Rojnameya Ronahî

Şam Li Benda Yên Li Şûna Erdogan E

Fener…

Idrîs Henan

Nakokiya berjewendiyan di têkbirina berhevdanên Rûsyayê ku bi lez û bez hewl dide têkîliyên navbera Enqerê û Şamê de asayî bike, rastî hinek derbên bloka hevalbendên rejîma Sûriyê hat û lingê insiyatîfa Rûsyayê ya ku dixwaze werîsê jiyanê bavêje hemtayê xwe Erdogan, seqet kir. Vê yekê rê li ber hinek nêzîkbûnên nû, taybet aliyê welatên ereb ve, vekir û carek din isbat kir ku çi civîna vîna li ser erdê esas nagire, ne gengaz e ser bikeve. Ji lew re; civînên berê û yên îro, platforma çaralî ya Rûsya, Şam, Tehran û Enqerê jî di nav be, nikarin teşeyekî rewa bar bikin ser xwe ku rikberiya rasteqîn a gelên Sûriyeyê paşguh kirine. Pêvajoya aloziya vî welatî carek din isbat dike ku hêza li ser erdê xwedî ezmûneke birêveberiyê ye, bi beşdarbûna maseyên çareseriyê re, wê goşe tablo, mozaîk û armancên civînan serguha bike.

Aliyek din ê gelek girîng heye ku baş diyar dike êdî doza Sûriyeyê veguheriye dozeke navneteweyî û gelek lîstikvanên dîtir ên bi hêz tê de hene. Ew aliyên mijara gotinê, xwedî hêzeke bandorker a li ser erdê ne ku çi mudexelekerên dîtir hebin, nikarin gav ser re bavêjin. Aliyên herî girîng jî Amerîka û Ewrûpa ne. Ew jî rê nadin hewldanên Rûsyayê yên li derveyî îradeya navneteweyî û ya hindirîn ku çareseriyeke li dijî biryarên  navneteweyî yên fena -2254 – bi tena serê xwe peyda bike û tevî kirîza li Ukranyayê, xwe weke serkeftî nîşan bide.

Rûsyaya Pûtîn dixwaze vê platforma “Mosko, Tehran, Şam û Enqerê” bi çi awayî be bi ser bixe ku li dijî rikberê xwe Amerîka li Sûriyeyê xalekê bi dest bixe. Di heman wextê de dixwaze rola xwe weke hegemoniyeke global, ji nû ve, nîşan bide û sincên qitubûna heyî bişkîne û carek din bi hevalbendên xwe yên Urasyayê re, dinyayê dîzayîn bike.

Faşîstê li qesrên Istenbûl û Enqerê rûniştiye, hewl dide, ji bo hemleya hilbijartinên 14’ê Gulanê sûdê ji vê rewşê werbigire û bi hevalbendên platforma nû re, koalisyoneke nû him li dijî hebûna hêzên hevpeymanê li rojhilatê Firatê ava bike û him jî projeya demokratîk li tevayî Bakurê Sûriyê di kesayeta pêşengiya Kurd de têk bibe û qirkirina nijadî dewam bike. Ev yek ji bona Erdoganê dîktator ku nikare bi rêbazên berê yên destwerdana rasterast armancên xwe bi cih bîne, rêya hîleyên nû yên hilbijartinan e ku bi êrişên domdar ên hindirîn re bi rola temamker radibin.

Ji xwe serokê rejîma Sûriyê, bi salan e li ser dubendî û nakokiyên aliyan dilîze û temenê desthilatdariya xwe aniye vê roja îro. Ji bona wî, semaya li ser nakokiya berjewendiyan ên hersê aliyan “Rûsya, Îran û Tirkiyê” rêbazekî xilasker ku sûdê ji marjînalbûna heyî werdigire da ku xwe weke serkeftî pêşkêş bike ku qaşo lîstikvanekî sereke di dosyaya Sûriyê de ye û kesek nikare wî derbas bike.

Lê xuyaye ku hewldana insiyatîfa lihevanîna Sûriyê û Tirkiyê rastî gelek sikendalên cidî hatiye. Rejîma Sûriyê baş têgihaştiye cewherê kirîza rejîma AKP-MHP û hewl dide vê yekê baş biçewsîne û şert û mercên xwe li ser ferz bike. Rayedarên dagirkeriya Tirk li kêleka têgihaştina wan ji vê yekê re, dizanin ku nikarin li derveyî Amerîka û Ewrûpayê ti lihevkirinên nû li ser axa Sûriyê feriz bikin û ne jî dikarin li ser erdê pêk bînin. Lew re; Erdogan wê nikaribe desteka li Sûriyê ji bo hilbijartinan lê digere werbigire û li bendê ye ku têk biçe. Her wiha diyare ku Şam jî li benda guhêrek û ên şûna wî ne ku lihevkirinên nû pê re îmze bike.