Rojnameya Ronahî

Hilbijartin û oldar

Hafiz Ahmet Turhalli

Di 14’ê Gulanê li Tirkiyê û bakurê Kurdîstanê hilbijartinên Serokkomarî û Endamên parlemana Tirkiyê hene.

Bi taybet mirov kare bibêje ku ev zêdetirî bîst salane Kesên bi Rêberiya Erdogan li ser desthilatin, ji xwer dibêjin em Oldar û Misilman in. Ji ber vê, divê mirov di çarçoveya olî de pirsgirêkê bigre dest û bi awayeke zelal pênase bike. Gelo li gorî Ola Îslamê Hilbijartinên ji bo birêveberiyê hene an na? Gelo wek henekî dibêjin di Ola Îslamê de hilbijartin nînin, ev raste an na?

Li gor Pîvanên Qura’anê mijara birêvebirinê weha hatiye destnîşan kirin.

Karê wan (bawermendan) bi îstîşarêye‘. (Şura 38)

Ey Muhemmed! Dema te dest bi karê birevebirinê kir bi (Sehabe Heval) ên xwere îstîşarê bike! Dema we biryar da xwe bispêre Xwedê‘. (Alî Îmran 159)

 

‚Hûn sê kes rêwîtiyêdebin, yekê ji xwere wek rêber hilbijêrin‘.

(Ebu Dawud: Hijmar Hedîs 2242)

 

Ola Îslamê li gor Melîktî û Sultaniyê birêvebirinê napejirîne. Lê ji bo birêveberiyê henekî hîmên bingehîn datîne û pêşniyar dike.

  1. Edalet: Dadmendî Ji bo her kesî bê cudabûn û bê navber pêkanîna dadê
  2. Emanet: Hemû desthelat wek meqamên emanetê ku piştre radestî milet tê kirin.
  3. Ehliyet- liyaqat: Mirov vê karî bide kesên ji heq derdikevin, ne kesên nezan.
  4. Meşweret: Yanî bi hişmendiyek civakî û hevkar rêveberî were pêkanîn, ne wek şexs ku piştre bibe dîktator.
  5. Heqqaniyet: Bê cudabûn hergav li cem heqîqetê cîh girtin.
  6. Meslehet: Berjewendiyên Civakî, ne berjewendiyên takekesî

Di derbarê birêvebirinê de, Pîvan û prensîbên Qur’anî evin.

Mixabin ev pîvanên han piştî wefata Pêxember (sXl) bi zanebûn hatin şîlo kirin. Hişmendiya desthelatê di nava Misilmanande vegeriya ser pîvanên Sultaniyê. Birêveberî jî, ji bav derbasî lawan dihate kirin, wek Melîk û Şahan. Qur’an rêveberiya bi vî rengî red dike û napejirî ne.

Qur’an dibêje; Divê birêveberî bi hilbijartin û pejirandina civakî li gor wan pîvanên ku me rêz kirin pêkwer e.

Lê ev pîvan di dîroka me Misilmanan de pêk nehatin. Ji ber wê ne aliyên Şîî, an yê Sunnî ne li gor van pîvanan pêkahtine an jî pêk tên, berovajî li gor Kral û Sultanbûnê birêveberî pêk anîne û tînin.

Roja îro jî, di Şexsiyeta Erdogan heta hemû welatên ku hemwelatiyên wan Misilmanin bi heman hişmendiyan desthelat tên meşandin. Erdogan jî xwe wek Sultan dibîne û dibêje ez‚ La Yuselim‘, kes nikare ji min hesabê bipirs e. Ev hişmendiyek şaş e, mixabin bi navê Îslamê hatiye bi cîh kirin. Ji ber vê hişmendiyê Civaka me Misilmanan di pirsa birêvebirinê de têk çû ye.

Kesê bi navê Îslamê dibe desthilatdar, dibe dîktator û di bengeha vê hişmendiyêde ev berovajî kirin heye.

Em dibînin, kuştin, dizî, maf xwarin, ruşwet, ne layiqbûn, nedurist bûn, di van birêveberiyan de pir pêşketî ye.

Dema pirsgirêka birêvebirinê bi vî rengî be, civak jî diçe fesadê.

Îro hilbijartin hene: Ger demoqrasî û dadmendî hebe, divê pêşbirk li gor wan pêk were. Hilbijartin di qada Tirkiyê de wek xapandin pêk tê.

Divê Misilman, ji van zaliman xwe azad bikin. Divê Kurd bi yek dengî dijî van dijminên xwe dengê xwe bikar bînin.

Divê kesê xwedî hiş û wicdan hemû derudorên xwe rêxistî bikin û bibin dengdanan.

Divê ev dijminên mirovahiyê bi tenê werin hiştin.

Dengê me kesayta me ye, kesayet nayê firotin.