Rojnameya Ronahî

Dîrokek Nû Ya Têkoşîna Jinan Tê Nivîsandin

Serhildana jinan li Îranê destnîşana nivîsandina dîrokeke nû ya têkoşînê ye. Girêdayî xwepêşandanên ku ev zêdeyî 7 mehane ku li rojhilatê kurdistanê bi pêşengiya jinan û bi duruşmeya “jin jiyan azadî” roj bi roj pêşdikeve. Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava anîn ziman ku kuştina Jîna Emînî ji bona tavahî jinan bû çavkaniya hêz û biryara tekoşînê ye.

Zana Roj/ Qamişlo

Serhidana ku bi qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî beriya 7 mehan hatiye destpêkirin, derbasî asta navnetewî bûye. Dengê jina azad û bi dirûşmeya “Jin Jiyan azadî” Ii çar aliyên cîhanê dengvedaye. Jinên Kurd û Faris li hember desthilatdariya sîstema faşîst a Îranê serî rakirin. Rûxmî ku tavahî cureyên binpêkirin, îşkencekirin û qetilkirinê li ser wan tê meşandin, lê belê jinan êdî li hember sîstema Îranê biryara serînetewandinê daye. Li ser vî esasî di sedsala 21’ emîn de yekem care ku di dîroka dewleta Îranê de, ku nekariye serhildaneke bi pêşengtiya jinan bi bin bixîn e.

Têkildarî serhildana jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha derbarê girtin û binçavkirina mamoste û xwendekaran, mamosteya zanîngeha Rojava Jiyan Silo û xwendekar Bêrîvan Yûnis ji rojnameya me re axivîn.

Mamoste Jiyan Silo da zanîn ku dewleta Îranê bi mejiyê îslamiyetê desthilatdariyê dide ferzkirin û wiha destpêkir: “Rejîma Îranê ya ku xwe weke dewleteke Îslamî dide raberkirin, di bin navê vê yekê de civak bi temamî xistiye bin serweriya xwe de. Bi taybet ji bo jinan desthilatdariyeke dogmatîk di bin hişmendiya Îslamiyetê de dide meşandin. Her weha ji zarokê 7 salî heyanî jina 70 salî di nava sîstema desthilatdar de, her tim rastî gef, binçavkirin û kuştê tên. Êdî ji jinê re derfeta jiyanê û nefes girtinê nehiştiye.”

“Roj bi roj dengê azadiyê bilind dibe”

Jiyan da xuyakirin ku zilim û zordariya bê sînor li ser jin û civakê tê meşandin. Qetilkirina  jîna Emînî nimûna herî ber bi çav ya vê zihniyetê ye. Her weha Jîna Emînî bû nûnera berxwedan û tekoşîna azadiya jina kurd û jinên cîhanê û wiha domand: “Dewleta Îranê di bin nav û hincetên li gorî xwe, jina Kurd Jîna Emînî ji ber xuyakirina çend tayên Pora wê, bi rengekî hovane qetilkir û qetilkirina Jîna Emînî bû sedem ku bi deh hezaran jin dakevin kolanan û hovîtiya sîstema Îranê û kiryarên wê yên dij mirovî şermezar û riswa bikin. Jîna Emînî bû sembola berxwedanê, di serî de ji bona jina kurd û tevahî jinên cîhanê.

“Di oxira azadiyê de jina kurd bûye sembola berxwedanê”

Xwendekara fakolteya zanista siyasî Birîvan Yûnis destnîşan kir ku li hember hikumeta Îranê jinên xwendekar bê deng namînin û wiha got: “Di pêvajoya serhildanê de tavahî jinên cîhanê bi duruşmeya “Jin Jiyan Azadî” xwepêşandan lidarxistin. Bi taybet jinên xwendekar yên zanîngehan li beramber siyaseta dewletê daketin qadan û dest bi çalakiyên mezin kirin. Li her derê û bê tirs serî rakirin û bûn mînakên jinên tekoşer. Ji bo tepisandina van çalakiyan hikumeta Îranê tavahî cureyên binpêkirinê bi kar tîne, bi hezaran jin hatine binçavkirin û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha bi sedan jin hatin îşkencekirin, kuştin û jehrkirin. Di sedsala 21 mîn de zagona darvekirinê tenê di Îranê de tê meşandin û di oxira vê serhildanê de bi dehan jin hatine darvekirin.”

`Şoreşa Rojava ji tavahî jinan re bû çavkaniya hêz û baweriyê`

Bêrîvan Yûnis anî ziman ku şoreşa jinên rojava bû vejîn û îlhama azadiyê ji bona tavahî jinên cîhanê û wiha got: “Şoreşa rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî gelên cîhanê bû mînaka azadî û wekheviyê. Jina Kurd bi keseyeta xwe ya têkoşer li hember guhartina zihniyeta desthilat têkoşîneke pîroz dide meşandin û xwe îsbat kirî ye. Şerkirina jina kurd ji bo doza azadiya xwe ya ku bi îdeolojiya Rêber Ocalan hatiye afirandin bû hêz ji bo tavahî jinên bindest. Li ser vî bingehî îro duruşmeya “Jin Jiyan Azadî” bû siloganeke nevnetewî.

`Jina kurd bû sembola tevahî jinên cîhanê `

Xwendekara zanîngeha Rojava Bêrîvan Yûnis di dawiya axaftina xwe de ragihand ku riya zanist, xwebûyîn û azadiyê pêwîste ku bê navber were meşandin. Her wiha tekez kir ku ewê her tim piştgiriya vê serhildanê bikin û got: Bi tekoşîn û vîneke herî xurt li hember tavahî astengiyan divê, jin ji bo heqîqet û lêgerîna azadiyê berdêlên herî giran deyîne li ber çavan bigre û vê riyê tacîdar bike. Êdî jinên cîhanê û bi saya pêşngtiya jina kurd, ji bona azadiya xwe bê dorveger serî rakirine û mafê xwe dixwazin . Em jî weke jinên Rojava ji tavahî cîhanê re radigihînin ku ji bo serketina serhiladanên jinan li ku dibe bila bibe emê bibin hêza piştgiriyê ya herî xurt. Her weha em ê, bi hev re ji bo avakirina civakeke wekhev û bi adalet li hember guhartina hişmendiyê tekoşînê bikin.