Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo R.Erdogan direve?

07/05/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Ji mêj ve tê gotin ku R.T.Erdogan, heke di hilbijartinan de bi ser nekeve, dibe ku bireve! Li ser vê dîtina pir şîrove jî hatin kirin.

Lê niha di rojnameyên bi nav û deng ên dewletên giregir û xwedêgiravî dostên R.T.Erdogan , vê dîtinê û pêşbîniyê derdixên pêş. Li gelek dewletên Ewrupa û bi giranî jî li DYEyê, êdî weke ku desteka wî birî bin, li dijî siyaset û kiryarên rêveberiya wî nivîsandin zêde kirine.

Weke mînak, li Inglistanê rojnameya The OBSERVER û The ECOMONIST, li DYEyê Rojnameya BLOOMBER û The Sunday TIMES û hwd.

Nivîskarê The Sunday TIMESê Louise Callaghan, pir zelal û berfireh li ser R.Erdogan bi neyînî nivîsandî yê.

Naveroka nivîsa wî wisa ye; heke di hilbijartinan de bi ser nekeve, ya wê encama hilbijartinan qebûl neke, an jî wê bireve derve. Ji bilî vêna çare jê re nemaye… û hwd.

Hilbet ji bo wî gelek senaryoyên din jî tên gotin. Weke ku wê di hilbijartinan de gelek lîskên teknoloji bi kar bîne û xwe serkeftî nîşan bide. Heke ku ev lîskên teknolojiya bilind a navdewletî jî bi kêrî wî nehat an neserifand, wê wextê “derbeyê çêdike”!

Jixwe nerîna ji bo “derbe”yê ne di cihê xwe de ye, ji ber ku jixwe wî ji mêj ve derbe kiriye û ew niha jî xwediyê wê derbeyê ye û dewam dike. Wê derbeya ku digot a FETO ye, lê ew li xwe mikur hat û got “ev ji me re xelata xwedê bû”!

Lê her cûre lîskên teknolojî dikare bi kar bîne. Belê heke dewletên ev proje dane destê wî, ji bo dewama rêveberiya wî, destûrê nedin û dîroka desthilatiya wî dirêj nekin, ew senaryoyên ji bo wî tên gotin nikarin pêkwer e. Ew wêrekî û cesareta ewqas mezin pêre nîne.

Belê ew gotina “ew ê bireve derve” ne dûrî aqila ye.

Lê ma gelo ti dîktatorên mîna wî û dostê wî li ti dewletan ma ye?

Qasî tê zanîn piştî Omer Beşîrê Sudanê, nuha Gannûşiyê Tûnisê jî hat girtin.

Bi tenê maye Putin. Lê ev jî, “heke dermanê Wî heba wê li serê xwe bida”, wisa diyar e tu dermanê wî yê birînê Receb derman bike nîne. Jixwe diviya bihata vekirina Santrala Nukleer a Akkuyu, nehat.

Nuha jî, ji ber civînên wan ên berê hemû pûç derketin îca Çavuşoglu, li dora civînên 4 aolî dizîvire, dibêje em ê di 10ê vê mehê de wezîrên derve kom bibin li Moskovayê. Lê mirov bala xwe dide awir û axaftinên wî tu hêvî têde diyar nake.

Jixwe civînê li welatên dora wan, êdî bêyî beşdariyan Tirkiyê kom dibin, Mînak; civîna(1.5.2023) pênc qolî ya Siûdî, Urdun, Irak, Sûriyê û Misrê ya li Emmanê pêkhat.

R.Erdogan, ji bo xenimeta Sûdanê kom bike, bi hezaran kes kişand wira. Lê nuha şer gur bûye û xeter mezin bûye, îca heyiriye ka wê çawa wan kesan paş ve bikşîne. Dibe ku ji heman xeterê mezintir were serê hêzên wî yên li xaka dagirker a Sûriyê û Rojava jî.

Ka gelo çarenûsa Receb û koma gunehkarên wî çawa dibe?

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.