Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Armanc Ji Dorpêçê Şikandina Îradeya Gelan E`

07/05/2023
in ROJEV
A A
`Armanc Ji Dorpêçê Şikandina Îradeya Gelan E`
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihemed Emîn Elîko diyar kir ku armanca Hikumeta Şamê  ji dorpêça li ser Şehbayê şikandina îradeya gelê herêmê ye û got, divê gel , hiqûqnas û hemû kesên elaqedar dengê xwe bighînin Cîhanê da ku dorpêç bê şikandin.

Norşîn Sîno\Qamişlo

Dema ku dewleta Tirk ya dagirker  herêma Efrîn kir hedef, bi hezaran gelê Efrîn bi darê zorê koçberî herêma Şehba bûn. Hikumeta Şamê bi meşandina siyaseta xwe ya dorpêçê li ser gelê herêmê xwest ku îrade û berxwedaniya wan têk bibe.lê belê ev yek nebû  .Lewra roj bi roj firqeya çaremîn ya girêdayî Hikumeta Şamê dorpêça li ser gelê herêmê girantir dike û derfet nade ku pêdiviyên xwejiyankirinê wek pêdiviyên tendrustiyê , Ard û sotemenî derbasî herêmê bibe.

Derbarê dorpêça girankirî ya li ser herêma Şehba yê endamê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Emîn Elîko ji rojnameya me re axivî.

`Armanca Hikumeta Şamê şikandina îradeya gel e`

Endamê Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya  Demokratîk (PYD) Mihemed Emîn Elîko diyar kir ku Aarmanca Hikumeta Şamê ji dorpêça li ser Şehba şikandina îradeya gel e û wiha axivî: ” Siyaseta Hikumeta Şamê li ser gelê herêma Şehba ne ji niha ve ye. Ev 5 salin gelê Şehba li hember siyaseta wan ya qirêj li berxwe dide. Armanca wê jî şikandina îradeya gelê herêmê ye , Ji ber ku di texmîna wan de bi wergirtina pereyên zêde û nederbaskirina madeyên sotemeniyê yên ku bingeha jiyanê temsîl dike, ew ê karibin têkoşîn û  berxwedana gel bişkînin , lê belê gelê Efrînê bi îsrarbûyîn li hember van siyasetan li berxwe dide û tavahî pilanên dijmin vala derdixin.”

`Dorpêç li ser jiyanana gel bandor dike`

Mihemed Emîn da zanîn ku dorpêçkirin roleke pir xirab di milê xizmetkirina Civakê de ji aliyê  xwe Jiyankirinê de dilîze û wiha domand: “Di milê xwejiyankirina ji aliyê gel de dorpêç roleke pir xirab dilîze wek di milê tendrustiyê de pêdivî gelek kêm in bi taybet piştî erdhejê de, Firqeya çaremîn a girêdayî Hikumeta Şamê rê neda ku alîkariyên xwarin û vexwarin, her wiha derman, erebeyên alîkariyê derbasî herêmê bibin.Ev jî bandoreke neyînî li ser jiyana gelê herêmê kir.”

`Saziyên mirovî û navdewletî  çavên xwe li ser van kiryaran girtiye`

Elîko di heman demê de balkişand ser rola Saziyên mirovî û navnetewî di rewşa ku tê jiyankirin de û wiha dirêjî da gotina xwe: “Saziyên mirovî û yên Navnetewî ji bo berdewamkirina berjewendityên xwe I herêmê, tu destwerdanênên cidî ji bo çareserkirinê nakin. Ev yek jî ji me re dide diyarkirin ku tavahî dewletên heyî li ser xwîna gel xwe didin mezin kirin ”

` Divê gel , hiqûqnas û hemû kesên elaqedar dengê xwe bighînin Cîhanê`

Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Emîn Elîko destnîşan kir ku divê gel , hiqûqnas û hemû kesên elaqedar dengê xwe bighînin Cîhanê û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ji bo têkbirina dorpêçê divê  gel, hiqûqnas û hemû kesên elaqedar dengê xwe bighînin Cîhanê û bihêlin saziyên Navnetewî  çavên xwe li ser kiryarên ku di derheqê gel de tê kirin vekin . Gerek herkes xwe li hember çareseriya aloziya Sûriyê berpirisyar bibîne. Di nêrîna min de ku ev tişt li kêleka berxwedaniyê û têkoşînê  bê kirin wê  dorpêç were şikandin û gel karibin bi aramî bijîn.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.