Rojnameya Ronahî

Lêgerîna Çareseriya ku xwe dispêre qirkirina Kurdan

Zekî Bedran

Ji hilbijartina Tirkiyê re kêm ma. Ragihandina Ewropa û DYE yê hilbijartin weke bûyera îsal a herî girîng binav dikin. Min di nivîsên xwe yên beriya niha jî diyar kir ku ev hilbijartin pir girîng in. Qasî ku ji Tirkiyê re girîng e, di heman demê de ji Rojhilata Navîn re jî girîng e. Ji ber ku eger faşîzma Erdogan bi ser bikeve, dê polîtîkayên xwe yên belavbûn û dagirkeriyê bidomîne. Yê ku herî zêde ji vê bandor bibe jî Rojhilata Navîn e. Hewldanên êriş û dagirkeriyê li Iraq û Sûriyê li holê ye.

Tirkiyê herî zêde zirarê dide cîranên xwe. Lê qada tevgera wê ne tenê welatên cîran in. Heta Lîbya, welatên Korfez û Efrîqayê destwerdan kir, xwest bi bandor bibe. Ji derveyî wê bi hêzên çekdar ên li dora xwe komkirî gefan li cîhanê dixwe. Bûye welatekî ku terorê derbasî cîhanê dike. Li hemberî Ewropa, DYE û NATO’yê qerta xwe ya Rûsyayê bikar tîne. DAIŞ, El- Nûsra û bi dehhezaran çeteyên ku berhevkirî li herêmên dagirkirî xwedî dike, perwerde dike û diparêz e. Xwest bi van hêzan rejîma Sûriyê biguhere. Piştî ku nekarî rêveberiya Esad hilweşîne, niha jî dixwaze bi hikumeta Şamê re hevdîtinan pêk bîne û van çeteyan bike hevkarê rêveberiyê.

Erdogan li qadên hilbijartinê heta dawî dijminahiya Kurdan bikar tîne. Zirara ku daye Kurdan weke serkeftin vedibêje. Dibêje, “me li Sûriyê di sê cihan re korîdora Kurdan şikand, dagir kir û planên wan têk birin. Piştî hilbijartinan jî em ê herêmên mayîn bidest bixin. Em li benda demek guncaw û derfetekê ne”. Kurdên ku qalê dike ne li cihek nayên zanîn an jî ne li fezayê ne. Li Sûriyê li ser qadên xwe yên jiyanê ne. Hevpeymanên navdewletî binpê dike, axa Sûriyê dagir dike, destwerdana karê hindir dike û planên xwe ferz dike.

Rûsya, DYE û Ewropa qasî dihat xwestin li hemberî vê dagirkeriyê nesekinîn. Van dewletan berjewendiyên xwe esas girtin. Bi awayek vekirî-veşartî bi Tirkiyê re bazarî kirin, qetilkirin û koçberkirina Kurdan erê kirin. Ev bi salane DYE li Sûriyê ye. Bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê tifaq çêkirin. Li herêmên ku qada hewayî di bin venêrîna DYE yê de ye, Tirkiye hertim mirovan dikuje. Rûsya jî bi heman şêweyî weke temaşevan lê dinêre. DYE di daxuyaniyên ku dide de dibêje “Têkiliya me ya bi QSD’ê re bi DAIŞ’ê re sînordar e, leşkerî ye û teqtîkî ye”. Ji ber DYE yê gelek hêz bûn dijminên Kurdan. Lê DYE xwedî li rêveberiya xweser derneket. Tu piştgirî neda. Ji ber vê sedemê Tirkiye evqas bêpewre bû. QSDê û rêveberiya xweser beşdarî tu hevdîtinên navnetewî nekirin û li her cihî hat vederkirin. Hem Rûsyayê, hem jî DYE û Ewropayê hertim ev yek bi helwesta Tirkiyê ragihandin. Jixwe faşîzma Tirk Kurdan û rêveberiya xweser weke dijmin dibîne, naxwaze Kurd bên naskirin, dixwaze bên tunekirin. Lê eger hêzên mezin helwest nîşan bidin, hêza Tirkiyê nîne ku meydanê ji cîhanê re bixwîne.

Di rastiyê de eger DYE û NATO’yê piştgiriya Tirkiyê nekiribûna, niha ji mêj ve dewleta Tirk çareseriyek pejirandibûya. Dewleteke ku çavkanî û hêza wê sînordar e. Faşîzma Erdogan û Baxçelî tevahî çavkanî, danehevên hindir û derve heta dawiyê bikar anîn. Di rewşa niha de aboriya wî têk çûye, rûmeta wî ya derve tune bûye. Eger Erdogan dibêje ez ê êriş bikin û tarûmar bikin, dîsa hêz û cesareta xwe ji van dewletan digire.

 

Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawûşoglu jî di daxwiyaniya xwe de got “Pirsgirêka Sûriyê bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin”. Pir balkêş e, Erdogan gefa êrişan dike, Çawûşoglu jî dibêje pirsgirêk bi rêbazên leşkerî nayên çareserkirin. Qasî tê fêmkirin, Çawûşoglu Kurdan û rêveberiya xweser ji Sûriyê nahesibîne. Yê ku qalê dike DAIŞ, El- Nûsra û hêzên bi çek kirine. Dixwaze wan bi Şamê re bike mijara bazariyê, Kurdan veder bike û daqurtîne. Di hişmendî û polîtîkayên wan de hevdîtin û lihevkirina bi Kurdan re tune ye. Sedema israra wan a ji bo hevdîtina bi Şamê re jî, tenê ji bo kuştina Kurdan û tunekirina Kurdan e. Li gel komkujî û dagirkeriyê negihiştin armanca ku dixwestin. Herêm bi tevger e, ditirsin ku hevsengî werin guhertin û Kurd li ser piyan bimînin. Ji ber wê dibêjin Şamê were em bibin yek, li hev bikin û Kurdan ji holê rakin.

Tirkiyê xwest bi hevdîtinên Astanayê re Kurdan tenê bihêle û herêmên xweser têk bibe. Hevdîtinên Astanayê ji derveyî vê nebûn dermanê tu derdan. Niha jî li Sûriyê derfeta çêkirina aştiya hindirîn û pêçana birînan heye, lê Tirkiye dixwaze vê derfetê ji holê rabike, pevçûnê di navbera Şam û Kurdan de çêbike û derî ji şerekî nû yê navxweyî re veke. Eger Erdogan hilbijartinê qezenc bike, dê polîtîkayên xwe dispêrin tarîtî û qirkirinê hîn bi biryardarîtir bidomîne. Herkesê ku aşitî û yekîtiya Sûriyê diparêze, pêwîste li dijî van planan hişyar bin.