Rojnameya Ronahî

Zanîngeha Rojava Yekemîn Festîvala Biharê li dar xist

Birûc Resûl/Qamişlo

Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo yekemîn Festîvala Buharê bi beşdariya xwendekarên zanîngehê, li dar xist. Festîval 3’ê rojan dewam kir, tê de ji bo xwendekaran pêşbirk hatin lidar xistin û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Bi armnaca kêfxweşkirina xwendekarên Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Rojava di 3’ê Gulanê de ji bo xwendekaran Festîvala Buharê li dar xist. Festîval 3’ê rojan dewam kir û tê de gelek çalakiyên curbicur bi amadebûna, xwendekarên zanîngehê, rêveberî, mamosteyên zanîngehê û hejmarek ji malbatên xwendekarên zanîngehê, hatin lidar xistin.

Derbarê festîvalê de endamê Komîteya Amedakar A Festîvalê Ehmed Ibrahîm da xwiyakirin ku ev yekem festîval bi vî rengî ji aliyê Zanîngeha Rojava ve tê lidarxistin û her sal wê wek vê rojê, festîvala biharê bê lidarxistin.

Ehmed Ibrahîm derbarê çalakiyên festîvalê wiha got: “Di roja yekem ji festîvalê de 2 çalakî hatin lidarxistin, çalakî jî pêşbirkên werzişî yên di navbera xwendekaran de, herwiha pêşbirka pirsên curbecur ên çandî, werzîşî, dîrokî û zanistî.Di roja duyem de jî, ji aliyê xwendekaran ve çalakiya stran û helbestê hate lidarxistin. Di roja sêyem de pêşbirka baştirîn xwarinê hat lidar xistin, tê de xwendekaran lîsteyek ji cureyên xwarinên ku amade dikin bihvre çêkrin û  her wiha rêveberiya zanîngehê amûrên pêwîst ji bo çêkirina xwarinê ji xwendekaran amade kirin.”

Ehmed wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Ji bo çavdêriya çalakiyên xwendekaran Komîteyek çavdêriyê hat amadekirin, vê komîteyê xelat li xwendekaran belav kir. Herwiha ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve, ji bo serdana odeyên niştecihbûna xwendekarên û şopandina rewşa paqijiyê komîteke hat amadekirin û wê xelat bên belavkirin.”

Xwendakara bi navê CÎlan Cuma ku ji bajarê Efrînê ye û  beşdarî pêşbirka xwarinçêkirinê bû ji mke re axivî û got: “Ez tevlî festîvalê bûm, ji bo ku ez rêbaz û tama xwarinên xwe yên ku  herêma Efrînê bi wan navdare, nîşanî hevalên xwe yên li herêma Cezîrê û Kobanê bidim, her wiha pêşkêşkirina çand û kevinaşopiyên Efrînê ji bo tevahiya xwendekarên zanîngehê. Min tenê xwest li vir beşdar bibim û xwarinekê pîşkêş bikim, xwarina ku ez pê, beşdarî pêşbirkê bûm jî, Kufte û Şîş berek bû. Ji ber ku  ev xwarinên navdar li Efrînê ne. Ji bo hemû beşdaran re  ez serkeftinê dixwazim.”

Cîlan Cuma  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev festîval gaveke girîng û fikreke hêja bû, ku enerjiya me bilind kir, her wiha ev fisîval kêf û şahî ava kir, di heman demê de heycana me ji xwendinê re zêdetir bibe.”

Di roja dawî ya festîvalê de, piştî ku pêşbirka xwarinçêkirinê hat bidawîkirin, navê xwendekarên ku di çalakiyên festîvalê yên cûda de bi ser ketin hat eşkere kirin û xelat li wan hat belavkirin.

 Serketiyên yekem ên pêşbirkên lîstikê ev in:

1- Ehmed Mihemed, 2- Xalid Ebdî, 3- Siyamend Elmasto, 4- Nofa Mîro, 5- Hemûd Reşo.

Ji aliyê paqijî û birêkûpêkiya odeyên xewgehên xwendekaran ve, navên xwendekarên serkeftî wiha ne:

1- Emîra Mihemed Ehmed, 2- Rîma Ehmed Sîdî, 3- Roksan Ehmed Sîdî, 4- Hemrîn Elî Osê.

Serkeftiyên

Serkeftiyên Xewgeha Suryaniyan:

1- Cenda Sibhî Mela Xelîl, 2- Hind Hec Mehmud Dale, 3- Wetha Mehmûd Elî, 4- Sîdra Eladîn Xelîl, 5- Darsîn Mehmûd Elî.

Serkeftiyên Xewgeha Hesekê ya xwendekarên mêr:

1- Ehmed Ibrahîm, 2- Ebdullah Xelîl Ehmed,3- Dilyar Siyamend Omer.

Serkeftiyên Xewgeha Hesekê ya xwendekarên jin:

1- Wetiha Eniz, 2- Eylem Silêman.

Serkeftiyên Xewgiha Rimêlan yên xortan:

1- Enwer Mihemed, 2- Hemûda Ebdî, 3- Mehmûd Ehmed, 4- Ednan Ebdulrezaq Derwîş.

Serkeftiyên Xewgeha Rimêlan ya Keçan:

1- Viyolît Şakir, 2- Bêrîtan Mehmûd,  3- Hêlîn Îbrahîm.

Xewgiha Mesarif:

1- Mihemed Selû

2- Cûdî Omer,3- Alend Hesen, 4- Ebdulkerîm Hesen.

Serkeftiyên Xewgiha Hîmo:

1- Ehmed genco, 2- Ezîz Şêxo,3- Firzit Yasîn, 4- Ocalan Mihemed.

Serkeftiyên pêşbirka muzîk û helbestê de jî wiha bû:

1- Alan Elelî, 2- Hêlîn Hesen, 3- Şêrîn Omer, 4- Beşar Hobo.

Xelata xwarina herî baş ji aliyê tam, şikil û paqijiyê ve jî wiha bû:

1- Tîma 9`an, 2- Tîma 8` an , 3- Tîma 4`an.