Rojnameya Ronahî

Ji Çiya heyanî Xemlîn

Nehîr Pale       

Ji êla Kêtikan û babikê Almamed malbata Şahîn welatparêz û xwediyê dozê ne, di destpêka salên 80`ê de Tevgera Azadiyê dinasin. Ew ji gundê Bilik ê başûrê Kobanê ne. Di hemû pêvajoyan de bi Tevgera Azadiyê re bûne dost û hevrê. Di salên 90`î de êdî keç û xortên wan tevlî Tevgerê dibin, di wextê hatiye xwestin li çiyayên Kurdistanê têkoşîn kirine, berê xwe dane şoreşa Rojava û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine. Ji bo doza rizgarkirina Kurdistanê xwêdan dane û bûne xwedî şehîd û şoreşgeran.

Jin pêşengtî dike

Şehîd Xemlîn sala 1994`an ji civaka Kobanê ku sîstema wan êlin û di mijara jinê de girtî ne, beşdarî Tevgera Azadiyê dibe. Pey wê re bi dehan keç û xort ji heman malbatê riya wê dişopîn in. Hinek ji wan berî şoreşa Rojava û hinek jî bi şoreşa Rojava re tevlî dibin.

Hejmara şehîdan dighîje 33`ê şehîdî

Ji nava keç û xortên malbata Şahîn destpêkê rêheval Çiya Kobanê (Ehmed Şahîn)  li çiyayên Kurdistanê şehîd dibe. Piştre gelek keç û xortên malbatê çeka wî radikin û rêça wî dişopînin. Hinek ji wan li çiyayên Kurdistanê, hinek li Rojava û hinek jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd dibin. Hevala Xemlîn Kobanê ku ji keç û xortan ya yekemîn tevlî Tevgera Azadiyê bibû roja 3`ê Gulanê 2023`an li herêma Dêra Zorê şehîd bû.

Kurta jiyana Şehîd Xemlîn Kobanê

Şoreşgera jin Emîra Salih Şahîn sala 1980`an li gundê Bilik ê kantona Kobanê tê dinê. Sala 1994`an tevlî Tevgera Azadiyê dibe û derbasî Akademiya Masûm Korkmaz dibe. Rêber APO dema ku wê dibîne navê Xemlîn lê dike û nêzî salekê li gel Rêber APO dimîne.

Têkoşîna Heval Xemlîn bi Akademiya Masûm Korkmaz dest pê dike, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, sala 2014`an tevlî berxwedaniya Kobanê dibe û di şer de gelekî giran birîndar dibe, hîna tedawiya xwe bi dawî nebûye sala 2018`an tevlî şerê Efrînê dibe.

Birînên hevala Xemlîn ku di encama şer de çêbibûn çareserî ji wan re nebû, ji ber hemû parçeyên fîşek û bombeyan bûn. Birîn, nexweşî û zehmetî li pêşiya wê nedibûn asteng her dixwest li cî û herêmên zor û zehmet bixebitê.

Sala 2018`an tevlî Hemleya Bagera Cizîrê dibe û fermandariya şerê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê dike. Heyanî ku çeteyên DAIŞ`ê ji xaka Sûriyeyê hatin derxistin û Baxoz ji wan rizgar bû, hevala Xemlîn di hemleya Bagera Cizîrê de fermandartî dikir.

Şehîd Xemlîn sala 2022`an ji aliyê ewlehiyê ve berpirsyartiya Asayîşa herêma Dêra Zorê rakir. Di hemû pirsgirêkên ewlehî, cinsiyetparêzî û civakî ve berpirsyartî rakiribû. Bi riya xebatên rêxistinî û perwerdeyî hewl dida ku jin bibe xwedî rol û misyon. Ji bo li Dêra Zorê jin tevlî hêzên Asayîşê bibin gelekî têkoşîn kir û li ber xwe da. Bi keda wê û jinên derdora wê hejmara jin li Asayîşa Dêra Zorê gihîşte 55 jinan. Niha jin di hemû Nivîsgehên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Operasyonê ciyê xwe digrin.

Malbata Şahîn bi şehîdên xwe serbilind in

Birayê Şehîd Xemlîn Şahîn di merasîmê de axivî û şehadeta hemû şehîdên malbatê li welat pîroz kir, şopandina riya wan anî ziman û got ew ê hemû ji bo parastina xaka welat, têbikoş in.