Rojnameya Ronahî

YEKÎTIYA EREBAN DIKARE REWŞA SÛRIYÊ BIGHERE

DILYAR CIZÎRÎ

Di roja 7’ê gulanê de Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Ereban li ser asta wezîran bi rêveberiya Misrê li Qahîrayê civiya û biryara da hikûmeta Şamê ku ev 12 sal in ji nava xwe derxistibûn, vegere. Balkêşe ev biryar piştî mijara lihevhatina di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyayê ket rojevê û piştî hevdîtinên 4 alî yên di navbera Rûsiya, Tirkiyê, Îran û hikûmeta Şamê de ketibûn rojevê. Welatên ereban bi vê yekê hewl didin di guhertina rewşa li Sûriyê de xwedî insyatîf û rol bin. Ew wiha texmîn dikin wê bi vegera Sûriyê ya nava Yekîtiya wan karibin rola Îranê di Sûriyê de qelis bikin.

Heger mirov destwerdana Îran di Sûriyê de di astên leşkerî, siyasî, civakî û her wekî din bibîne, mirov dibêje, wê Yekîtiya Ereban bi van gavan nikaribe bandor bike. Mane Rûsiya û Tirkiyê jî destpêkê bêyî Îranê hevdîtinên sê alî bi nûnerên Hikûmeta Şamê re lidarxistin, lê dema dîtin bêyî Îranê nikarin bandorê li rêveberiya Hikûmeta Şamê bikin, Îran jî kirin beşekî civînan. Lê ji ber civînên wan di çarçoveya berdewama 18 civînên Astanayê de pêk hat û tu berjewendiyên gelê Sûriyê tê de tune ye, tu encam bi xwe re ne anî.

Niha jî heger Yekîtiya Ereban bixwazin bi rastî di çareseriya demokratîk a li Sûriyê de bibe xwedî rol, pêwîste di serî de bi nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyayê re bicivin. Insyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya aloziya Sûriyê zemîneke baş ava dike. Di vê derbarê de heger sûd ji ezmûna 12 salan a hevdîtin û civînên li Cinêv, Sotçî, Astana û Qahîra were girtin, wê gavên erênî li ser xeta çareseriyê bêne avêtin. Hemû civînên behsa mijarê ji ber destwerdanên dewletên herêmî û navdewletî bê encam derbas bûn.

 

Halê hazir û piştî Sûriyê careke din kursiya xwe ya Yekîtiya Ereban bi dest xistiye jî lê hîn tiştekî diyarker û  zelal nîne. Gelek şîroveyên cûda têne kirin. Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî mijar wekî gavekî erênî nirxand û destnîşan kir wê di aliyên herêmî û navdewletî de jî bandorê li ser dosya Sûriyê hebe.

Erê raste lê heger Yekîtiya Ereban karibe hemû aliyên Sûriyê beşdarî maseyên danûsitandinê bikin, wê zemîna riyên çareseriya demokratîk a li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’yî 2254 were amedekirin. Ji xwe jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zemînekî wê ya zindî ye. Li jor jî me got hemû civînên navdewletî yên bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser vala diçûn. Çerxa Sûriyê jî piştî her civînekî berûvajî digeriya, li şûna çareseriyê dagikerî, şer, kuştin, wêranî, talan û her wekî din li ser xaka Sûriyê derket asta hîn jordetir. Em îro jî dibînin di encamê de beşek mezin ji xaka Sûriyayê veguherî navenda çêkirin û belavkirina madeyên hişbir. Ev jî xeteriyê li ser tevahî welatên herêmê çêdike. Li beşekî din komên tundrew têne amadekirin. Ew jî metirsiyê li ser tevahî cîhanê çêdikin. Lê cardin jî hêviya me vê carê heye bi rastî gav di xeta çareseriya aloziyê de bêne avêtin.