Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Niştimanperwerî, Piştgiriya Deklarasyona Rêveberiya Xweser E

07/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dizên mirîşkên Efrînê û wantirên Zap û Avaşîn, yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 18 Nîsana îsal de (2023), deklarasyona 9 xalan a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi raya giştî re parve kir. Di serê hemû xalan de, lêgerîna li çareseriya demokratîk ku bi kêrî hemû pêkhate û gelên Sûriyê werê, misogerkirina mafan, parastina pirrengiya Sûriyê û hevtemamkirina selikên aborî yê welêt, hebûn.

Piştî 12 salan ji aloziya Sûriyê, asêbûna siyasî û wendakirina pîvoneka çareseriya kirîzê, li gel hemû guherîn û veguherînên li herêmê û cîhanê rû didin, deklarasyona Rêveberiya Xweser di vê demjimêrê de, pêdiviyek dîrokî ji bo bidawîkirina êşa gelên Sûriyê, û pencereyeke rizgariyê ji bo hêzên navneteweyî yên bê proje, bû. Lew re jî, deklarasyona Rêveberiya Xweser bala her kesî li cîhanê kişande ser xwe. Hemû aliyan hewl dan sûdê jê bigirin û bi awayek ji awayan weke gaveke erînî hate nirxandin. Tenê kurtêlxwar û nûkerên li ser sifreya celadan nepixîne, ziman beden û naverok berovajî kirin ku qaşo, Rêveberiya Xweser ewqas pragmatîst e, xwestiyş sûdê ji heyama berhevhatina dewletên ereb bi Şamê re werbigire. Lê dîsa jî nekarîn li xwe mikur bên ku ew jî beşek sereke ya kûrkirina vê aloziya 12 salan in û li gel rejîma Sûriyê, herdû rûyên tabloya kirîza li welêt in. Bi gotinek din; eger xwedî projeyeke rizgarî û azadiyê bûna, wê bê dudilî modela çareseriya niştimanî ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye bi dilgermî pêşwazî kiribana.

Rêveberiya Xweser carek din, ji hemû dost û dijminan re isbat kir ku; modela wan a çareseriyê xwe dispêre rêgeza bingehîn a yekparebûna axa Sûriyê ya li ser bingeha edalet, wekhevî û pirrengiyê ye. Her wiha diyar bû ku çendîn prosesên perjewendiyên hinek aliyan li ser hesabê berjewendiya niştimanî diparêzin hebin, nikarin bê vîna li ser erdê ya ku temsîla cewherê şoreşa Sûriyê dike, ti prosêsan bi rê ve bibin ne jî dikarin bi ser kevin.

Aliyek din ê vê deklarasyonê jî ew e ku hembêza niştimanperwer a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin bûye, ji hemû penaberên Sûriyê re vekiriye û hemû tewanbariyên nijadperest vala derxistin. Çawa berê, îro jî Rêveberiya Xweser, tevî hemû êriş, zext, dorpêç û hewlên reşkirinê, bang li penaberên Sûriyê yên li Sûdan û Lubnanê kir ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Yanê Rêveberiya Xweser roj bi roj isbat dike ku rêveberiya rasteqîn a xwedî projeya çareseriyê ya tekane ye. Derveyî vê beyannameyê jî ti niyetên rasteqîn ên çareseriyê nîn in.

Ezmûna Rêveberiya Xweser a birêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide aşkartin ku paradîgmaya Rêveberiyên Xweser ên xwecihî yên pala xwe didin azadiya jinê û parastina ekolojiyê, şêwazê herî guncaw ê misogerkirina beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê nava birêvebirina welat de ye. Ev yek jî wê rê li ber beşdarbûn û parvekirinek adilane ya xêr û bêrên vî welatî li hemû gelên Sûriyê veke.

Ji bona ku bangewaziya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyanî bibe, tenê yek şert û merc heye, ew jî têkbirina dagirkeriyên li Sûriyê ku di serê wan de jî faşîzma Tirk heye. Ast û cidiyeta nêzîkatiya ji deklarasyona Rêveberiya Xweser a çareserkirina aloziya Sûriyê re, wê niştimanperweriya her aliyekî diyar bike ka çiqas dilxwazê çareseriya vî welatî ye?.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.