Rojnameya Ronahî

Dîktator binkeftî, gel serkeftî

Kakşar Oremar

Hilbijartinên ku dikarin gelek tiştan biguherînin li bakurê Kurdistan û Tirkiyê. Ger rejîma diktalor a di bin pêşengiya AKP-MHPê de li Tirkiyê û bakurê Kurdustanê bi ser nekeve, ev serkeftin yê di rûpelên dîrokê de li ser navê Kurdan bê tomar kirin. Salên dirêje ku Erdogan bi kuştin û kiryarên antîdemokratîk re dijberiya doza Kurdan dike. Ew bash agehdarî dîroka Kurd û Kurdistanê ne. Baş dizanin ku di qada şer û siyasetê de êdî Kurd ne mirovên sed sal berê ne. Kurd bi kar û xebatên xwe gelek xewin û xeyalên xwendevanên xwendingehên Sefewîsim û Neu-Osmanîsimê vala derxistine.

Êdî em jî bêtir ji salên berê agehdarî rewşa xwe ne. Kurdistan dergûşa bajarvaniyeke kevnar a Rojhilata Navîn e. Gûherandin bingehîn û pêngavên mezin li welatê me têne avêtin. Serkeftinên vê carê li bakur û Tirkiyê tenê sûdê nagehînin doza Kurdên bakur, ewê li ser pêşkeftina Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî xwedî bandoreke piralî be. Dayîka Kurdistana mezin di bin desthilata Tirkiyê de. Her serkeftina ku li wira hebe wê xwedî bandoreke erênî li ser gûherîn-vegûherînên perçên din jî be.

Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa Jin-Jiyan-Azadî ev rastiya zelal û dîrokî ji me re îspat kir ku sinorên siyasî-meinewî di nava Kurdan de neman e. Peyama vê şoreşa mezin ji bakur û girtîgehên Amedê ber bi Kobanê û îro jî ji Seqizê geha her dera Îran û rojhilatê Kurdistanê. Gelo gûherandin ji vê mezintir dikare cih bibe dema ku Îranî bi dengekî bilind diqîrin:” Kurdistan, Kurdistan, ronî û chavê Îran”, ” Kurdistan-Kurdistan goristana faşîstan”.

Bi serhev de divê em ji van gûherandinên bingehîn vê rastiyê bizanibin ku biqasî hevgirtina dijminên dagirker hevgirtina Kurdan girîngtire jî.  Ji ber ku dema her serkeftin û pêşkeftinek li pareke axa Kurdistanê chêdibe, xwedî bandoreke raste-rast li ser her sê parên din yên welatê me ye. Ji ber wê jî pir girîng û xaleke stratejîke ku Kurdên bakurê Kurdistanê girîngiya beşdarîkirina xwe di hilbijartinên 14’ ê Gulanê de bizanibin. Ew serkeftin tenê a Amed, Wan an jî Rihayê nîne, belkî bêtir ji wê serkeftina Urmiye, Maku, Seqiz, Îlam, Kirmashan, Kerkûr, Efrîn û Enzabê ye jî. Dema li Îranê navenda şoreş û serhiladnên mezin rojhilataê Kurdistanê be, bi serkeftinên li bakurê Kurdistanê jiyana siyasî li Rojava û başur jî derbasî pêvajoyeke nûtir û bihêztir dibe. Her dengek weke tîreke kujere li dijî dijminê înkarger ku xeyalên Turanistanê dibîne. Heya niha Erdogan û Xaminyên bi rêya rijandina xwîn û îdama ciwanên Kurd xwedî serkeftinên formalîte û bê cewher bûne, lê êdî Kurdan ew sînor jî derbas kirine. şoreşa ku îro bi hemû germahiya xwe li Mehabad û Sine berdewame mukemilê wê şoreşê ye ku dehans ale li bakurê Kurdistanê bi xwîn û kedê gehaye destkeftên pir mezin.

Li vira daxwaza herî mezin ji partiyên siyasî li Kurdistana mezin ewe ku saniyek zûtir ji saniya din nêrîneke nûtir û hemdemî biser stratejîya xwe de bixishînin, Divê bang û dengê gel bêtir bê bihîstin. Chimkî pêshengên vê shireshê gel û hêza ciwanên Kurde.

Cîhan bi pêşkeftinên hemû alî di qadên teknîk, ragehandin û mijarên din de sal ji sala beriya xwe ber bi biçûkbûnê ve diçe. Globalîsimê hemû tişt bihev ve girêdane û pêşkeftin û bandora kar û kiryarên ku rûdidin li ser hev heye. Ji van pêşkeftinên deh salên bihûrî Kurd li rûyê erdê xwedî serkeftinên mezin bûn e. Şikandina pirestîja DAIŞ ên hov ji Rojava dest pêkir, li Kobanê bi axê ve hate zeliqandin û li başûr jî Kurd xwedî rolekî mezin di serberjêrde çûyîna wê hêza hov bûn. Îro ew hêza modern û pêşverû li rojhilatê Kurdistanê pêşngiya şoreşeke homanîstî dike. Xala girîng di şikesta DAIŞê de ew bû ku AKP-MHPê li hemberî van serkeftinên Kurdan piştgîrî da DAIŞê. Bi qasî ku pêwîst be li ser vê rastiyê belge hene ku siyaseta gemar a Tirkiyê dide xûyanîkirin. Ev kiryar û helwestên dewleta Tirkiyê hinek rastiyên pişt perdê têda hene ku êdî bi zelalî ketine ber çavan. Bi wateyek din ew baş dizanin ku siyaseta Kurdan a demokratîk mehkûmî serkeftin û ber bi pêşveçûnê ye. Careke din weke serdema komara Kurdistan ku ji derfetên herî biçûk sûdekî mezin hatibû standin, dîsa jî dehan sal piştre Kurdan liyaqeta xweîdarekirinê ji hemû aliyan re dane selimandin. Ew pêngav bitaybetî li Rojavayê Kurdistanê pir serkeftî û pêre jî tirseke mezin xiste dilê rayedarên dewleta Tirkiyê a înkarger.

Siyaset dema weke zanistekê durist bê bikar anîn bê dê û bav nîne. Şer dema ku xwedî armancên pîroz be, dikare selefîzim jî weke Neo-nazîsimê bavêje goristana dîrokê. Di van her du qadan de êdî hêza pir alî a Kurd îspatkiriye ku tenê mehkûmî serkeftinê ye. Serkeftinên ku di xizmeta aştî û demokrasiyê de ne.