembîrên kurd nasnemeya kurdan didin nasîn û diparêzin.)
Telet Yûnis wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wekî kurd pêwîsta xwedî ziman û nasnemeya xwe derkevin, ku hîn zêdetir çanda xwendinê pêşbixin. Em wekî Rêveberiya Xweser piştgiriya çand û zimanê kurdî dikin ku hîn zêdetir xurt bibe û pêşengihên kurdî mezintir bibin û bighêjin asta cîhanî.)