Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HILBIJARTINÊN TIRKIYÊ JI BO SÛRIYÊ JÎ PIR GIRING IN!

30/04/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
BI ERDHEJÊ RE KILÎTA TÊKILIYAN KET DESTÊ RÊJÎMA ESED
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Hilbijartinên Tirkiyê ku tên payîn 14’ê Gulanê werin lidarxistin nêz dibe. Ji ber destê Tirkiyê di aliyên leşkerî, civakî, aborî û siyasî di gelek welatên herêmê de heye, mijar wekî rojeveke sereke ya gelên Rojhilata Navîn ne jî. Raste di serî de ji bo gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diyarkirina çarenûsê ye, ji bo gelê Sûriyayê jî di heman giringiyê de cih digre. Dewleta Tirk beşek mezin ji xaka Sûriyê dagirkiriye û piştgiriya komên tundrew ên li seranserî xaka Sûriyê şer dikin, dike. Di heman demê de bi milyonan welatiyên Sûriyê li ser xaka Tirkiyê koçber in. Ji bo civaka Tirkiyê êdî pirsgirêka koçberan mijareke sereke ye û pêwîste çareser bibe.

Ev jî dibe sedema ev hilbijartin me ji nêz ve eleqedar bike.  Bi taybet xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên. Raste welatiyên Sûriyê nikarin dengê xwe bikar bînin, lê mijarê kêlî bi kêlî dişopînin û hêvî û daxwazên xwe tînin ziman.Ev gihiştiye asta êdî koçberên Sûriyê yên li ser xaka xwe di hindir de koçber bûne bi hêviya bi hilbijartinên Tirkiyê re rewş were guhertin û karibin vegerin malên xwe, demjimêran dijmêrin.

Ji bo wê jî her kes hêvî dike guhertina li Tirkiyê û hatina opozisyonê ya li ser dika desthiladariyê bibe zemîna guhertinên li Sûriyê, Iraq û gelek welatên Rojhilata Navîn. Hikûmeta AKP/MHP’ê bi hemû hêza xwe di hilbijartinan de kar dike, him di mijara perlemenê û him jî di mijara serokomariyê de li cihê xwe bimîne. Opozisyon jî li dijî Erdogan û hikûmeta wî tekoşînek mezin dike. Erdogan ji bo hilbijartinan qezenc bike, çend roj in li ser piya bû û hemû hêza dewletê xistiye xizmeta xwe.

Lê tişta balkêş Erdogan bi îdaya nexweşiyê nişkave nema beşdarî piropgandaya xwe ya hilbijartinê dibe. Di ragihandina Tirkiyê de wiha tê şîrovekirin, armanca Erdogan piştgiriya gel qezenc bike. Lê ya zêdetir tê ber aqilan, dewleta kûr a Tirkiyê ya Erdogan û hikûmeta wî bi rêve dibe, ji Erdogan re gotiye êdî em destê xwe ji te dikşîn in. Erdogan êdî gihiştiye wê baweriyê ew ê piştî 14’ê Gulanê derveyî serokatiyê be. Ji xwe Tîfaqa Ked û Azadiyê jî helwesta xwe aşkere kir. Ya din jî dibe ew di van rojan de amadekariya êrişeke mezin dike. Ji ber li gorî qanûnên Tirkiyê bi şer dikarin hilbijartinan paş de bixînin. Ji xwe heger şerek heye jî wê li dijî gelê kurd be.  Ev dibe li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê kurd û hêzên wan ên leşkerî be. Dibe jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Dibe telefona Erdogan bi Serokên Rûsiya Pûtin re jî di vê çarçoveyê de hatibe kirin. Ji ber wê jî pêwîste gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van guhertinan baldar bin, di herdû Ihtîmalan de jî wê êrişên xwe yên li ser herêmê bi hemû hêza xwe bidomîne. Di heman demê de ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û berpirsên wê tê xwestin bi baldarî tevbigerin da xwe ji êrişan biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.