Rojnameya Ronahî

“Insiyatîfa Rêveberiya Xweser Bingeha Çareseriyê Ye”

Zana Roj /Qamişlo

Gulîstan Elî diyar kir ku Insiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bingeh û riya yekane a çareseriyê ye. Herwiha da xuyakirin ku ew ji bo pêşwazîkirina penaberan amade ne û wan ji bo wê bang li Netewên Yekbûyî kiriye ku bibin alîkar.

 

Kirîza Sûriyê 12 sal li pey xwe hişt, di şerê Sûriyê de bi 100 hezaran mirov hatin kuştin û bi milyonan mirov jî, ji ber rewşa şer berê xwe dan welatên derdorê û wekî penaberan li wan welatan dimînin. Hêzên navnetewî û herêmî her dem hewil didin ku pirsgirêka penaberên Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker ku  kaxeza penaberên Sûrî ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya qirêj dixe dewrê. Tevî ku bi 10’an civîn û hevdîtinên ji bo çareserkirina Kirîza Sûriyê hatin e li darxistin, lê her dem ev cîvîn bê encam man, ji ber ku hêzên di van civînan de beşdar dibûn temsîla gelê Sûriyê nakin, her wiha gelê Sûriyê derveyî van civînan dimîn e.

Di demekê de ye ku kirîza Sûriyê roj bi roj gurtir dibe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18ʹê Nîsana borî de beyannameyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir. Beyannameya ku ji 9 xalan pêk tê, teqeziyê li ser misogerkirina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê dike, her wiha teqeziyê li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk û domandina têkoşîna li dijî terorê dike. Her wiha li gorî wê, berhemên Sûriyeyê milkê tevahî gel in ku divê bi awayekî adilane werin parvekirin.

Di heman çarçoveyê de, ji ber rewşa xerab ya penaberên Sûrî ku li Lubnanê dimînin,  herwiha hejmareke dewlet hewl didin ku têkiliyên bi hikumeta Şamê re normalîze bike û hinek hêzên Lubnanê hewl didin mijara penaberên Sûriyeyê bilivînin, Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ne penaberên sûrî yên li Lubnanê pêşwazî bikin û bang li NY`yê kir ku ji bo vegera penaberan, korîdorek mirovî di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Lubnanê de veke.

Di derbarê insiyatîva Rêveberiya Xweser û xala pêşwazîkirina penaberên derveyî welat endama Desteya Rêveber a Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî ji rojnameya me re axivî.

Gulistan bal kişand ser girîngiya însiyatîva Rêveberiya Xweser  û wiha got: “Di pêvajoya rewşa Sûriyê ya dawî de, her ku diçe kirîza Sûriyê kurtir dibe. Tavahî pirsgirêkên ku hatine jiyankirin û altirnatîfên çareserkirinê gihîştine asta xetimandinê, êdî ne hikumeta Şamê dest ji kursiya xwe berdide û ne jî baweriya gel bi çaresariya wê ma ye. Li ser wî esasî di pêvajoyeke wiha hesas û girîng de, Rêveberiya Xweser gavavêtineke mezin ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê  avêt û însiyatîva ku ji 9 bendan pêk tê di 18 ê Nîsanê d eşkerekir.”

`Rêveberiya Xweser ji bo tavahî gelên Sûriyê çareseriyê pêşkêş dike`

Gulistan diyar kir ku Rêveberiya Xweser di însiyatîfê de helwest û cidîbûyîna xwe ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê da xuyakirin û wiha domand: “Di pêvajoya kirîza Sûriyê de Rêveberiya Xweser ji destpêka demazrandina wê ve, her tim lêgerîna çareseriya aloziyên ku tê jiyankirin, kiriye. Dewlet û hêzên navneteweyî heyanî niha jî neketina ferqa ku Rêveberiya Xweser ji bo tavahî xaka Sûriyê difikire, lewra Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev îsiyatîf ji bo tavahî dewletên herêmî û yên cîhanî pêşkêş kir ku ji bo çareseriya pêvajoyê tavahî cîhan bikeve cidîbûyîna sekna Rêveberiyê.”

Rêveberiya Xweser banga pêşwazîkirina penaberên Lubnanê kir

Gulistan anî ziman ku tavahî bendên ku di însiyatîvê de hatine eşkerekirin wê ne tenê tewrî bimînin, bi taybet xala pêşwazîkirina penaberan yên Lubnanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya Xweser di xuyakirina bendên însiyatîfê de gelek hesas û bi cidî nêz bûye, bi eşkerekirina van bendan dide diyar kirin ku ev xal wê tenê tewrîk li ser kaxizan nemînin, tavahî hewildan wê ji bo piratîkkirina wan wê  bê kirin. Bi taybet gava yekemîn a ku hatiye avêtin, ew jî pêşwazîkirina penaberên Sûriyê yên ku li Lubnanê jiyan dikin e. Dewleta Lubnanê di van demên dawiyê de di nava kirîzên aborî yên cidî re derbas dibe. Di heman demê de ji ber hejmareke mezin ji gelê Sûriyê berê xwe da Lubnanê Rêveberiya Xweser xwe li hember rewşa wan berpirsiyar dibîne, lewra jî banga pêşwazîkirina tavahî gelê Sûriyê yên ku dixwazin vegerin, kir.”

Bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin

Gulistan da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser banga netewên yekbûyî kir ku bibin alîkar ji bo vekirina korîdorên derbaskirina benaberan û wiha got: “Ji bo pêşwazîkirina paneberên Sûriyê yên derve, ji erka Neteweyên Yekbûyî ye ku bibe alîkar. Ji bo wê Rêveberiya Xweser banga Neteweyên Yekbûyî kir ku bibe alîkar ji bo rêxistinkirina altirnatîveke hevbeş ya vekirina korîdorekî fermî di navbera me û Lubnanê de.”

`Hikumeta Şamê rê li çareseriyê venake`

Endama Desteya Rêveber a Karên Derve a Rêveberiya Xweser Gulistan Elî eşkerekir ku Hikumeta Şamê tevî 12 sal ji talankirinê û hîn jî ji diyalogên çareseriyê re ne hazir e û wiha qedand: “12 sal li ser xaka Sûriyê tavahî cureyên tundî, qetilkirin, talankirin û hilweşandinê hat jiyankirin, lê belê Hikumeta Şamê heyanî vê kêliyê jî ji bo parastina berjewendiyên xwe rê li pêşiya çareseriyê venake. Di heman demê de xaka Sûriyê di bin destên hêzên gerantor de hêştiye. Em jî vê yekê dibêjin heyanî ku ev hêz ji Sûriyê dernekevin û diyalogên çareseriyê pêş nekevin wê bidawîkirina van kirîzan ne gengez be.”