Rojnameya Ronahî

Dawiya Kartela Erdogan

Farûk Sakik

Tirkiye di dema Erdogan de wisa hat guhertin ne mimkûn e ku behsa dewletekê were kirin. Ji ber vê yekê rejima li Tirkiyê teqez dişibe kartelek. Kartel bi giranî peyvek ji bo baronên narkotîkê tê bikaranîn. Piştî demek bi vî pereyê ku ji narkotîkê bi dest xistine li her qadên bazirganiyê belav dibin. Li jorê kartelê navek heye û yên din jî li dora wî kom dibin.

Ev kartel pêwîstî bi pêkhateyên xwe heye. Pêkhateyên vê kartelê MHP, neteweperest, Suleyman Soylu, Ergenekon Mehmet Agar e. Ev aliyên siyasî ne. Hin kes jî bi şîrket û holdîngê xwe tevlî vê kartelê dibin.

Ev kartel kevneşopiya Susurlukê ye. Wê demê kartela Agar li desthilatê bû. Li dijî kurdan û hêzên demokrat ev kartel hatibû avakirin. Bi demê re ev hatibû tasfiyekirin. Îroj dişibe wê pêvajoyê. Ji ber vê yekê jî Erdogan gelekî bi hêz e û di heman demê de gelekî qels e jî. Carcarna kontrol ji dest wî derdikeve.

Taybetmendiyek van  kartelan dema têkçûna wan nêzdibe, serî li her cure kaosê didin. Hiqûq, qanûn, nirxên mirovahiyê namîne.

Mînak, Kartela Sînaloa. Piştî  rêberê Kartela Sînaloa, bi nasnav “El Chapo”, di operasyonekê de hate girtin, kolan tevlihev bûn. Li gelek bajarên eyaleta Sinaloa bûyêr qewimîn û komkujî pêk hatin.

Îroj herkes bi guman nêzîk dibe dibêjin, divê ku Kartela Erdogan jî piştî ku di hilbijartinan de têk biçe, wê teroreke bi vî rengî li seranserê Tirkiyê belav bike?

Em ne bawer in. Kartela Erdogan bi hêza xwe ya sala 2015’an de nîne.

Çi bûbû? Dema ku di hilbijartinê 7’ê Hezîranê de têk çû wek Kartela sîneloa terorek dabû destpêkirin. Me ji bîr nekir, li Pirsûs û Gara Enqerê komkujiyên bi çi rengî pêk anîn.

Îroj ne bi hilbijartinek wek 7’ê Hezîranê têk çûye, bi têkoşîn û berxwedana Tevgera Azadiyê, têkoşîna hêzên demokrasiyê têk çûye. An jî negihîştiye armanca xwe ya plana qirkirina kurdan.

Di derûniyeke wiha têkçûyî û enkazeke siyasî de, di 14’ê Gulanê de diçe hilbijartinan. Dema ku di sala 2015’an de MHP li kartela xwe zêdekir, di heman demê de dewleta kûr û Ergenekon jî daxil bûn.

 

Lê îroj, ev hemû hêz bi du xelasiya xwe ketine. Heroj bi kêrên siyasî li hev didin. Hin kesên wek Sedat Peker û Muhamed Yakût ku bi salane di kartela wî de bûn li dijî wan heroj îtirafan dikin.

Ji bo vê yekê Erdoganê ku têkçûneke siyasî dijî bi serê xwe ma ye. Endamên kartelê yên ku encamên 14’ê Gulanê dibînin yek bi yek wî terk dikin. Herî dawî kesek bi nave Alî Yeşîldag di îfadeyên xwe de, Kartela Erdogan di dema xwe de ji kasa Tirkiyê çawa pere bidestxistî yek bi yek rêz kir.

Kurtasî hêzek wî ya ku bi terorê têkçûna xwe bide seknandin nemaye. Li Erziromê li hemberî Ekrem Îmamoglu hewldanek yan jî ceribandinek çêbû, lê neçû serî. Çima neçû serî? Hin hêzên ku ji kartelê dûr ketine û bi muxalefetê re ketine nav kontaktê, têkiliyên xwe yê berê bi kar tînin û detayên ku bi dest dixin bi muxalefetê re parve dikin. Ji Ekrem Îmamoglu re detayên provaksyoneke çawa wê pêk were ji berê de hatibûn şandin.

Hetanî hilbijartina wisa dixuye wê nikaribin bi kaosek têkçûna xwe bide seknandin. Piştî hilbijartinê jî zarok û zavayên wî jî tê de wê tu kes di kartelê de nemînin. Erdogan, ji bo ji Tirkiyê baz bide wê ji kartelên xwe yên navneteweyî alîkarî bixwaze.