Rojnameya Ronahî

“Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin”

DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê 10 jinên ku di demên dawî de hatin gitin ku di nav wan de rojnamevan jî hene daxuyanî dan û gotin: “Armanca bingehîn a îktidarê astengkirina têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê ye. Em tu carî dest ji mafên xwe, têkoşîn û azadiya xwe bernadin.”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî binçavkirin û girtinên 25’ê Nîsanê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Pêkhateyên torê û namzeda parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosa Çîgdem Sevîmlî daxuyanî xwend.

 

‘Girtî di şert û mercên dijwar de tên ragirtin’

 

Sevîmlî bi bîr xist ku di 25’ê Nîsanê de di encama operasyona binçavkirinê de 10 jin hatin girtin û got: “Gelek parêzer, rojnameger, hunermend û parêzvanên mafan hatin binçavkirin, li mal û kargehên girtiyan lêgerînên derqanûnî pêk hatin. Piştre jî bi qedexeya 24 saetan a li ser parêzeran mafê azadî û ewlehiyê hat binpêkirin. Di encama lêpirsînê de 10 jinên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin. Hevalên me yên ku bi van hemû neheqiyan hatin girtin, li wir di nava şert û mercên nemirovî de tên ragirtin. Li girtîgeha ku ava vexwarinê, paqijî û hemû pêdiviyên jiyanî nayên peydakirin.”

 

‘Em tacîza edlî qebûl nakin’

 

Sevîmlî di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Bi çewisandina edlî tê armanckirin ku li ser mûxalefetê bandorek birêkûpêk bê çêkirin û demokrasiya ku cewhera rêxistinbûna civakî û civaka sivîl pêk tîne, ji van pêkanînên neheq zirarê dibîne. Hevalên me yên jin ên ku bi pêkanînên kêfî yên ku bi polîtîkayên mêtîngeriyê maf û azadiyên bingehîn ji holê radikin û destûra bingehîn binpê dikin, bi zextên darazê hatin girtin, divê di demek herî kurt de bên berdan. Em weke endamên DAKAP’ê û Tora Dijî Tundiyê ya Amedê careke din destnîşan dikin ku em vê çewisandina edlî ya li hemberî hevalên xwe yên jin qebûl nakin û ji bo bidawîkirina pergala baviksalarî em ê her tim li kuçe û kolanan dengê xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî.”

 

‘Em li vir in, em naçin’

 

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça jî wiha axivî: “Di mehên dawî yên sala 2022’yan de jinên ji TJA’yê ji vir hatin birin û birin Enqereyê. Ji vir bi kelepçe û îşkenceyê birin Enqereyê. Dema ku di girtîgehê de bû tu daxwazên wan nehatin cih û dema birin girtîgehê jî mehekê heman cil, av, sabûn û malzemeyên paqijiyê nedan wan. Di 10 salên dawî de polîtîkayên mêtîngeriyê hatin meşandin. Hikûmet dibêje, ‘Em ê jinan di malan de bihêlin, guh nedin wan, biryarên parastina wan ji tundiyê hilweşînin’. Ev berxwedana ku ji aliyê jinan ve hatiye pêçan, wê dawiya hefteya bê xatirê xwe ji Erdogan û alîgirên wî yên biçûk bixwaze. Em weke jin li vir in û naçin.”