Rojnameya Ronahî

Di navbera pejirandin û nepejirandinê de Ketina maskan

Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk  

Di Rojhilata Navîn de pirsa mafê gelan, mafê mirovan û demokratiyê ji pergala sermayedar re û serweriyên ku di Rojihalata Navîn de desthilatdariyê dikin; xala herî dawî ya ku ne cûdane ji istratejiya dewletên serdest ku bi giştî di nava xêzika sermayedariyê de tevdigerin, ew ji bo sererastkirina pergala cîhanê  ku bi giştî dikeve xizmeta berjewendiyên wan de.

Di serdema avabûna Yekîtiya Sovyetê de û bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem di navbera sala (1939-1945), dabeşî du bilokên mezin bû; cîhana sosyalistê û cîhana sermayedar. Lewra hevsengiyeke di cîhanê de hatibû çêkirin û di navbera herdû  bilokan de dewletên di Rojhilata Navîn de siyaseteke hevseng dimeşandin ku hebûna xwe pê berdewam dikirin, ji wan jî mîna desthilata Şamê bi taybet di serdema serokê berê yê Sûriyê Hafiz Esed de.

Bi hilweşîna Yekîtiya  Sovyetê di 1991 de, Amerîka weke desthilatdarê yekem di cîhanê de hate diyarkirin, lewra razîkirina Amerîka ji hêla dewletên Rojhilata Navîn ve bi taybet piştî dagirkerina Efganistan û Îraq ê û belavbûna hêza Amerîka di herêmê de, hiştiye ku ev dewlet dibin serweriya Amerîka de tevbigerin û dewletên ji derveyî serweriya  Amerîkiyayê rastî sizayan hatine. Metirsiya ji Rûsiya ku bi helweşîna Sovyetê re bi paş de vekişiya bû di salên 2000an de dîsa vegeriya ye û pê re jî Çîn  weke dewleteke xwedî aboriyeke mezin li pêşberî Amerîka derketiye. Rûsiya  û Çîn di sepandina serweriya xwe de di Rojhilata Navîn û asiya Navîn de, bûne du metirsiyên mezin ji Amerîka re. Amerîka guhdayîna wê li ser Asiya Navîn pir çêbû ye, Rojhilata Navîn jî nema ewqasî jê re giring maye, lewra giraniya xwe avêtiye ber bi Asiya Navîn de ku li hember tevger û têkiliyên Rûsiya û Çînê di wan herêman de rûbirû maye, her wiha vekişîna Amerîka ji Efxanistan û dudiliya wê di mayîna li Îraq  û Sûriyê de, di nava siyasetên dewletên Rojhilata Navîn de, metirsî afirandine ku Amerîka  nema xwe dibîne parêzvan ji hevalbendên xwe re, lewra dûbare vegeriyaye siyaseta hevsengiyê bi hêzên cîhanî re; bi taybeta (Çîn, Rûsiya û Amerîka) re, ankû  hestkirineke heye ku êdî Amerîka nema ew hêza yekane ye, lewra jî me dît bê çawa Tirkiyê ji dewleteke girêdayî Amrîka dest bi dijberiya Amerîka di gelek waran de kiriye û car caran berûvajî helwestên Amerîka jî tevgeriya ye, her wiha tevî ku Amerîka  Îran weke dewleteke dijber dibîne jî, lê belê li ber çavê Amerîka gihişte serweriya li ser Îraq, Sûrî û Lubnanê, ji bilî ku geşedanên buhara ereban û bûyerên li Sûriyê, Yemen, Lîbiya û hin herêmên din, lawaziya  siyaseta Amerîkî nîşan dane û rola Rûsiya û Tirkiyê û Îranê bêtir xwe daye pêş. Di dema dawiyê de em dibînin ku di nava dewletên herêmî de bi piştgiriya Rûsiyê ya eşkere û ya ne eşkere ya Çînê, hevdîtin, nêzîkbûn, peyman û hevsengî çêdibin. Mîna maseya Astana (Tirkî, Îran, Sûrî, Rûsiya) ku civînên çar alî jî yên van dewletan ji bo lihevanîna Sûriyê û Tirkîyê  berdewamiya  Astena ne. Lihevhatina Siûdiyê û Îranî, lihevhatina Tirkiyê û dewletên derdorê û herî dawî jî zivirandina serweriya Esed ji Yekîtiya Erebî re, di demekê de ku Amerîka tevî ku dixwaze xwe weke karîgerêvan pêşketinan nîşan bide û bide xuyakirin ku bêyî wê tiştek nabe jî, lê belê lawaziya siyaseta Amerîkî û hevbeşiya serweriya Amerîka, Rûsiya û Çînê li ser herêmê nîşan dide. Wê demê em dikarin bêjin ku zîvirandina Esed ji bo Yekîtiya Erebî re, lihevhatinên dewletan di herêmê de û paşguhkirina daxwaz û mafên gelan ji sedema van pêşketin û guhertinên di bilindbûn û ketina hêzên navneteweyî de. Ji ber ku dema mirov li van gavên dawî yên Yekîtiya Erebî dinêre û daxuyanî û biryarên wan di derbarê Sûriyê de dişopîne. Tê xuyakirin ku armanc berjewendiyên van dewletan bi xwe ye û ne gelê Sûriyê an jî ferweriya Şamê ye, ew sedemên ku ji ber wan dewletên erebî têkiliyên xwe bi Esed re birîbûn ( kuştina gel, koçberkirin, çekbikaranîn, nepejirandina çareseriyeke siyasî) ranebûne, nexwe çima ewqas rijdebûn li ser ku têkiliyên xwe bi Esed re vegerînin?

