Rojnameya Ronahî

Erdogan hîn jî çavkaniya xirabiyê ye

Zekî Bedran

Dewleta Tirk li Sûriyê xirabiyên xwe didomîne. Niha jî hewl dide di çarçoveya hevdîtinên 4’an de şerekî nû yê navxweyî bide destpêkirin. Nekarîn rêveberiya Esad tune bikin. Li gel ku qadên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir jî, nekarî rêveberiya xweser tune bike. Hevdîtinan bi Esad re dikin ji bo qaşo “çareseriyê” bibînin. Lê “Artêşa Netewî ya Sûriyê” ku li dijî rêveberiya Esad ava kiribû belav nake. Ji Esad re dibêjin “were em bibin hevkar, Kurdan û rêveberiya xweser ji holê rakin”.

Heta ku dewleta Tirk leşkerên xwe ji Sûriyê nekişîne, her hevdîtin û bazariya bi rejîma Sûriyê re dike dê bibe sedema mayîndebûna Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê. Jixwe herêmên ku dagir kirine, amedekariya tevlîkirina axa xwe didomîne. Evqas dilxwaziya wan a ji hevdîtinan re ne ji bo aşîtiyek rast a li Sûriyê ye. Armanca wan ew e ku sînorên xwe bixin mîsogeriyê, gelê Kurd û rêveberiya xweser tune bike û penaberên Sûriyê paşve bişîne. Ev xwestekên xwe li ser ragihandinê jî anîn ziman. Li vir daxwaz û fikarek ji bo aşîtiya Sûriyê û gelê Sûriyê tune ye. Dixwazin şerekî nû yê navxweyî li Sûriyê bidin destpêkirin.

Ji ber ku di hevdîtin û ragihandinê de rayedarên Sûriyê vekişîna leşkeran xistin rojevê, rayedarên Tirk neçar man daxuyaniyekê bidin. Eger baldar bin, di vê mijarê de qet naxivin û daxuyaniyan nadin. Ji ber nafikirin ku dawiyê li dagirkeriyê bînin. Piştî hevdîtinên dawî, Wezîrê Karê Derve M. Çavûşoglu got “Eger em ji Sûriyê derkevin dê xwîn birije”. Dema ku dagir kirin wan bixwe bi hezaran kes qetilkirin, malên gel talan kirin. Vê weke pêvajoyek xwînrij nabînin. Lê vekişîna xwe weke karesatekê bi nav dikin û dixwazin dagirkeriyê mayînde bikin.

Eger artêşa Tirk ji axa Sûriyê derbikeve û gel vegere warê xwe, dê çima karesatek çêbibe, yan jî çima xwîn birije? Dixwazin bi vê çi bêjin? Qasî tê fêmkirin Idlib û El-Nûsra fikarên destpêkê ne. Niha ew xistine parastinê. Ji derveyî wê, dê çi ji bi hezaran çeteyên ku di bin navê Artêşa Netewî ya Sûriyê de kom kiriye bikin? Eger artêşa Tirk û parastina wî nebe ev hêz wê nikaribe van herêman di destê xwe de bigrin. Ji ber ku ne xwediyê wê axê ne û gel wan napejirîne. Neçar in bicehnimin û herin. Atêşa Tirk jî parêzvanê wan e. Derxistina van çeteyan rayedarên Tirk kûr dide fikrandin.

Gelo dê faşîzma Erdogan û Baxçelî van çeteyan bifiroşe? Bêguman dê bike. Erdogan hevalên xwe jî firotin. Niha li gel wî kesekê berê nemaye. Ji bo wan berjewendî û desthilat hertişt e. Çete zêde tiştekî îfade nakin. Lê hîn jî dixwaze wan bikar bîne. Li hemberî Kurdan û rêveberiya Şamê pêwîstiya wan pê heye. Eger wan ji destê xwe derxe dê hêza wî ya bazarê lewaz bibe. Ji derveyî vê dixwaze di hindirê sînorên Tirkiyê û herêmên gerîlla jî ji wan sûd bigre. Eger niha wan li Sûriyê di holê de bihêle, zêde derfeta bikaranîna çeteyan namîne.

Li holêye ku Erdogan tevahî çavkaniyên Tirkiyê ji bo şer bikar anî û aboriya welêt aniye ber têkçûnê. Dewletek mafyayî derket holê. Dizî, derew, talan bûye şêweyê rêveberiya wan. Pir diyare ku rêveberiyek wiha ji bo xêra gelê Sûriyê tu gavan navêje. Gel dixwaze dagirkerî bi dawî bibe. Ew jî dibêjin eger em ji Sûriyê derbikevin dê xwîn birije. Ev tê çi wateyê? Dibêjin, em dernakevin, dagirkeriyê bipejirînin, yan jî em ê xirabtir bikin.

Rêveberiya Erdogan di tengasiyê de ye. Tirkiye diçe hilbijartinan. Partiyên muxalefetê li gorî berê bibandortir bûne. Ji derveyî wê, bi tifaqên ku hatine çêkirin re dengê Kurdan encamê diyar dikin. Yanî Kurd bûne kilîta hilbijartinê. Erdogan jî kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser dijminahiya Kurdan û mîlîtarîzmê ava kir. Ji Rûsyayê destek girt, xwest li Sûriyê tevgerek din a dagirkeriyê bide destpêkirin û bi hewayekî serkeftinê here hilbijartinan. Ev nebe jî, dibêje em ê penaberan vegerînin Sûriyê û dixwaze bi vî awayî zexta li ser xwe kêm bike. Yanî ji derve pêngavan diavêje û dixwaze vê di polîtîkaya hindir de bikar bîne.

Demek kurt ji hilbijartinan re ma. Erdogan êrişên xwe yên li ser qadên gerîlla qet nesekinand. Lê li wir şansê wî yê di demek kurt de encamekî bidest bixe tune ye. Ev du sale vê diceribîne. Dixwest hewayek serkeftinê ava bike û here hilbijartinan û qezenç bike. Ev nebû, ji bo wê şansê xwe li Sûriyê diceribîne. Heta niha encamek ku dixwest ji wir jî negirtiye. Di van mijaran de gelek daxwaz ji Rûsya û rêveberiya Şamê kirin. Qasî tê fêmkirin heta niha tiştên dixwaze nehatiye dayîn. Lê dîsa jî pêwîste baldar bin. Tu xirabî nîne ku ev rêveberiya faşîst neke.