Rojnameya Ronahî

Piştî Erdogan!!!

Farûk Sakik

Dema ev sernivîsa min hat xwendin, dibe ku gotinek pêşiyan were bîra we: “Hê hesp tine afirê amade dike”. Na..Hesp dixuyê…

Bi vê hilbijartinê wê di 14’ê Gulanê de helbet rejîma heyî wê biçe, di her qadên demokrasiyê de wê pêvajoyeke nû dest pê bike.

Lê di vê pêvajoya nû de bendewarî çine? Bi taybetî Kurd çi dixwazin ev yek ne tenê di kampanyaya hilbijartinê de wek daxwazek, an jî temeniyek were gotin, divê ev daxwaz bi lezûbez piştî 14’ê Gulanê pêk werin.

Em çawa hatin vê rojê? Faşîzm li Kurdistan û li Tirkiyê çawa har bû? Divê baş were analîz kirin. Faşîzm di sala 2015’an de berî hilbijartinan, di 5’ê Nîsanê de bi destpêkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo derbasî qonaxeke nû bû. Di rastiya xwe de şer ne ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dest pê kir. Divê di tarîxa destpêka faşîzmê û şer de 5’ê Nîsanê esas were girtin.

Di pêvajoya hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dîtin paradîgmaya Rêber Apo ya îtifaqa demokrasî û siyaseta Tirkiyebûnê encam digre û ber bi serkeftinê ve diçe, êriş kirin.

Îro vê yekî dîsa dibînin û ji bo vê yekê li dijî tifaqa ked û azadiyê êrişên derhiqûqî danê destpêkirin. Lê bi ti awayî nikarin encam bigirin. Ev paradîgmaya Rêber Apo wê dawî li vê deshilatdariyê bîne.

Lê em derbasî 15’ê Gulanê bibin. Ango rojek piştî hilbijartinê. Roja piştî têkçûna Erdogan. Heger hostayê vê serkeftinê Rêber Apo be, divê ku em jî ji wê derê destpêbikin. Divê ku ji destpêkê de  ji şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fizîkî werin çareserkirin.

Eger Rêber Apo azad nebe, heger fikr û ramanên wî, nexşeriya çareseriya wî, paradîgmaya wî, di demokrasiya Tirkiyê de neyê bi cîh kirin, wê emrê vê serkeftinê pir kurt be. Tifaqa riya sêyemîn ango Tifaqa Ked û Azadiyê vê yekê baş dizane. Dîsa tişta herî girîng a ku divê em bizanin ew e ku ev tifaq tenê bi hilbijartinan re sînordar nemîne. Li meclisê jî li gor esasên tifaqê tevbigerin.

Her çiqas li meclisê bihêzbin jî, lê ji bo ku ne desthilatdarin wê astengî derkevin pêşiya wan. Divê ev hêz di nav xwe de birêxistin bibin da ku civakê fêrî komara demokratîk bikin. Fêrî demokrasiya ku bisalane ji vê erdîngariya dûrketiye bibîrbixin. Rewşenbîr, demokrat, çep-sosyalîst, kedkarên Tirkiyê jî di vî warî de xwedî berpirsyariyê ne.

Divê bi wan were famkirin ku demokratîkbûna Tirkiyê ji nêz ve çareseriya doza Kurdistanê ve girêdayî ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîkbûna herî bingehîn ya Tirkiyê ye.

Hin nîqaş ji anha de destpêkirine û dibêjin; “Gelo pêvajoyeke nû ya muzakereyan wê dest pê bike, yan na?”  Ev pêvajo wek min li jor destnîşan kirî bi statuya Îmraliyê ve girêdayî ye. Êdî dewlet jî nikare ji bo pêvajoyeke nû biryar bide. Biryar divê Rêber Apo bide.

Tişta herî girîng  jî ewlehiya şoreşa Rojava ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî hêviyên gel di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hene. Di sohbetên gelên herêmê de vegera deverên hatine dagirkirin tê kirin. Ji bo vê yekê çawa ku piştî Erdogan yekem mîsyon azadiya Rêber Apo ye, wisa xwedî derketina Şoreşa Rojava jî esas e. Ji bo ew destkeftiyên kurdan ê têkoşîna 50 salan e.