Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê faşîzma AKP-MHP’ê bi destê me hilweşe’

09/05/2023
in NÛÇE
A A
‘Wê faşîzma AKP-MHP’ê bi destê me hilweşe’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku, ev hilbijartin wê ji bo her beşê civakê bibe destpêkek nû û got “10 sal in em şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê dimeşînin. Eger wê îro hilweşe, ev yek wê bi destê kurdan û hêzên demokrasiyê, rêya sêyemîn wê faşîzmê hilweşîne.”

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît qala şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û bandora tevgera azadiyê ya li ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê kir.

 

‘Rêber Apo tu carî nekete xefika wan’

 

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û hezkirin û hesreta xwe careke din pêşkeş kir.

Hêlîn Umît got, “Ji bo hilbijartinê hefteyek maye. Bêgûman pozîsyona Rêber Apo ne tenê eleqeya xwe bi hilbijartinê re heye. Ji roja avakirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê û vir ve di nava 25 salan de êrîşên cihêreng li hemberî gelê kurd hatin kirin. Bi nêzîkatiyeke mîna amûrê nêzî Îmraliyê bû, nêzî Rêber Apo bûn. Di demeke nêz de jî; beriya salekê, beriya du salan, di hilbijartinên beriya niha de hêzên desthilatdariyê, bi taybetî jî AKP-MHP’ê li dijî hêzên azadiyê yên gelê kurd hewl dan ku Rêber Apo bi kar bînin. Lê belê rastiya Rêber Apo, saziya rêbertî li vê yekê girtî ye. Ti carî nekete xefika wan.”

 

‘Bi saya berxwedana Gerîla îro faşîzm hatiye ber têkçûnê’

 

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û got, “Gerîlayên me yên HPG û YJA Starê mohra xwe li vê salê xistin. Eger niha qala hilbijartinê tê kirin, eger hilbijartin di atmosfereke ‘demokratîk’ de dikare bê nîqaşkirin, ya jî eger qala hêviyek ji bo têkbirina desthilatdariyê ya di hilbijartinê de tê kirin, garantora vê yekê têkoşîna me ye. Eger bi rastî jî li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanînê pêşî li dagirkeran nehatibûya girtin, dibe ku îsal hilbijartin nehatibûya kirin, wê tiştekî din hatibûya îlankirin.”

Hêlîn Umît got, “Rast e me gelek berdêl dan, gelek hevalên me şehîd bûn. Ji ber ku şerekî gelekî giran e. Lê belê sekna fedaî ya li hemberî vî şerî, kir ku di konjonktura heyî de AKP-MHP bigihêje ber têkçûnê.”

 

‘Banga min ji herkesî re ew e ku biçin ser sindoqan’

 

Ez di wê baweriyê de me ku sibeha 15’ê Gulanê wê ji bo Tirkiye û Kurdistanê nûbûnekê bi xwe re bîne. Wê faşîzma AKP-MHP hilweşe. Wê li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê bikeve serdemeke nû. Têkoşîn wê neqede. Em bi vî rengî nêzîk dibin. Em ê bikevin nava demeke nû, bikevin pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Li ser vê bingehê ez bang li jinan, ciwanan, tevahiya gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê, cihêrengî, dewlemendî, nasnameyên li Tirkiyeyê, Elewiyan dikim ku li ser vê bingehê tevlî bibin. Serkeftinê dixwazim.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.