Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çiya Kurd: Dozên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban hene

09/05/2023
in NÛÇE
A A
Çiya Kurd: Dozên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban hene
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ew destekê didin hewldanên dewletên Ereban ên ji bo çareseriya Sûriyeyê û bal kişand ku di navbera rewşa Sûriyeyê û dewletên Ereban û di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban de dozên hevbeş hene ku dikare bi hev re li ser kar bikin.

Piştî zêdetirî 10 salan di 7`ê Gulanê de carek din endamtiya Sûriyeyê ya Komkara Erebî hat pejirandin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî mijarê axivî. Çiya Kurd got: “Vegera Sûriyeyê li hembêza erebî dikeve berjewendiya giştî ya Sûriyeyê û berjewendiya gelê Sûriyeyê. Lê şert e ku ev gav li pêş çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê ku ket sala xwe ya 13′yemîn, nebe asteng. Berovajî wê, divê xebat were kirin ku biryara vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî bibe gaveke girîng ji bo pêşxistina proseya siyasî li Sûriyeyê û peydakirina çareseriya siyasî. Divê ev helwest esas bê girtin.”

Meclisa Komkara Erebî ya 7`ê Gulanê li ser asta wezîrên derve û bi serokatiya Misirê civînek awarte li dar xist, tê de biryara vegera Sûriyeyê li komkarê erê kir.

Çiya Kurd, encamnameya civîna Komkara Erebî ku tê de bal kişand ser çareya siyasî ya li gorî biryara 2254′an, erênî nirxand û got: “Em destekê didin hemû hewldanên erebî yên dikevin xizmeta vê rêgehê.”

 

Bidawîkirina dagirkeriyê ji bo çareseriyê pêwîstî ye

 

Çiya Kurd anî ziman ku girîng e ku lihevkirineke erebî li ser nêrînên siyasî yên realîst pêk werin, ku çareyek bê dîtin, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên misogerkirin, dagiekeriya dewleta Tirk li parçeyên berfireh ji Sûriyeyê bê redkirin û dawî lê were anîn û got: “Ev ji bo çareseriya giştî pêwîstî ye.”

Çiya Kurd diyar kir ku di navbera rewşa Sûriyeyê û dewletên Ereban û di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban de dozên hevbeş hene ku dikare bi hev re li ser bê xebitandin û bên çareserkirin.

Çiya Kurd anî ziman ku li gel Rêveberiya Xweser gelek hêmanên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî ku ji bo çareseriya li Sûriyeyê girîng in hene, ji lew re dikare di pêvajoya pêş de roleke girîng bilîze û wiha pê de çû: “Ji ber ku çareya siyasî li Sûriyeyê ne tenê bi rêya Şamê dibe, divê hemû sûriyeyî beşdarê bin û ji bo wê gavên cidî û aktîv biavêjin. Me berê jî bi rêya beyannameya xwe ya çareseriyê jî ev yek gotibû.”

 

‘Em nikarin encamên yekser ên vegera sûriyeyê li komkara erebî pêşbîn bikin′

 

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku ew nikarin encamên yekser ên vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî pêşbîn bikin û wiha dom kir: “Ev encam girêdayî demê û derfeta hikumeta Sûriyeyê ya pêkanîna hin daxwazên di çarçoveya çareseriya siyasî de û hêza wê ya guhertinê ve girêdayî ye. Lê em geşbîn in ku hin dewletên Ereban karibin proseya siyasî bi pêş bixin.”

Çiya Kurd bi rêya ajansa me ev bang li hêzên aktîf û dewletên Ereban kir: “Divê hêzên aktîv û dewletên Ereban bi awayekî cidî bixebitin û tevî hêzên sûriyeyî bi hemû meylên wan û di serî de Rêveberiya Xweser re bikeve peywendiyê. Pirbûna peywendiyan û naskirina rewşa Sûriyeyê ji nêz ve ji aliyê dewletên Ereban ve, dê ji bo serkeftina hewldanên ereban ên çareseriyê û mayîndekirina ewlehiyê li seranserê herêmê de, rolek mezin bilîze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.