Rojnameya Ronahî

“Parastina bexçeyên bajêr erkê tevahiya welatiyan e”

Birûc Resûl/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku bexçeyên giştî ji bo behnvedana welatiyan û bi taybetî ji bo zarokan cihkî pir girîng e û gotin”Parastina bexçeyên bajêr ne tenê erkê şaredariyê ye, lê erkê her welatiyekî ye.

Bexçeyên di nava bajaran de, ji bo bêhnvedana welatiyan cihkî girînge, herwiha ji ber hebûna daran û şînahiyê di nava bexçeyan de, rola wê di pakirina atmosfêrê de sereke ye. Welatiyên bajarê Qamişlo jî, ji bo bêhnvedanê û dûrketina ji qerebalixa bajêr, berê xwe didin bexçeyan. Lê hin bexçe ji ber kêm baldariyê, şînatî tê de kêm e, dar hişk bûne û pêlîstokên zarokan jî têk çûn e.

Derbarê rewşa bexçeyên bajarê Qamişlo, welatiyên bajêr û Rêveberiya Mekteba  Ekolojîk ya Şaredariya bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn

` Rewşa baxçeyan bi giştî baştir bûye `

Welatiyê bi navê Mehmûd Xemîs diyar kie ku rewşa bexçeyan baştir bûye û wiha got: “Ez ji salên borî ve diçim bexçeyan û dibînim ku di van du salên borî de, rewşa baxçeyan bi giştî baştir bûye, wek şaredariyê û  karkerên wê jî, bi erkê xwe yê baqijkirin û şopandinê radibin. Herwiha darên hişkbûyî radikin û li şûna wan darên nû diçînin.”

`Pêwîste pêdiviyên bexçeyên biçûk jî werin pêşkêşkirin”

Mehmûd Xemîs da zanîn ku hin baxçeyên biçûk pêdiviya wan bi baldariyê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Li bajarê Qamişlo gelek baxçeyên biçûk yên di nav taxan de hene, malbat zarokên xwe ji bo bêhinvedanê dibin van beçeyan, lê rewşa wan bexçeyên biçûk baş nayê şopandin, herwiha pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan heye.”

` Nebûna û kêm bûna berpirsiyariyê `

Welatiyê bi navê Mihemed Silêman Elcasîm jî, derbarê rewşa bexçeyan ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Pêlîstokên li bexça giştî a li bajarê Qamişlo, ji bo zarokan bûne cihê metirsiyê, ji ber ew pêlîstok tevahî têkçûna û dibe ku zerarê bighîne zarokan, gelek caran ev pêlîstok bûne sedema birîndarbûna zarokan. Nebûn û kêmbûna berpirsyariyê di aliyê parastina bexçeyan de di nava welatiyan de pir kêm e. Parastina bexçeyan erkê her kesî ye û divê her kes  berpirsyar bibîn e.”

` Hejmara Bexçeyên mezin zêde bikin `

Jina ciwan ya  bi navê Mizgîn Şêxo da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye ku şaredarî bi hemû hêza xwe karê xwe dike û got: “Li bajarê Qamişlo bexçeyên mezin tune ne, her wiha gel bi hijmareke girsayî komî li bexçeya Qamişlo a giştî kom dibin. Ev yek jî debe sedema qerbalixeke pir mezin û derketina kêmasiyan. Em di wê baweriyê de ne ku şaredarî bi erkê xwe radibe û li gorî derfetên xwe dibe bersiv. Eger ruhê hevkariyê di warê paqijî û xwedîderketina li cihên giştî de hebe, wê tevahî pirsgirêk çareser bibin.”

`Parastina bexçeyan berpirsiyariya her kesî ye`

Rêveberiya Mekteba Ekolojî a Şaredariya bajarê Qamişlo Nûşîn Ibrahîm derbarê mijarê de wiha got: “Em di tevahiya bexçeyên bajarê Qamişlo de kar dikin û wan dişopînin. Zêdeyî 30 Karkerî li gorî bernameyeke diyarkirî ji bo 30 bexçeyî hatine erkdarkirin. Di her bexçeyekî giştî de  de nobedarek sibehê û nobedarek êvarê heye ku di warê avdanî û paqijiyê de çavdêriya bexçe dike. Her wiha parastina bexçeyan berpisiyaria tvahî welatiyan ne.”

Nûşîn destnîşan kir ku ew bi tevahiya karên pêwîst yên ji bo bexçeyan radibin û wiha got: “Me ji bo rakirina giyayên dirêj, beriya hefteyekê pêngavek destpêkir, her wiha ji bo pirsgirêkên û kêmaniyên ku di bexçeyan de derdikevin , wem çareser dikin.”

` Di rojên pêş de em ê daristanekê çêbikin `

Rêveberiya Mekteba Ekolojî a Şaredariya bajarê Qamişlo Nûşîn Ibrahîm  daxwaz ji welatiyan ji bo parastina bexçeyan bi edrkê xwe rabin û axaftina xwe wiha qedand: “Wê şopandina me ya ji bexçeyan re rojan e be. Em hewl didin ku qada kesk zêde bikin. Di rojên pêş de, em ê daristanekê çêbikin û em hewl didin ku daran zêde bikin. Hêvîdar in ku welatî bi me re hevkariyê bikin. Ji her kesî tê xwestin bi erkê xwe rabe û bexçeyan biparêz e.”