Rojnameya Ronahî

Ji bona paşerojeke azad dengê xwe bidin xwe

Elî Roj 

Di demeke ku gelek hevsengî û aliyên heremî û nevnetewî li pey berjewendiyên xwe ne û her yekî li gorî çiqarên xwe tevdigere. Li Tirkiyê demeke dîrokî tê jiyankirin û hilbijartinên 14’ê Gulanê li ber derî ne, kampaniya hilbijartinan jî di vê çarçoveyê de tê meşandin. Li aliyekî din jî gelek hene ku hêviyên xwe bi serkeftina AKP’ê ve girêdidin û ji xwe re dibêjin dema ku AKP’ê bi ser bikeve wê rewşa wan baştir bibe. Girêdayî vê yekê û bi taybet jî penaberên Sûriyê yên ku Erdogan di destpêka şoreşa Sûriyê ve li ser wan bazarî û siyasetê dide meşandin û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de jî dixwaze wan bikarbîne. Ruxmî tişta ku Erdogan bi serê penaberên Sûrî kirî, lê hîn jî baweriya xwe bi AKP’ê û Erdogan tînin û hêviyên xwe pêve girêdidin.

Gelek kiryarên di derheqê penaberên Sûrî yên ku li Tirkiyê jiyan dikin têne meşandin, didin isbat kirin ku rojane tûndî û şidet li ser penaberên Sûrî bi hişmendiya sîstema faşîs, qirker û kujer tê meşandin. Di dema erdhejê de welatiyên Sûrî bi darê zorê ji cihê wan hatin derxistin û di şûna wan de tirk hatin bi cih kirin. Gelek ciwanên Sûrî bi destê nijatperestên Tirk hatin kuştin û li hemberî wan şidet, girtin û li wan hate xistin. Her weha bi darê zorê welatiyên Sûrî ji Tirkiyê hatin derxistin. Ev bûyer û gelek rûdawên ku heyanî roja îro di derheqê Sûriyên penaber de têne meşandin, hîn şûna wan di bîr û hizrê hemû Sûriyên penaber de, zindî ye.

Xizanî, bêkarî û rewşa abûrî û daketina lêreya Sûrî li beramberî dolar, ev yek jî encama siyaseta AKP’ê û MHP’ê ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku li Tirkiyê tevahî gel û kesayetên azadîxwaz û demuqrat dengê xwe nedin AKP’ê û MHP’ê. Ji ber ku her dengekî ku ji bona AKPê û MHPê ye, ew deng ji bona şer, komkujî, wêran û qirkirina gelan e. Dendê ji bona AKPê û MHPê wê hîn zêde bibe sedemê kûrkirina alûziya tirkiyê, sûriyê û rojhilata navîn. AKPê û MHPê dixwazin bi êrîşên ser qadên berxwedanê û bakur û rojhilatê sûriyê û bi hemû rengên çekên qedexekirî, encam bigre û bandorê li qampaniya hilbijartinan û encama wê bike. Ji bona ku AKPê û MHPê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser bikevin, wê her tiştê ku nakeve hişê mirovan bikin. Ji ber ku AKPê û MHPê hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bona xwe mîna man û nemana xwe dibînin û ji neha ve serî li dek û dolaban dixin û kelek sixtekariyê û hîleyan dikin. Di serî de pêwîste gelê kurd û hemû kes, partî, azadîxwaz û demuqrat, bi rengekî baş rastiya AKPê û MHPê nasbikin û rûyê wan ê gemar û qirêj di hilbijartinên 14’Gulanê de ji bona cîhanê eşkere bikin. Ji ber ku erdogan mîna şevşevoka ku roj dema derdikeve û nizane xwe li kudê veşêre. Erdoxan jî ji ber ku ji neha ve dizane ku wê di hilbijartinan de binbikeve, ji ber vê yekê ji neha ve dest bi sixtekarî û hîleyan kiriye û dixwaze bi vê yekê bandoreke neyînî li ser hilbijartinên 14’Gulanê bike.

Kesên ku naxwazin êdî binçavkirin, kuştin, komkujî, wêran, koçberî, betalî, bêkariyê û paşerojeke tarî mîna dojeha ku her tiştî tar û mar dike bibînin. Bile ji neha ve aqilê xwe bînin serê xwe û bi soz û gotinên Erdogan neyên xapandin. Ji ber ku ji bilî hovîtî, qirkirin, kuştin, koçberî û kiryarên dij mirovî, tiştekî ku Erdogan bide vî gelî nema ye. Partiya çepên kes û eniya ked û azadiyê roj û şev, gund bi gund, kolan bi kolan û bajar bi bajar ji bona serkeftina dengê azadî û demuqrasiyê kar û xebatê dike û gel hêviyên xwe di vê partiyê û vê eniyê de dibîne. Ji neha ve tê xuyakirin ku gelê me yê welatperwer ji heft salî heyanî heftî salî wê dengê xwe bide Pariya Çepên Kesk. Ji bona azadiya fêzîkî ya Rêber APOye û çareseriya pirsgirêka kurd û azaiya civakê ye pêwîste ku em dengê xwe bidin xwe. Ji bona rastî di tariyê de nemînin û ji bona ku dengê heqîqetê her bilind were bihîstin, pêwîste ku em şev û roj û bê rawestandin di nava tekoşînêdebin. Roj roja azadî û serkeftina gelan e. Ji bona ku em dawiya qirkirin, pişaftin û dagirkeriyê bînin em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.