Rojnameya Ronahî

Dorpêça Şehbayê Sûcekî Dijmirovî Ye

Hikumeta Şamê careke din siyaseta dorpêçê bi awayekî girantir li ser herêma Şehbayê dide ferz kirin, her wiha Rêveberiya Xweser li Şehbayê da xuyakirin ku ger ev rewş dewam bike wê gel di zehmetiyên mezintir re derbas bibe.

Zana Roj/ Qamişlo

Hikumeta Şamê ji 5 salan ve siyaseta birçîbûnê li ser herêma Şehbayê yê ku bi hezaran koçberên Efrînê tê de bi cih bûne dide meşandin. Di van demên dawiyê de ev dorpêç bi awayekî girantir tê meşandin. Piştî erdheja ku di 6 Sibatê de hatiye rûdan bi hezaran gelê Helebê berê xwe dan Şehbayê, hikumeta Şamê ji bo nederbas kirina alîkariyê gelek siyasetên qirêj dan meşandin. Bi vî awayê dixwaze herêmê di hemû aliyan de tengav bike, da ku careke din herêmê bixe bin kontiorla xwe . Li hember vê yekê tavahî saziyên Rêveberiya Xweser daxuyanî ji bo bidawîanîna vê rewşê ji raya gîştî û rêxistinên navnetewî re dan ku ger li pêşiya vê yekê neyê girtin wê rewşa gel xirabtir bibe.

Tûnebûna Madeyên sotemeniyê

Madeya sotemeniyê yek ji madeyên bingehîn yên civakê ye, li herêma Şehbayê ji bo derbaskirina madeyên sotemeniyê yên weke (mazot, xaz û benzîn) bi awayekî zehmet û baceyekî mezin bi riya Firqeya çaremîn re tê derbas kirin. Ev rewş ji 5 salan ve tê berdewamkirin, di van demên dawiyê de Hikumeta Şamê bi awayekî gîştî nahêle ku sotemenî derbasî herêmê bibe. Di encama vê yekê tavahî xebatên şeredariyê yên li herêmê wê bên rawestandin, her wiha eletrîka ku li gorî rewşa dawiyî 2 saetan dihat pêxistin, niha bi temamî hate qut kirin. Her wiha tevgera gel ya çûnûhatinê ji ber tunebûna sotemeniyê di herêmê de hatiye rawestandin.

Bandora dorpêçê li ser gelê Efrîn

Li aliyê din di gîştî herêmê de 7 firneyên çêkirina nan hene, bê guman di rewşa heyî de bandoreke mezin li ser çêkirina nanê rojene hatiye kirin, bi taybet piştî derbasbûna gelê Helebê pêdiviya rojane ya nan zêdetir bû, her wiha rêveberiya herêmê ji bo pêkanîna pêwîstiyên gel bê navber xebatekî serkeftî dide meşandin. Di encama siyaseta dorpêçê û bandora wê de rewşa herêmê zehmetir dibe.

Bandora dorpêçê li ser qada tenduristiyê 

Di gîştî herêma Şehbayê de tenê nexweşxaneya Avrîn heye, ji destpêka bicihbûna koçberên Efrînê di herêmê de nexweşxaneya Avrîn li gorî kêmderfetan hate vekirin. Ev naxwaşxane ji bo alîkariya gel û ji nexweîiyên wê re bibe derman bê navber xebatekî gelek mezin dide meşandin. Di heman demê de nexwaşxaneya Avrîn ji rewşa ku tê jiyan kirin ne qut e, di aliyê kêmbûna derman de zehmetî tên kişandin, ji ber ku hikumeta Şamê nahêle derman û alavên tenduristiyl derbasî herêmê bibin. Her wiha nexweşiyên giran yên ku divê derbasî bajrê Helebê bibin, hikumeta Şamê gelek zehmetî û pirsgirêk derdixe.

Rewşa tenduristî rewşekî ku girêdayî pîvanên mirovahiyê ye, lê belê siyaseta qirêj ya hikumeta Şamê rewşa mirovî girêdayî siyaseta ku dixwaze bide meşandin dike.

Armanc ji polîtîkeyên dij mirovî valakirina herême ye

Bi giştî rewşa dawiyê ya ku li herêma Şehba tê qewmandin rewşekî gelek zehmet û bi êş e. di aliyekî de êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ji 5 salan ve nehatine rawestandin, di derheqê gelê herêmê de gelek komkûjî pêkanîn. Her wiha rojane herêm rastî topbaranan tê. Di aliyê din de hikumeta Şamê siyaseta herî qirêj ya pirçîbûnê bi awayekî herî giran dide meşandin, bi tengavkirina derbasbûna madeyên bingehîn yên jiyanê, tavahî polîtîkeyên dreveyî exlaqê bikar tîne.Yek ji armancên sereke ji van siyasetan ew e ku ewlekariya Rêveberiya Xweser tengav bikin û gel ji herêmê derbikeve.

Gel di xeta berxwedaniyê de bi îsrar e

Koçberên  Efrînê yên ku li ser xeta berxwedanî û têkoşîna bi hezaran ji Şehîdan dimeşin, ji 5 salan ve tu carî xwe radestî van siyasetan nekiriye û li  hember dagirkeriyê bi hemû îradeya xwe berxwedaniyeke bê hempa dide rave kirin. Di van şert û mercên zehmet de jiyankirin, êdî ji tavahî cîhanê re dane îsbat kirin ku ne siyaseta qirkirinê û ne jî ya birçêbûnê dikare hêza wan bi bin bixîn e.