Rojnameya Ronahî

‘Jinên endamên Partiya Çepên Kesk dê aştiyê misoger bikin’

Jinên siyasetmedar diyar kir ku beşdariya namezetên jin ên Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de dê aştî û demokrasiyê pêk bîne.

14’ê Gulanê li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê û yên serokkomariyê dê pêk bên. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek caran bi rêya çalakiyan gelan piştgirî da Partiya Çepên Kesk. Têkildarî mijarê jinên siyasetmedar ji ANHA`yê re axivîn.

Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hêvî Mistefa bal kişand ser tevlêbûna jinan û da zanîn ku ew wek jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş dizanin şoreşa ku jin tê de nebin dê bi ser nekeve û got: “Dema civak banga aştî û demokrasiyê bike, pêwîstî bi jinên xwedî rol heye.”

Hêvî Mistefa destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de xwedî roleke çalak e, hebûna wan cihê kêfxweşiyê ye.

Hêvî Mistefa bang li gelê Kurd, aştîxwaz û bi taybet jinan kir ku baweriya xwe bi hebûna jinan di nava parlamentoya Tirkiyeyê de bînin, ji ber wê guhertin bi destê wan e.

Nûnera Partiya Nûjen a Demokratîk Heyfa Mehmûd jî da zanîn ku ji ber zîhniyeta dewleta Tirk a ku bi serkêşiya hikumeta AKP`ê, bi salan e rewşa jinan paşmayî ye û jin rastî binpêkirinên rojane tên û hikumet bi zindanîkirin û qetilkirinê rêya azadiyê li ber jinan digir e.

Heyfa Mehmûd diyar kir ku di hilbijartinên 2023`yan de li Tirkiyeyê ew dibînin hejmara namzetên jin ji carên berê bilindtir e, bi taybet di Partiya Çepên Kesk de hebûna namezetên jin ji bo wan cihê serbilindiyê ye. Vê partiyê derfet daye jinan ku mafê jiyanê bi dest bixin û got: “Ji ber tecrubeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêviya me heye ku li Bakur jî jin guhertinan pêk bînin.”