Rojnameya Ronahî

Şêxmûs Ehmed: Astengiya herî mezin dorpêç û êrîşên dagirkeriyê ne  

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku rewşa kampên herêma Cizîrê û Şehbayê xerabin û got, astengiya herî mezin li pêş me, dorpêç û êrîşên dagirkeriyê ne.

Norşîn Sîno \Qamişlo

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qasî milyonek û nîvê penaber û koçber hene. Li herêmê paneber herî pir li Kantona Hesekê ne û hemû hewcehiyên wan ji hêla Komîteya Karê Civakî ya Rêveberiya Xweser ve tê bicihanîn. Ji ber êrîşên dagirker ên Tirk ên sala 2018’an ên li ser Efrînê ji 400 hezarî zêdetir Efrînî mecbûr man ku şûnwarê xwe berdin û li herêmên derdorên belav bûn. Dewleta Tirk a dagirker 9’ê Cotmeha 2019’an de careke din ji êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir û di encamê de b herêmên Serêkaniyê û  Girê Spî hatin dagirkirin, zêdeyî 500 hezar sivîlî malên xwe berdan û koç kirin. Piraniya koçberan li 80 dibistanên Herêma Hesekê bi cih bûn. Rêveberiya Xweser di nav demeke kurt de 3 kamp ava kir û koçber li van deran bi cih kirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel kampên biçûk 15 kampên mezin ên penaberan hene, li van kamapan bi qasî 1 milyonî penaber hene.

Derbarê rewşa kampên koçberan yên li bakur û rojhilatê Sûriyê,  hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji me re axivî .

‘Hijmara koçberan pir mezin e ‘

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku hejmara koçrberên di kempên koçberan yên bakur û rojhilatê Sûriyê de pir zêde ne û wiha domand: “Kampên penaberan bêhtirî xwe li herêma Cizîrê ne. Di 3’ê kampên ku koçberê Serêkaniyê û Girê Sipî di wan de bi cih dib, hijmara koçberan pir zêde ye. Herwiha hejmarek baş hîn jî di navendê pêşwazîkirinê de ne.”

‘Kampên herêmên Cizîr û Şehbayê rewşên wan xerabin’

Şêxmûs Ehmed dazanîn ku ji ber xwevekişandina hin rêxistinên mirovî rewşa hin kampên herêma Cizêrê zehmet e, li Şehba jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê rewşa kampan pir xerab bûye û got: “Bi giştî Kampên herêmên Şehba û Cizîre rewşa wan xirabe. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelek rêxistinên mirovî xwe ji her du herêman vekişamdin. Herwiha piştî şerê di navbera Rûsiya û Ukraniyayê de jî, Netewên Yekbûyî eşkere kir ku wê alîkariyên li ser vir bi awayekî giştî kêm bibe , di heman demê de jî 5 kamp tenê fermî ne ji aliyê Netewên yekbûyî ve. Ji hemû kampên li bakur û rojhilatê Sûriyê Netewên yekbûyî alîkariya 5 kampan  tenê dike. Ji ber ku ew tenê ji aliyê wan bi fermî tên naskirin.”

 

`Astengiyên herî mezin dorpêç û êrîşên dagirkeriyê ne’

Şêxmûs destnîşankir ku ji bo başkirina rewşa kampan gelek astengî hene, lê ya herî zêde girtina dergehên sînorî ye û wiha got: “Astengiyên me gelekin yek jê elektirîk e , ew jî ji ber ku dewleta tirk şerê avê li dijî me dike û li ser çem ê Firatê qut dike û ev yek dibe sedema nebûna elektrîkê , wek ku em dizanin jî jenetor li kampan tune ne . Ya duyem av e , xelkê me pêwîstî ava paqij a ji bo xwarin him jî vexwarinê heye, lê ji ber qutkirina  stasiyona Elok ji aliyên çeteyên ser bi dewleta Tirk ya dagirker ve , xelk neçar dibin ku ava bîrên qirêj bi karbînin . Pirsgirêka herî cidî jî girtina dergehên sînorî ne . Tenduristî jî roleke sereke  di kampan de dileyize , ew jî hin kêmasî tê de hene û divê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî di vî milî de alîkariyê bike  ji ber ku ew jêdera me ye , herwiha ji bo werz  havînê jî pêwîstiya xelkê me bi perwaneyan heye. Herî dawî û giring jî êrîşên rojane yên  dewleta Tirk ya dagirker ên ku nahêlin aramî li herêman çêbibe û em pêşketinan bidestbixin .”

‘Ji bo çareseriya pirsgirêkên kampan hewildanên me didomin’

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ew ê hewil bidin ku pirsgirêkên kampan çareser bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çarekirina pirsgirêkên kampan em ê hewil bidin bi aliyên aleqedar re bernameyekî saz bikin. Bi taybet werzê havînê li pêş me ye û pirsgirêkên avê û germê di vî werzî de zêdetir dibin.”