Rojnameya Ronahî

Çareya yekê Şerê Gelê Şoreşgerî ye

Di pêvajoya heyî de, gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelên Kurdistanê  di xeteriyeke mezin re derbas dibin. Hêzên desthilatdar ji bo parastina desthiltdariya xwe, planên qirkirina gelan pêş dixin. Li hemberî wê  û ji bo têkbirina planên desthilatdaran, çareya yekê Şerê gelê Şoreşgerî ye.

Mihemed Xanim/ Qamişlo

Têgîna ‘Şerê Gelê Şoreşgerî ’piştî şerê Çîn û Viyetnamê sala 1979 ket rojevê. Bingehê wê ji aliyê pêşengê çînî Maw Tisî Tong ve hat danîn û li cem alîgirên wî bû stratejî. Li derveyî Çînê jî li welatên weke Viyetnam, Kûba, Nepal, Cezayir û Nîkaragowa şerê  gelê şoreşgerî bi ser ket. Di dawiya sedsala borî de, ev stratejî, bi saya raman û felsefeya Rêber Ocalan, li Kurdistanê jî hat bikaranîn. Di vê stratejiyê de yê şer dimeşîne gel bixwe ye. Tevî kêmbûna derfetan gel hewl dide xwe bigihîne armanca xwe azadiyê.

Di şerê gelê şoreşgerî de her pêkhateya civakê beşdar dibe. Ji bo serkeftina şoreşê, zarok, ciwan, jin heta kal û pîr; karker, endezyar, bijîşk, cotkar, hunermend, her yek ji wan li gorî derfetên xwe tevlî şer dibe. Bêguman ev jî bi pêşengiya şoreşgeran dibe. Şoreşger jî ew kes in ku bi welatê xwe ve girêdayî ne, ji bo parastina çand, rûmet û azadiya gelê xwe giyanê xwe feda dikin. Herwiha ji bo gihîştina armanca xwe bedelên giran didin û ji bo avakirina pergala parastinê bênavber û bê dudilî dixebitin.

 

Dem dema  Şerê Gelê  Şoreşgerî ye

 

Yek ji prensîbên sereke yên Şerê Gelê Şoreşgerî girêdana bi axa welat ve ye. Rêber Apo li ser vê stratejiyê pir sekinî, lewra girêdana axê misogerkirina hebûnê ye. Herwiha perwerde û hişmendî perçeyên bingehî yên şerê şoreşgerî ne. Divê her kes bizane, eger em dijminê xwe nas nekin, emê nikaribin têk bibin.

Gelê Kurd bi sedê salan ji aliyê dagîrkeran ve hat kuştin, ziman û çanda wî hat qedexekirin û siyaseta bişaftinê li ser hat meşandin. Di encamê de hebûna wî ket xeterê. Li hemberî vê siyasetê li Kurdistanê gelek serhildan pêk hatin û li cem Kurdan hêviyeke mezin çêbû. Lê ji ber gelek sedeman tev jî şkestin. Bi şkestina serhildanan re çareke din ewrên reş û tarî li asîmanê Kurdistanê kom bûn. Vê rewşê heta sala 1978’an dewam kir.

 

Ji bo Kurdan serdemeke nû

 

Sala 1978an li bajarê Amedê komek şoreşgerên Kurd kom bûn û kongreyek li dar xistin. Di vê kongreyê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat damezirandin û Abdulah Ocalan bû serokê wê. Bi vê pêngavê re baweriya Kurdan jinûve şîn bû û li derdora vê partiyê bûn xelek. Di nava demê de tekoşîna azadiyê gihîşt asteke bilind. Mirov dikare vê têkoşînê wek mînakeke şerê gelê şoreşgerî hesab bike. Bi demê re PKK li herêmê belav bû û li Rojhilata Navî bû hêza ronîkirinê ku ji prensîb û exlaqê xwe dûr neketiye. Eger di nava gelê Ereb, Faris û Tirk de partiyên şoreşger yên weke Partiya Karkerên Kurdistanê hebûna, Rojhilata Navî nediket vê çala tarî. PKK partiya şoreşger ya yekê bû ku di nava gel de stratijiya têkoşînê ya berfireh pêş xist. Rêber APO dibêje; eger hêza me ya têkbirina cîhanê tevê hebe jî emê  êrîş nekin, lê eger cîhan tev bibe yek û êrişî me bike, emê li ber xwe bidin.

 

Yek ji mînakên Şerê Gelê Şoreşgerî di Şoreşa Rojava de

Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin. Çeteyan bi hişmendiya kuştin, talan û wêrankirinê bi hemû cureyên çek û cebilxaneyên giran yên ji dewleta Tirk a dagirker wergirtibûn  êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî hemû cure êrîşan Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ/YPG), ku ciwanên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê cihê xwe di nava refên berxwde de digirtin  berxwedanek bêhempa dan meşandin. Di encama berxwedana meh û nîvekê de berxwedana şervanan di cîhanê de deng veda. Bi awayekî hevbeş di 1’ê Mijdara 2014’an de li sê aliyên Kurdistanê û 30 dewletên cîhanî çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê dest pê kirin. Bi milyonan gel dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bê navber berz dikirin û nîşaneyên serkeftinê bilind dikirin. Ev jî yek ji mînakên Şerê Gelê Şoreşgerî ye.

 

Gerîla bi berxwedana xwe rûmeta gelekî diparêze

 

Niha li çiyayên azad yên ku di dîrokê de her tim gelê Kurd pişta xwe dayiyê, gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ne. Li dijî dagîrkerî û faşîzmê şerê hebûnê dikin. Bi vê berxwedana xwe parastina rûmeta gelekî pêk tînin. Divê bi taybetî di vê pêvajoyê de berxwedana gerîla tenê nemîne. Gerîla li çiyayên azad li ber xwe dide û wê her tim jî li ber xwe bide. Di vê serdemê de tişta ku bibe serkeftin û şerê gelê  şoreşgerî  ye. Ji bo pêkanîna vî erkî em dikarin erkê xwe yê dîrokî pêk bînin. Bi vê hişmendî, bîr û baweriyê wê serkeftin bibe ya gelên azdîxwaz. Eger li Rojhilata Navî şerê gelê şoreşgerî  pêş nekeve wê tarîtî bidome û bibe sedema felaketên mezin.