Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îro Deriyekî Dojehê Tê Girtin

14/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dizên mirîşkên Efrînê û wantirên Zap û Avaşîn, yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Ger mirov bal bide daxuyanî, axaftin û gotinên aliyên berbijêr li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, dê baş têbigihêje ku hilbijartinên 14’ Gulanê dîrokî ne. Bi vê têgihaştinê hemû alî di nav têkoşîneke bê hempa de ne. Lew re jî; serweriya AK partî – MHP, hemû sazî û dezgehên dewletê di hemleya xwe ya hilbijartinê de bi kar tîne û diçewisîne. Ji bo desteserkirina dengan, pêvajoya qirkirina siyasî daye destpêkirin û bi zanebûn Amed xiste navendê. Bi vê qonaxê re, carek din berê xwe da rêbazên berê û bi girtin, qirkirin, astengkirin û xapandinê, berê xwe daye dekûdolaban û bi hemû hêza xwe hewl dide, bi hîleyan, ewlehiya welêt têk bibe û carek din bibe desthilatdar. Reftarên partiya desthilatê ne dûrî cewherê faşîzmê ne. Di bingeh de, malzarokatiya faşîzmê dike û dixwaze carek din, neo-faşîzmeke mînaka wê nehatiye dîtin biwelidîne. Vê yekê fikarên gelên li Tirkiyê û Kurdistanê zêde kirine û ewlekariya sindoqan aniye keviyeke metirsîdar a desteserkirinê.

Tevî hemû hîleyên faşîzma AKP – MHP, nekarî raya giştî bixapîne û çi navendên ankêtan hene, pêşbîniya têkçûna desthilata heyî ya Erdogan dikirin. Ji ber vê xofa ketiye dilê wan, hemû hêza “dewleta kûr” xistiye çalakiyê û ji bo dizî, destserkirin û xesibkirina dengan seferber kirine. Lew re; herderê provakasyon, şer, êriş, girtin û êşkence dest pê kiriye û bi dirindeyiya ku  temsîla hovîtiya sedsaleke nû ya qirkirin û tunebûnê bike, êrişî vîna gel ya sindoqan dike.

Ji ber vê rastiya desthilatdariya faşîst a Erdogan, pêwîste rikberiya ku nûnertiya vîna gelan dike, hemû hîleyên hilbijartinê yên bi ihtîmala radestkirinê werin nirxandin û tedbîrên pêşwext werin girtin. Ji ber vê zanebûna dîrokî ya Partiya Çepên Kesk, îroj zêdeyî 100 hezar dilxwazên partiyê sindoqan diparêzin. Li rex van hemûyan jî, zêdeyî 3 hezar parêzerên ku wê bi mûdaxele û itîrazên pêwîst li dijî hilbijartinê bixebitin.

Her wiha; divê gelê me, îroj, bi hemû rengên xwe li dijî çi alavên ragihandinê yên desthilatê û çi hewldanên hîlebazî û desteserkirinê hişyar bin. Di heman demê de, ji bona ku rê li ber ajitasyon, êrişên odeyên şerê taybet û şerên piskolojîk were girtin, pêwîste gelê me çi agahiyên di derbarê hilbijartinan de hebin, ji navenda koordînasyona hilbijratinan a fermî werbigire. Derveyî vê yek bila guh nedin ti aliyan û bila baweriya xwe bi serkeftina îro mezintir dibe bîne.

Ji bo parastina nirxên xwe, vîna xwe, pêşeroja xwe, qeder û heyîna xwe, lazime her yek bi vê berpirsiyariyê tev bigere û roja hilbijratina xwe erkdar bibîne û deng bide xwe. Rê nedin faşîst û nijadperestan û bi hev re pêşeroja vî welatî ber bi demokratîkbûnê ve biparêzin û biguherin.

Hêza bingehîn a guherînê gel e, dînamîka veguherîner gel e, ancax serkeftin bi hişyarî û yekdestiya gel bi xwe be. Ev misyon, ji erka yek beşekî Kurdistanê wêdetir, erka tevayî gelên li Kurdistanê û bi taybet gelê Kurd e. Encamên vê hilbijartinê çi dibin bila bibin, bê guman deriya bihuştê venakin, lê bi kêmanî wê deriyekî dojehî jî bigrin. Lew re; xwedîderketina li paradîgmaya itîfaqa Partiya Çepên Kesek, misogeriya jiyaneke birûmet û azad e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.