Wezîrê karê derve yê Urdinê diyar dike ku sedem ew e ku maseyeke erebî ava bibe û di çareserkirina kirîza Sûrîyê de rola ereban hebe! 12 sal di ser kirîzê re derbas dibin çi hatiye guhertin ku dewletên erebî bi êşa Sûriyê bihisin û wê bigrin nava xwe?

Wezîrên karên derve yên ereban dîyar kirin ku Sûriyê  ji îro û pê de dîsa wê endamtiya  xwe di Yekîtiya Erebî de bikar bîne? Sûriyê  çi gav avêtine ji bo çareseriyê da ku bi lez dîsa ew vegerandine, heger bi rastî armanc dawîanîna li kirîzê be?

Her wiha serweriya Sûriyê, yekîtiya xaka wê, dawîanîna li terorê, derketina hêzên biyanî ji Sûriyê, avakirin û dawîanîna li êşa gelê Sûriyê û vegera koçberan tînin ziman? Gelo wê çawa ev pirsgirêk tev de çareser bibin û rêjîm ew rêjîm e û rikberiyan qebûl nake û ne jî çareseriyên ne weke daxwaza xwe qebûl dike?

Amerîka nerazîbûna xwe nîşan dide û di heman demê de têgihiştina xwe ji mebesta dewletên erebî re nîşan dide!

Lewra zîvirandina Esed ji yekîtiya Erebî re daxwazeke van dewletan e. Ji bo berjewendiyên wan yên hundirîn û herêmî ne û xala mafên gelê Sûriyê an jî çareseriyeke neteweyî bi erêkirina hemû pêkhateyên Sûriyê  ji derveyî armancan e.

Bi giştî geşedan û pêşketinên sîyasî di herêmê de, rewşa pergala cîhanî ya tevlihev û teyisandina wê li ser herêmê nîşan didin, dê tu çareseriyan bi xwe re nayne û kêşeya Sûriyê  dê bimîne dîlê lihevkirina berjewendiyên Amerîka, Rûsiya, Îran,Tirkî û Israyîlê. Bê guman dema em wiha dibêjin, pêwist e ku em ji bîr nekin ku di çarenûsa kirîza Sûriyê de rol û vîna gelên Sûriyê bi xwe jî, xaleke sereke ye û ne ji sedî sed girêdayî van dewletan e. Weke mînak pêşxeriya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, banga ku ji bo hevgirtineke neteweyî û avakirina rikberiyeke demokratîk, xwe dispêre vê gihiştinê ku gel dema xwedî vîn be dikare bibe lîstekvanekî bi hêz û gelek pilanan jî vala derxîne. Di dema îro de rikberiya  li dijî Esed wendabûnê jiyan dike û nema cihê baweriyê ye. Ne di asata hundirîn û ne jî di asta derve de, di pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê de, bi tenê maye kaxezek. Em dikarin bibêjin ku bi tenê Xweseriya  demokratîk maye hêviya avakirina rêkberiyeke  neteweperwer. Li gorî vê yekê çendîn pêkhate, demokratîxwaz û xemxurên gelê Sûriyê xwe li dorê kom bikin ewqa hêviyên çareseriyeke demokratîk jî wê li pêş bikeve.