Rojnameya Ronahî

“AKP-MHP’ê rojnamevanên li ser şopa heqîqetê dike armanc”

Hemze Sêvo/Qamişlo

Rojnamevanên li  bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo veşartina berxwedana gel û binpêkirinên xwe, rojnamevanên çapemeniya Azad binçav dike û gotin: “Hikumeta AKP-MHP’ê ji bo ku civakê bêdeng bike û di hilbijartina de bi ser keve, êrîşên xw yên li dijî rojnamevanan zêde dike.

Li bakurê Kurdistanê êriş û zextên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad dewam dike. Rojnamevanên li dû heqîqetê hema bêje her roj tên binçavkirin û girtin. Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên 14’ê Gulanê, hikumeta  AKP-MHP’ê ji bo ku bi ser bikeve zext û êrişên xwe li ser siyasetmedar û rojnamevanan zêde dikin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 144 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 48 jê hatin girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzer hene.

Hikumeta AKP-MHP’ê ji bo ku bi ser bikeve êrîşên xwe yên ser tevahiya Kurdistanê jî zêde dike. Li her derê êrîşên xwe yên qirkirinê didomîn e û dixwaze li ser rijandina xwîna gelan bi ser bikeve.

Di derbarê hilbijartinên Tirkiyê yên 14‘ê Gulanê de, rojnamgerên Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya me re wiha axivîn.

‘Rojnameger ragihînerên rastiyê ne, AKP’ wan hedef digre’

 Pêşkêşvana Rojava TV, Jiyan Mîrza di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku hikumeta AKP-MHP`ê ji bo ku kiryarên xwe yên xerab û qirêj veşêre rojnamevanên ku ji bo eşkerekirina rastiyê kar dikin dike armanc û wiha domand: “Bi nêzbûna hilbijartinên serokkomarî û perlemantoya Turkiyê yên 14’ê Gulanê, hikûmeta AKP-MHP’ê  rêbazên xwe yên sextekar û neqanûnî  bikar tîn e. Dixwaze civakê bê deng bike û her kesê ku deng nedê dike armanc. Niha li Amedê tenê zêdeyî  150 kesî hatine girtin ku di nava wan de siyastmedar, hunermend, çalakvan û rojnamevan jî hene. AKP-MHP’ê ji bo ku rastiyê li ser cîhanê veşêre, di asta yekê de rojnamevanan dike armanc. Herî dawiyê di encama êrîşên li ser rojnamevanên Çapemeniya Azad bi 10’an rojnameger û nûçagihan hatin destgîrkirin, ji wan jî, edîtorê Mezobotamiyayê  û edîtorê JNHA jî  hatin dîlgirtin. Ev jî siyaseta qirêj ya hikumeta AKP’ê dide diyarkirin û ev jî ji bo pûçkirina zimanê rastiyê. Rojnameger raghînerên rastiyê ne, AKP’ê wan dîl digr e’”

‘Êrîşên  li ser Kurdistanê; lîstokeke qirêj ya AKP’ê  ye’

Jiyan Mîrza di dawiya axaftina xwe de, anî ziman ku li dû van êrîşên ku hikumeta AKP’ê li ser tevahiya Kurdistanê dike, pilanên qirêj hene û wiha domand:”Bi nêzîkûna hilbijartinên serokkomarî û perlemantoya Tirkiyê re êdî hikumeta AKP-MHP’ê êrîşên xwe li ser Qadên Berxwedanê, herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê di van rojên dawiyê de zêdetir dike. Her wiha  di van rojên bûrî de li Kobanê dagirkeriya Tirkiyê bi firokeke keşfê ya bê mirov erbeyek armanc girt û di encamê de şervanekî QSD’ê gîhişt asta şehadetê. Wekî din li Başûrê Kurdistanê jî, li ser Qadên Berxwedanê jî êrîş zêdetir bûne û ranewestiyan e. Her wiha êrîşa ku dagirkeriya Turkiyê li ser firokxaneya Silêmaniyê jî kirî yek ji pilanên qirêj yên hikumeta AKP-MHP’ê ne. Dixwaze li her devrê tevlîheviyê derxe, ji bo ku di hilbijartinan de bi ser keve.”

‘Bêyî binkeftina AKP’ê çareserî nepêkan e’

Di heman çarçoveyê de nûçegehanê  ANHA`yê Xalid Etê jî diyar kir ku eger hikumeta AKP -MHP`ê bi bin bikeve, wê bibe çare ji kirîzên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn re û wiha domand: “Hilbijartinên Serokkomarî û Perlemantoya Tirkiyê yên ku wê di 14`ê Gulanê de, werin destpêkirin; weke pirojeyeke dîrokî ye, wê guhertinên siyasî û civakî yên bingehîn li ser asta Tirkî, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi xwe  re bîne. Rewşa aborî,civakî,siyasî ya Tirkiyê û tevaya herêma Rojhilata Navîn di kirîzên bêserûber de ye. Herwiha niha jî  bi nêzîkbûna van  hilbijartinan  Erdogan û hikumeta wî ya faşist bi hemû rengî hewl dide ku di van hilbijartinan de bi ser bikeve. Mixabin mayîna  Erdogan li ser desthilatiyê û serweriya Tirkiyê, helbet wê Rojhilata navîn bi giştî di van kirîzan de bimîne, dibe ku derbasî rewşeke xirabtir jî bibe. Her wiha çareserî ji bo van kirîzan jî heye, di dema niha de, Partiya Çepên Kesk dibe ku bibe bersiv ji pisgirêkên Bakurê Kurdistan, Tirkiyayê  û Rojhilata Navîn re. Tişta ku bihêle ev yek pêk were; destekdayîna gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi riya dengdayîna xwe  ji Partiya  Çepên Kesk re ye. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê  ji bo veşartina binpêkirinên xwe, rojnamevanên çapemeniya Azad binçav dike. Hikumeta AKP-MHP’ê ji bo ku civakê bêdeng bike û di hilbijartina de bi ser keve, êrîşên xw yên li dijî rojnamevanan Jî zêdetir dike”