Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevgera dîplomatîk a ji bo Sûriyeyê zêdetir dibe

06/05/2023
in NÛÇE
A A
Tevgera dîplomatîk a ji bo Sûriyeyê zêdetir dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Dewletên Ereban bi serkêşiya Erebistana Siûdî û Misrê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî Rûsya, Îran û Tirkiye hewl didin serweriya xwe li ser Sûriyeyê pêk bînin lewre tevgerên dîplomasiyê zêdetir dikin

Komkara Erebî duh (5`ê Gulanê) ragihand ku dê roja yekşemê ji bo nîqaşkirina krîza Sûriyeyê bi serokatiya Misrê re civînek awarte li dar bixe.

Ev yek di demekê de pêk tê ku tevî Misir û Erebistana Siûdî hin dewletên Ereban têkiliyên bi hikumeta Şamê re vegerandin. Wezîrên karên derve yên wan dewletan di hefteyên dawîn de serdana Sûriyeyê kir. Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad jî di Nîsanê de piştî zêdetirî 10 salan, serdana Qahîre û Riyadê kiribû.

Ev hewldan piştî civîna 1`ê Gulanê ya li paytexta Urdinê Emanê pêk tên. Civîna li Emanê ji bo nîqaşkirina hin dosyayên ku di civîn û dan û standinên berê de hatibûn pêşkêşkirin, bi beşdariya wezîrên karên derve yê Sûriye, Siûdiyê, Urdin, Misir û Iraqê hatibû lidarxistin.

Komîteya Misir, Urdin, Siûdî, Iraq û Sûriyeyê di encama civîna şêwirê (14`ê Nîsanê li Cedayê) ya wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê de, hatibû avakirin.

Dê 19`ê Gulanê de li Siûdiyê lûtkeya erebî bê lidarxistin. Tê texmînkirin ku endamtiya Sûriyeyê ya Komkara Erebî rojeva sereke ya lûtkeyê be. Hin dewletên endam, bi taybetî Qeter, li dijî vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî ne.

 

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî ji CNN`ê re axivî û diyar kir ku tê texmînkirin ku dengên endamên Komkara Erebî ji bo vegera Sûriyeyê têrê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf jî destnîşan kir ku Iraq hîna li ser helwesta xwe ya vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî ye.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu jî got ew niyet dike di çarçoveya civîna çaralî ya li Moskovê ya der barê Sûriyeyê de, bi hempîşeyê xwe yê rûsî Sergey Lavrov re dan û standinan bike.

Çavuşoglu ragihandibû ku li gorî Enqereyê dê civîna Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê ya li Moskovê beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê li dar bikeve.

Beriya her du civînan, serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana xwe ya Sûriyeyê bi dawî kir.

Hikumeta Şamê û Îranê di ware çandinî, petrol, veguhestin, rêwîtiyên hewayî, bazirganiya serbest, peywendî, teknolojî, xizmetên bankan, xizmetên teknîk û endazyariyê de gelek lihevkirin îmze kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.