Rojnameya Ronahî

Li hemberî  vîna gel êrîş û dorpêç berdewam e

Ji 5 salan ve kiryarên dagirkriya Tirkiyê û dorpêça hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê li herêma Şehbayê nehatine rawestandin, armanca wan ji van polîtîkeyên derveyî pîvanîn mirovahiyê ew e ku îradeya berxwedanê ya gel têk bibin.

Zana Roj/ Qamişlo

Di encama pilaneke  navnetewî de û ji bo dagikirina Efrînê, di 20 Çileya 2018 an de dagirkeriya Tirki bi hemû hêza xwe êrîşî bajarê Efrînê kir. Dewleta Tirk a dagirker bi hêza NATO’yê  Efrîn kir hedef, di pêvajoya şer de tavahî rêûrêbazên qirkirinê li ser gel dan meşandin û di encamê de  bi 100’an  şervan, sivîl û zarok hatin şehîd xistin û kelek  komkûjî pêk anîn. Gel û şervanên Efrînê di Berxwedana Serdemê de efsaneya berxwedaniyê li hember cîhanê dan nîşandan.

Kiryarên dagirkeriyê nehatin rawestandin

Piştî 58 rojan ji têkoşîn, berxwedanî û lehengtiyê, di 18 ê Adara 2018 an de gelê Efrînê di bin darê zorê de terka axa Efrînê kir û berê xwe da herêma Şehbayê. Gelê Efrînê li herêma Şehbayê tevî kêmderfetiyan jiyaneke nû da afirandin. Ji bo vegera Efrînê biryara berxwedanî û têkoşînê dan. Kiryarên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk tenê di pêvajoya Efrînê de nema, dewleta Tirk bi heman hovîtiyê êrîşên xwe li ser herêma Şehbayê berdewam kir.

Dagirkeriya Tirkiyê di herêma Şehbayê bi dehan komkûjî pêkanîn, yek ji wan jî di derheqê zarokên Efrînê de li Bajaroka Til Rifetê komek zarok kir hedef û di encama wê de 8 zarokan û kalmêrekî şehîd ketin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê rojane herêma Şehbayê, Til Rifet û gundewarên navçeya Şêrawa dike hedef. Rojane balafrên bê mirov li ser esîmanê herêmê digerin. Her wiha bi guleyan û obîsan herêmê bombebaran dike. Di encama van êrîşan de gelek zirarên madî û windahiyên giyanî çêdibin.

Sekna gel siyaseta dijmin têk dibe

Siyaseta dijmin ya qirkirinê li ser gelê Efrînê ji tavahî aliyan ve berdewam e. Li aliyekî  rojane herêm rastî êrîşên dagirkeriya Tirk tê. Herwiha li aliyê din jî, siyaseta hikumeta Şamê ya dorpêçê jî bi heman mabestê tê domandin. Hikumeta Şamê ji 5 salan ve siyaseta tengavkirina herêma Şehbayê di hemû aliyan de dide meşandin. Di encama dorpêçê de tavahî jiyana gel tê rawestandin û bandoreke mezin di aliyê jiyanê de dide avakirin. Hikumeta Şamê rê li pêşiya derbaskirina madeyên sotemeniyê digire, ev yek jî her car bi mehan dirêj dike, êdî tavahî jiyana gel û xebatên saziyan tên rawestandin. Qadên tenduristî, şeredarî, nan, av, elektirîk û çûnûhatine gel Jî tê rawestandin. Bê guman ev rewş bi xwe re gelek zehmetiyan tîn e. Lê belê tevî van zehmetiyan rêveberiya herêmê û gel bi îradeya berxwedaniyê li ber xwe didin û bi sekna xwe ya şoreşgerî pilanên dijmin ji her alî ve têk dibin.

Bîlancoya meha Nîsana 2023

Li gorî ragihandina leşkerî di meha Nîsanê de bîlancoya êrîşên dagiekeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrîn û herêma Şehbayê  wiha bûn:

Di 9’ê Nîsana 2023’an de, gundê Birc Qasê  bi 10 obîs hatiyetopbaran kirin.

Di 15’ê Nîsanê de gundê Bênê  û Aqîbê bi 200 obîs û doçkahatiye topbaran kirin.

Di 16’ê Nîsanê de gundê  Bêlûniyê , Balafirgeha Minxê , Eyn Deqinê , Bênê , Soxonekê , Aqîbê , Hirşa Soxonekî , Merenaz , Malkiyê, Şewerqa , Alqamiyê , Tat Meraş. Irşadiyê bi zêdetirî 700 obîs ,tang, hawan , doçka hatiye topbaran kirin.

Di 17’ê Nîsanê de gundê Bênê , Minxê , Aqîbê , Soxnekê , Hirşa Soxnekê , Malikiyê , Şewerqa , Tat meraş , Meyasê bi 74 obîs û hawan hatiye topbarna kirin.

Di 19’ê Nîsanê de gundê Başemirê  bi 3’ê rokêtê obîsê hatiye tobaran kirin.

Di 20’ê Nîsanê de gundê Mezin û Kelutê bi 3’ê rokêtên obîsê hatiye topbaran kirin.

Di 29’ê Nîsanê de gundê Hirbilê û Balafirgeha Miniqê bi 4 rokêtên obîsê hatiye topbaran kirin.