Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kompilo Û Tecrîd Nikarîn Felsefeya Rêber Ocalan Ji Holê Rakin

10/05/2023
in ROJEV
A A
Kompilo Û Tecrîd Nikarîn Felsefeya Rêber Ocalan Ji Holê Rakin
Share on FacebookShare on Twitter

Girêdayî bêdengiya navnetewî di derheqê tecrîda ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin. Berdevka Kongira Star û endamê saziya meclîsa Şehîdan a kantona Qamişlo anî ziman ku, di şexsê Rêber Ocalan de dixwazin îradeya gel bişkînin û gotin “Rêber Ocalan felsefeya jiyana me avakir, wê ev gel heyanî serkeftinê di vê felsefê de bi îsrar be.”

Zana Roj/ Qamişlo

Tecrîda li îmraliyê di şexsê Rêber Ocalan de tê meşandin pêwîste ku were mehkûm kirin, dewletên navnetewê jî, Ii hembr sûcên ku di girtîgeha Îmraliyê de dibin ker, kor û lal in. Zêdetirî 2 salane ku tu agahî li ser Rêberê gelê azadîxweaz Abdullah Ocalan nayên girtin. Rêber Ocalan 24 Salin di girava Îmraliyê de di bin tecrîdeke girankirî de jiyan dike, her çiqasî xwestine felsefe û bîrdoziya Rêbertî di nava çar dîwaran de sînordar bikin, lê belê bîrdoziya demokrasiyê ya sedsala 21 emîn derbasî jiyana tavahî cîhanê bû.

Têkildarî tecrîda Fîzîkî ya li ser Rêber Abdulah Ocalan hatiye ferzkirin berdevka Kongira Star Şaha Xelîl  û endamê Saziya Malbatên Şehîdan Kêfo Osman yên Kantona Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

`Tecrîd berdewamiya kompiloyê ye`

Şaha xelîl di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêbertî bi tundî şermezar kir, her wiha destnîşan  kir ku tecrîda heyî bi riya kompilogeran tê birêvebirin û wiha pêde çû: “Tecrîda ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin ji kompiloya navnetewî ne cuda ye. Çawa ku di kompiloya navnetewî de nikarîn felsefeya Jiyana Azad sînordar bikin û ev felsefe kete meriyetê. Ji bo hêzên kompiloger jî ev yek bû têkbirina armancên wan, lewra bi riya girankirina tecrîdê dixwazin gel ji Rêbertî qut bikin û careke din pilanên xwe mayînde bikin.”

`Riya têkbirina desthilatdariyê felsefeya Rêber Ocalan e`

Şaha anî ziman ku kompilo li dijî felsefeya Rêber Ocalan ne û wiha got: “Felsefeya Rpber Ocalan ji bo azadiya gelan û cîhanê xwediyê giringiyeke taybet e, û felsefeya Rêber APO, ne tenê ji bo doza azadiya Kurdistane ye. Ji bona vê yekê sîstema qaptalîs bîrdoziya Rêber Ocalan ji bona demokrasî û azadiyê li ser hebûn û serweriya xwe xeteriya herî mezin dibîne. Bi riya tecrîdê dagirkeriya Tirkiyê û hêzên navnetewî dixwazin felsefeya Rêber APO asteng bikin û nehêlin berbelavî tevahî cîhanê bibe.

`Li hember dagirkeriyê û hişmendiya netewdewletê tekoşînê bilind bikin`

Her wiha Kêfo bilêv kir ku Rêber Ocalan ne dîlgirtiyekî ji rêzê ye, ji bo sînordarkirina ramanê Rêber APO tevahî zagonên mirovî têne binpê kirin û wiha got: “Tecrîda ku li ser Rêber Abdulah Ocalan ji 24 salan ve tê meşandin. Ev tecrîd dîrokeke xwe ya dirêj heye ku tavahî pîvanên mirovahiyê derbas kirî ye. Di îmraliyê de ji bo sînorkirina ramanên Rêbertî nahêlin ku pirtûk, Rojname û kovar derbasî girtîgehê bibin. Lê rûxmî tavahî astengiyan jî Rêber Ocalan bi sedan pirtûk nivîsandin û têkoşîna herî giran li hember dagirkeriyê û hişmendiya netewdewlet dide meşandin.

`CPT hevkarê sûcê tecrîdê ye`

Endamê saziya malbatên Şehîdan Kêfo Osman ragihand ku CPT li hemberî Îmraliyê Sûcdar e, her wiha tekez kir ku bi dîlgirtina Rêber APO wê nikaribin fikir û felsefeya wî asteng bikin: “CPT bi nêzîkatiyên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan dibe hevkarê pergala tecrîdê. Ji rêxistinên navneteweyî ya mafê mirovan tê xwestin ku li hemberî tecrîdê xwe bêdeng nekin, her wiha bi erkên xwe yên exlaqî rabin. Di heman demê de ji tavahî gelên azadîxwaz tê xwestin ku li hemberî tecrîdê têkoşîn bikin û Rêberê mirovahiyê azad bikin. Bila dewleta Tirk û hevkarên wê zanibin ku tu kes wê nikaribe rê li pêş belavbûna felsefey Rêber Ocalan bigire û destkeftiyên gelê Kurd têk bibe.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.